bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Acts 1
Acts 1
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 2 →
1
Ya Têyofîlos, di derbarê hemî tiştên ku Îsa ji şagirtên xwe yên ku bijartibûn re bi navgîniya Ruhê Pîroz emir da pişt re,
2
heta roja ku bi jor ve hate stendin, divê kirine û divê jî dest bi hînkirinê kiriye de pirtûka yekemîn nivîsandim.
3
Wî, paşî êşa mirinê kişand, bi gellek nîşanên ku mirov bi wan bawer bibin, vejînbûna xwe nîşanî wan da; qasî çel rojî xuyayî wan bû û di derheqê Serweriya Xwedê de, bi wan re axifî.
4
Û gava ew bi wan re civiya, bona ku bila ji Orşelîmê veneqetin, lê belê li benda wad a Bavo bimînin, emir da wan; wê wadê we ji min bihîstin;
5
ji ber ku Yehya bi avê ve vaftîz kir, lê belê hîn gellek roj derbas nebe, hûn ê bi Ruhê Pîroz ve bêne vaftîz kirin.
6
Dema ew civiyan, ji wî pirs kirin û gotin: Ya Xudan, ma tuyê di vê demê de serweriya Îsraêlê vegerîne û bide wan?
7
Lê belê wî ji wan re got: Zanîna wextên an jî demên ku Bavo kiriye bin rayedariya xwe, ne aidê we ye.
8
Lê dema Ruhê Pîroz dakeve ser we; hûn ê qudretê bigirin; hûn ê li Orşelîmê û li hemûya Cihustanê û li Samîriyê û li çar hawirdorê dinê bibin şahdeyê min!
9
Paşî wî van tiştana got; li ber çavên wan bi jor ve hate hilatin û ewrek wî ji ber çavên wan ve girt.
10
Û dema ew diçû, wan çavên xwe bi ezman ve beliqandibûn; a vay, du zilamên kinc sipî li cem wan sekinîn
11
û gotin: Ya Celîlîno, hûn çima li vir sekinîne û li ezman dinêrin? Ev Îsayê ji we ber ve ezmanê hate hilatin, we çawa çûyîna wî yî ezman dîtibin, dê dîsa wisa were!
12
Wê gavê ew ji Çiyayê ku bi navê Çiyayê Zeytûnê tête binav kirin vegeriyan Orşelîmê; ew çiya qasî rêya rojek Sebtê nêzîkî Orşelîmê ye.
13
Û dema ketin hundir, çûn qatê jorîn yê mala ku li wê dimînin; Pêtrûs, Yûhena, Aqûp û Andrêyas, Fîlîpûs û Tûmas, Bartolomeyo û Meta, Aqûpê Lawê Alfay û Şîmûnê Welatparêz û Cihûdayê Lawê Aqûp.
14
Vana hemûyan, bi pîrekan û bi dayika Îsa Meryem û bi birayên wî re di nav yekitiyek bêkêmasî de bidomî dua dikirin.
15
Di wan rojan de Pêtrûs, di nava civakekî hema hema ji sed û bîst birayan ve ava bûyî de rabû û got:
16
Birano, hewce dikir ku ev nivîsa, ya Ruhê Pîroz, di derheqê Cihûdayê ji kesên ku Îsa girtine re rêberiyê kiriye de ji berê ve, ji devê Dawid ve têgihandiye bihata cîh.
17
Ji ber ku ew yekî ji me hatibû hesibandin û di vê xizmetê de cîhê xwe girtibû.
18
Niha vî zilamî, bi mişeya xerabiyê zeviyekî stend û serberjêr ket û ji navînê ve qelişî û hemû rêviyên wî rijiyan.
19
Û hemû kesên ku li Orşelîmê dijîn, bi vêya dizanin; ûsa ku, di zimanê wan de ji wê zeviyê re: Akeldama, yanê, Zeviya Xwînê, tête gotin.
20
Ji ber ku di Pirtûka Zebûran de hatiye nivîsandin: Bila xaniyê wî vala bête hiştin û kesî ku di tê de rûnê dê tune be. Û: Bila kesekî din karmendiya wî rahêje.
21
Niha di hemû dema ku Xudan Îsa diket û derdiket nav me de,
22
ji dema vaftîza Yehya dest pê bike, heta roja ku ew ji nava me, bi jor ve hate hilatin, yek ji zilamên ku di rêhevaltiya me de bû, hewce dike ku bi me re bibe şahdeyê vejîna wî.
23
Û wan du kesî, Ûsivê bi navê Yûstûs ve tête zanîn û navlêka wî Barsaba ye û Matiyas pêş ve ajotin.
24
Û wan dua kirin û gotin: Ya Xudan, tu ku, bi dilê hemû mirovan ve dizanî, te kîjanî ji van her duyan hilbijart, wî nîşan bide ku,
25
bila di vê xizmet û wezîfeya şagirtiyê de, cîhê ku Cihûda ji bo here cîhê xwe berda bigire!
26
Û wan ji bo vana pişkê avêtin, pişk ji Matiyas re ket û ew beşdarî yanzdeh şagirtan bû.
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 2 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28