bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Acts 20
Acts 20
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 19
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 21 →
1
Û piştî ku tevlihevî aş bû, Pawlos bangî şagirtan kir û wan teşwîq kir û xatir ji wan xwest û bona ku here Makêdonyayê derket rê.
2
Piştî ku ew li wan herêman geriya û bi gellek gotinan wan teşwîq kir, hate Grekîstanê.
3
Û wî sê mehe li wir derbas kir û gawa wî xwest ku bi rêya behrê ve biçe Sûriyê, ji ber ku Cihûdan dek û dolavek li dijî wî ava kiribûn, biryar da ku vegera xwe li ser rêya Makêdonyayê ve bike.
4
Û lawê Pîros Soparêyê Veriyayî, ji Selanîkiyan Arîstarkûs û Sêkûndûs, Gayoyê Derbêyî û Tîmotêyos û ji Asyayê Tîhîkûs û Trofîmos heta Asyayê bi wî re çûn.
5
Vana ji pêşiyê ve çûn û li Troasê li benda me man.
6
Em jî di paşî rojên Nanê Bêhavên de, ji Fîlîpê ve vebûn behrê û di pênc rojî de gîhaştin Troasê û hatin cem wan; em heft roj li wir man.
7
Dema di roja heftê ya yekemîn de, bona nan par bikin em hatin cem hev, Pawlos bi wan re axifî û ji ber wî nêt kir ku dotira rojê derkeve rê, gotina xwe heta nîvê şevê domand.
8
Li oda qatê jorîn ya ku em li wê civiyabûn, gellek qendîl hebûn.
9
Ciwanek bi navê Eftîko di şivakê de rûnişt, bi xewekî giran ve ket û her ku Pawlos axaftina xwe dirêj kir, di xewa xwe de têk çû û ji qatê sisiyan ve ket xwarê û bi mirîtî hate rakirin.
10
Pawlosê daket jêr, xwe avêt ser û wî himbêz kir û got: Galegalê mekin, ji ber ku canê wî di wî de ye!
11
Dîsa derket jor, nan parî kir û xwar, heta ku roj derket bi wan re, bi dirêjî axifî û ûsa derket rê.
12
Lê wan lawik bi zindî anîn û gellekî xemrevînî dîtin.
13
Em ji pêşiyê li keştiyê siwar bûn û bi nêta rahiştina Pawlos, ber bi Asosê ve derketin rê; ji ber ku ew bi xwe di nêta bi peyatî çûyînê ve ûsa xwestibû.
14
Dema li Asosê ji me re pêşwazitiyê kir, me wî girt keştiyê û em derbasî Mîdîliyê bûn.
15
Û ji wir em vebûn behrê û dotira rojê em gîhaştin ber girava Kîosê û dotira rojê me serîkî da Samosê û roja din em gîhaştin Mîletê.
16
Ji ber ku Pawlos, bona ku li Asyayê wext winda neke, biryar dabû ku bêsekin ji ber Efesê ve derbas bibe; ji ber ku ger mimkûn bibûya bona ku di roja Pentîkostê de li Orşelîmê be lez dikir.
17
Wî, ji Mîletê şand Efesê û kalepîrên Dêrê bangî cem xwe kir.
18
Û dema hatin cem wî, ji wan re got: Hûn bi xwe dizanin, ji roja yekemîn ve ku min gava xwe avêtiye Asyayê, hemûya wextê li cem we têkiliyên xwe çawa danîme;
19
bi dilnizmiyek bitûmî û di nava hêstirê çavan de, ji ber ceribandinên ku bi dek û dolavên Cihûdan ve hatiye serê min, xizmetê ji Xudan re kirim
20
û ji tu tiştên ku ji we re bi fêde ye, bona ku bidim bihîstin, xwe nedam alî
21
û bona, ji Xwedê re tobê û ji Xudanê me Îsa Mesîh re bawer kirinê, min him ji Grekan, him jî ji Cihûdan re şahdeyiyê kir û him bi eşkereyî, him jî xanî bi xanî gerê ve hînî we kir.
22
Û niha, a vay, ez di Ruh de bi girêdayî diçim Orşelîmê; li wê derê dê çi bê serê min, ez nizanim;
23
lê Ruhê Pîroz, li her bajarî ji min re şahdeyiyê dike û dibêje ku, tengasî û zincîr û qeyd li benda min in!
24
Lê belê ez ji bona xwe qet qîmetê nadim canê xwe; bes ku, bona ez dewra xwe û şahdeyiya Mizgîniya xêra Xwedê bikim, di xizmeta ku min ji Xudan Îsa ve stendiye de bi kefxweşiyê ve serfiraz bibim.
25
Û niha, a vay, ez dizanim ku, hûn, yên ez di nav wan de geriyam û Serweriya Xwedê têgîhandime wan, êdî wecê min nebînin.
26
Ji bo vê yekê, ez di roja îro de ji we re şahdeyî dikim ku, ez ji xwîna hemûyan paqij im.
27
Ji ber ku min xwe ji bo xwestina Xwedê ya bê kêmasî bighînim we neda alî.
28
Ji xwe re û bona ajotina Dêra ku Xudan bi xwîna xwe ve bi dest ve xistiye, li hemûya keriyê ku Ruhê Pîroz we ji wê re bi çavnêrîtiyê wezîfedar kiriye miqate bibin!
29
Ji ber ku ez dizanim, piştî ku ez herim, gurên hov yên keriyê neparêzin dê têkevin nav we
30
û bona ku şagirtan li pey xwe bibin, dê ji nava we jî kesên gotinên rêşaş bibêjin derkevin.
31
Ji ber vê yekê hişyar bin, bi bîr ve bînin ku min di nava sê salî de bêsekin, şev û roj, bi hêsirên çavan ve çawa yek û yek îkaz dikir.
32
Û ez niha we emanetî Xwedê û gotina xêra wî dikim; ew di hêza ku we pêş ve bibe û di nava hemû pîrozan de mêrasê bide we de ye.
33
Min qet çav bernedaye zîv, an jî zêr, an jî kincên tu kesî.
34
Hûn bi xwe dizanin ku, ji hewcedariyên min re û ji yên bi min re ne re, van destan xizmetê kirin.
35
Di her tiştî de nîşanî we dam ku, bi vî awayî ked kişandin û alîkarî kirina lawazan û bîranîna gotina Xudan Îsa bi xwe gotiye: Dayîn ji stendinê hîn jî dilşadtir e! hewce dike.
36
Û piştî ku wî van tiştan got, çong danî û bi hemûyan re dua kir.
37
Hemû zehf giriyan û xwe avêtin histuyê Pawlos û wî ramûsandin;
38
yê wan herî xemgîn kir, gotina wî ya, hûn ê êdî wecê min nebînin bû. Û wan heta keştiyê wî derbas kirin.
← Chapter 19
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 21 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28