bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Acts 7
Acts 7
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 6
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 8 →
1
Serokkahîn got: Ma ev tiştan wusa ne?
2
Wî jî got: Birano û bavno, guhdarî bikin! Dema hîn bapîrê me Birahîm li Mezopotamyayê bû, berî ku li Haranê bi cîh bibe, Xwedayê Mezin xuyayî wî bû
3
û ji wî re got: Ji welatê xwe û ji cem merivê xwe derkeve û here welatê ku ez ê nîşanî te bidim!
4
Wê demê ew ji welatê Kildaniyan derket û li Haranê bi cîh bû. Û piştî mirina bavê wî, Xwedê wî ji wir girt û anî vî welatê ku niha hûn li wê dijîn.
5
Û li vir jê re bi mêrasî cîhekî lingê xwe deyne jî neda wî; lê belê çaxa hîn zarokê wî tunebû, wir, bi milkî ji wî re û werta wî re dayînê wad kir.
6
Xwedê ûsa got: Dê neviyên te, li welatek xerîb, li biyaniyê bijîn û çar sed salî bi dîlitî bên şuxulandin û muamela xerab bibînin.
7
Û Xwedê got: Ez ê netewa ku ji wan re dîlitiyê bikin, bidim ceza kirin û paşî vêya dê ji wir derkevin û li vê derê ji min re peristinê bikin.
8
Û peymana sunetê da wî û bi vî awayî Birahîm bû bavê Îshaq û wî di roja heyştan de sunet kir û Îshaq bû bavê Aqûp, Aqûp jî bû bavê donzdeh bapîrên mezin.
9
Û bapîrên mezin çavnebariyê li Ûsiv kirin, wî bi dîlitî firotin Misirê û Xwedê bi wî re bû
10
û wî ji hemû tengasiyên wî ve xelas kir û li ber qiralê Misirê Fîrawûn xêr û zaniyarî da wî; wî jî ew li ser Misirê û hemûya mala xwe kir parêzger.
11
Û xela li hemû welatê Kenan û Misirê ve xist û tengasiyên mezin dest pê kirin û bapîrên me nikarîbûn xwarinê bidîtana.
12
Lê belê dema Aqûp bihîst ku li Misirê zad heye, cara pêşîn bapîrên me şand.
13
Û di cara duwemîn de, Ûsiv kîbûna xwe ji birayên xwe re got û werta Ûsiv ji Fîrawûn re eşkere bû.
14
Ûsiv jî xeber şand û bavê xwe Aqûp û hemû merivên xwe, heftê û pênc canî da bang kirinê.
15
Û Aqûp çû Misirê û ew jî û bapîrên me jî mirin.
16
Û cesedên wan anîn Şekemê û xistin goristana Birahîm, ya ku li Şekemê, ji Lawên Hamor ve bi bihayek pera ve stendibû.
17
Lê belê dema wexta rastbûna soza ku Xwedê ji Birahîm re daye nêzîk bû, li Misirê hejmara gel zehf zêde bûbû;
18
heta wê gavê ku, qiralekî din yê Ûsiv nas nedikir, li Misirê derket ser textê.
19
Ev qiral, ji nîjada me re fenekî kir û bona ku nejîn ji bo zarokên xwe bavêjin derve, zehmetê da bapîrên me.
20
Mûsa di wê demê de hate dinê û zehf xweşik bû û ew sê meh di mala bavê xwe de hate xwedî kirin.
21
Û gava wî avêtin derve; qîza Fîrawûn wî dît û ji xwe re kir zarok û wekî lawê wê be, wî mezin kir.
22
Û Mûsa di hemû beşên îlmê Misiriyan de hate perwerde kirin û him di gotinê de û him jî di lêkerê de bi qudret bû.
23
Lê belê dema sala çelan tijî kir, xwesteka dîtina rewşa birayên xwe, lawên Îsraêlê ket dilê wî.
24
Û gava ku wî dît, neheqiyê li yekî ji wan ve dikin, wî parast û bi kuştina Misiriyê ku neheqiyê dike, tola yê belengaz stend.
25
Wî zen dikir ku; birayên wî fêhm kirine ku, dê Xwedê bi destê wî ve xelasiyê bide wan; lê belê wan fêhm nekirin.
26
Dotira rojê dema wan keftûleftê dikirin, xwe nîşanî wan da û xwest ku wan li hev bîne û got: Efendîno, hûn bira ne; çima hûn neheqiyê li hev û din dikin?
27
Lê belê kesê ku neheqiyê li cîranê xwe dikir, wî bi alîkî ve tan da û got: Ma kî te li serê me kiriye rêvebir û dadger?
28
Ma mîna ku te do yê Misirî kuşt, tu dixwazî min jî bukujî?
29
Li ser vê gotina, Mûsa reviya û li welatê Mîdyanê bû mêvan, li wir bû bavê du lawî.
30
Û gava çel sal tijî bû, li çola Çiyayê Sînayê, di nava agirê sincikekê dişewite de, milyaketek ji wî re xuya bû.
31
Û gava Mûsa dît, bi vê dîtinê ve şaş ma û dema bona ku hîn jî ji nêzîka ve lê binihêre, nêzîk bû; dengê Xudan hat:
32
Ez Xwedayê bapîrên te, Xwedayê Birahîm û Îshaq û Aqûp im! Mûsayê bi tirs dilerziya, newêribû ku lê binihêre.
33
Lê belê Xudan ji wî re got: Çarixên xwe ji lingên xwe derxîne! Ji ber, cîhê ku tu li ser sekiniye, axa pîroz e!
34
Bi rastî jî min tengasiya netewa xwe yî li Misirê ye dît û nalînên wê bihîstim û bona xelaskirina wan daketim; niha were, ez ê te bişînim Misirê!
35
Ev Mûsaya, yê ku bi gotina: Kî te li serê me kiriye rêvebir û darazkir? nexwestin, Xwedê bi destê milyaketê ku di nava sincikê de ji wî re xuyanî bûye, wî bi rêvebirî û xelaskerbûniyê ve şand.
36
Wî zilama li Misirê û li Behra Gewez û çel sal li çolê bi çêkirina nuwaze û mûcîzetan wan derxist.
37
Yê ku ji lawên Îsraêlê re got: Dê Xwedê, ji nava birayên we peyxamberekî mîna min derxîne, ew Mûsaya ye.
38
Milyaketê ku li Çiyayê Sînayê jê re gotiye û yê ku bi bapîrên me re di Dêra çolê ye de bû ew bû; ew ku, bona bigêhîne me, gotinên zindî stend.
39
Û bapîrên me nexwestin ku ji wî re îtaet bikin; wî red kirin û bi dilê xwe vegeriyan Misirê.
40
Û ji Harûn re gotin: Îlahên pêşengiyê ji me re bikin, çêbike; ji ber, em nizanin ku ji wî Mûsayê me ji warê Misirê ve derxistiye re çi bûye!
41
Û di wan rojan de golikek çêkirin; ji senemê re qurbanê pêşkêş kirin û bi karên destên xwe ve kêfxweş bûn.
42
Û Xwedê wecê xwe ji wan ve zivirand û wan, bona qûlitiyê ji cismên ezmanî re bikin terikand; mîna ku di pirtûka peyxamberan de hatiye nivîsandin: Ya mala Îsraêlê, li çolê di çel salî de, ma we boraq û qurbanan bona min pêşkêş kirin?
43
We çadira Moloq û stêrka îlahê xwe Refan, bona ku ji wan re peristinê bikin, senemên ku we çêkiribûn kişandin. Û ez ê we ji Babîlê wêdetir bajom.
44
Bona li gor mînaka ku wî dîtiye ava bike, mîna yê ku bi Mûsa re axifiye emir dayiye, Çadira Şahdeyiyê li çolê bi kalikên me re bû.
45
Kalikên me bi dorê stendin û tevî Yêşû, wî anîn milkên neteweyan; Xwedê wan neteweyan heta rojên Dawid ji ber kalikên me ve qewirand.
46
Dawidê ecibandina Xwedê qezenc kir û xwest ku bona Xwedayê Aqûp sitargehekê ava bike.
47
Lê belê Silêman ji wî re xaniyek ava kir.
48
Çi heye ku, Yê Bilind, li xaniyên bi destan ve hatine ava kirin rûnanê; mîna ku peyxamber dibêje:
49
Ezman textê min û rûyê erdê pêlikên lingên min in. Ma hûn ê xaniyekî çawa ji min re ava bikin? Xudan dibêje; an jî cîhê ku ez lê rawestim ku der e?
50
Ma yê ku vana hemûyan ava kiriye, ne destê min in?
51
Ya zilamên ku histuyên wan hişk, dil û guhên wan bêsunet in! Hûn her tim li dijî Ruhê Pîroz disekinin; mîna ku bapîrên we kirine, hûn jî dikin!
52
Ma bapîrên we zordestiyê li kîjan peyxamberî nekirin ku? Û kesên hatina wî Salihî ji berê ve têgîhandin, kuştin; hûn jî niha bûn xayîn û qesasên wî!
53
Hûn ku, we zagonê mîna ku milyaketan rêz kirine girtin û pê negirtin.
54
Dema wan van tiştan bihîstin, zehf hêrs bûn û li ser wî diranan qîriçandin.
55
Lê belê wî, bi Ruhê Pîroz ve tijî çavên xwe wergerand ezmanan û li wir rewnaqiya Xwedê û Îsayê li rastê Xwedê ve sekinî dît
56
û got: A vay, ez vebûna ezmanan û sekina Lawê Mirov li rastê Xwedê dibînim!
57
Lê belê ew bi dengê bilind qêriyan û guhên xwe girtin û gişt pev re êrîşî ser wî kirin.
58
Û wî avêtin dervê bajêr û dan ber keviran û şahidan xeftanên xwe danîn ber lingê ciwanekî ku, navê wî Saûl bû.
59
Û dema Steyfan bi gotina: Ya Xudan Îsa, ruhê min bistîne! dua dikir, wî dan ber keviran.
60
Û wî çok da û bi dengekî bilind got: Ya Xudan, vî gunehî li wan bar meke! Û piştî ku wî vêya got, kete xewê.
← Chapter 6
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 8 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28