bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Acts 12
Acts 12
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 11
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 13 →
1
Di wê demê de qiral Hêrodês, bona xerabiyê bi wan bike, dest dirêjî hinek kesên ji Dêrê ne, kir.
2
Û wî Aqûpê birayê Yûhena, bi şûr ve kuşt.
3
Û dema dît ku Cihûdan ji vêya dilxweş dibin, pêş ve çû, bi Pêtrûs jî girt. Rojên Nanê Bêhavên bûn.
4
Û gava Pêtrûs da girtin, avêt girtîgehê û da destê çavnêriya çar taxim leşkeran; nêta wî ew bû ku wî paşî Fisihê derxîne ber gel.
5
Bi vê sedemê, Pêtrûs di girtîgehê de hate girtin; lê belê ji aliyê Dêrê ve, bona wî bi xîret ji Xwedê re dua dikirin.
6
Pêtrûs tam di şeva berî roja ku Hêrodês wî derxîne navendê de, bi zincîran ve girêdayî, di nava du leşkeran de raketîbû û notirvanan li ber derî li benda girtîgehê bûn.
7
Û a vay, milyaketekî Xudan hate xuyakirin û di hucrê de ronahiyek biriqî û wî xwe li sînga Pêtrûs xist û wî hişyar kir û got: Zû rabe! Û zincîr ji destên wî ve ketin.
8
Milyaket ji wî re got: Piştika xwe girê bide û çarixên xwe li pêy ke! Û wî ûsa kir. Û milyaket ji wî re got: Eba xwe li xwe bike û li pey min were!
9
Û ew li pey wî derket û çû û nizanîbû tiştê ku bi navgîniya milyaket ve bûye rast e, lê digot qey xewn û xeyalekî dibîne.
10
Nobedarên yekemîn û duwemîn derbas kirin û hatin deriyê hesin yê ku li bajêr vedibe; derî li ber wan bi xwe vebû; derketin derve û heta kuçekê meşiyan û milyaket hema ji wî cuda bû.
11
Dema hişê Pêtrûs hate serê wî, got: Ez niha bi rastî dizanim ku, Xudan milyaketê xwe şand û min ji destê Hêrodês û ji hemûyên ku gelê Cihûd hêvî dikirin, xelas kir.
12
Û piştî ku ew hay jê bû, çû mala Meryemê, mala dayika Yûhenayê bi navê Marqos tête zanîn; li wir gellek kes civiya bûn û dua dikirin.
13
Gava Pêtrûs li deriyê derve xist, keçikekî xizmetkar, bi navê Roda hate ku guh bidê.
14
Gava ku wê dengê Pêtrûs nas kir, ji kêfxweşiya xwe derî venekir û baz da hundir û got: Pêtrûs li ber derî disekine!
15
Ji wê re gotin: Tu dîn bûyî! Lê ji ber ku keçik rikand, wan jî gotin: Dibe ku milyaketê wî be!
16
Lê belê Pêtrûs lêxistina derî domand û dema wan vekirin û wî dîtin, ecêb man.
17
Lê belê wî bi destê xwe, bona bêdeng bimînin nîşan da wan û Xudan çawa wî ji girtîgehê derxistiye ji wan re got: Lê belê wî got: Vana bighînin Aqûp û birayan! Û ew derket û çû derekî din.
18
Û gava bû roj, bi gotina Pêtrûs çi bû, teşqela di nava leşkeran de ne hindik bû.
19
Hêrodês jî wî da gerandin, dema ku nedît, nobedaran da ber pirsan û bona kuştina wan emir da. Û ew ji Cihûstanê ve çû Sezariyê û li wir ma.
20
Hêrodês ji gelên Sûr û Saydayê re zehf hêrs bûbû; ew jî yek bûn û hatin cem wî û piştî ku seramojgarê qiral, Vîlastûs kişandin aliyê xwe, aşitiyê xwestin; ji ber ku xwarinên bona welatê wan, ji welatê qiral ve dihat.
21
Û di roja ku hatibû bijartin de, Hêrodêsê kincên xwe yî qiralî li xwe kiriye, li ser texta xwe rûnişt û axaftinekê ji wan re kir.
22
Û gel bi qêrîna: Ev ne dengê mirovekî, dengê Xwedê ye! diqêriyan.
23
Milyaketekî Xudan hema li wî xist; ji ber ku bilindahiyê nedabû Xwedê û ji aliyê kurman ve hate xwarin û can da.
24
Lê belê gotina Xwedê belav bû û zêde bû.
25
Barnabas û Saûl yên wezîfa xwe temam kiribûn, Yûhenayê bi navê Marqos ve tête zanîn jî girtin cem xwe û ji Orşelîmê ve vegeriyan.
← Chapter 11
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 13 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28