bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Acts 13
Acts 13
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 12
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 14 →
1
Li Antaqyayê, li Dêra ku li wê derê ye, peyxamber û mamoste hebûn: Barnabas, Şîmûnê ji wî re Nîger jî digotin, Lûkiyosê Kîrênêyî, Menahêmê bi fermandarê herêmê Hêrodês re mezin bûyî û Saûl.
2
Dema vana ji Xudan re peristinê dikirin û rojiyê digirtin, Ruhê Pîroz ji wan re got: Barnabas û Saûl bona wezîfa ku min bona wê bangî wan kirine, ji min re cuda bikin!
3
Bi vî awayî paşî ku rojî girtin û dua kirin, destên xwe danîn ser wan û şandin.
4
Bi vî awayî vana ji aliyê Ruhê Pîroz bi şandinê ve çûn Sêlêfkeyê û ji wir jî bi keştiyê derbasî Qibrisê bûn.
5
Û dema ew gîhaştin Selamîsê, li keniştên Cihûdan, dest bi belav kirina gotina Xwedê kirin. Yûhena jî di xizmeta wan de bû.
6
Û piştî ku ew li tevahiya giravê heta Pafosê geriyan, Cihûdekî, navê wî Baryêşû ye û sêrbaz û peyxamberek sexte ye dîtin;
7
ev zilam, walî Sergiyo, yê ku mirovekî baqil bû, li cem Pawlos bû. Walî, bangî Barnabas û Saûl kir û xwest ku gotina Xwedê guhdarî bike.
8
Çi heye ku sêrbaz Elîmas (ji ber ku navê wî bi vî awayî tête vergerandin) li dijberî wan rabû û nehişt ku walî baweriyê bîne.
9
Lê belê Saûl, yanê, Pawlos, bi Ruhê Pîroz ve tije bûyî, çavên xwe zîq da Elîmas
10
û got: Ya tu! Zilamê ku bi hemû fenekî û xerabiyê ve tijî ye; lawê Îblîs, neyarê her dadiyê; ma tuyê dev ji çewt kirina rêyên rast yên Xudan, bernede?
11
Û niha, a vay, destê Xudan li ser te ye û tuyê kor bibî û tuyê heta demekê nikaribe tîrêjên rojê bibînî! Û hema mij û tarî daket ser wî û çar zivirî û li yekî bi destê wî bigire û rê li ber veke geriya.
12
Wê gavê waliyê ku tiştên bû dît, bi hînkariya Xudan ve şaş û metal ma û baweriyê anî.
13
Pawlos û hevalên wî ji Pafosê ve vebûn û hatin Pergê ya Pamfîlyayê; Yûhena jî, ji wan veqetiya û vegeriya Orşelîmê.
14
Ew jî ji Pergê derbas bûn û hatin Antaqyaya Pîsîdyayê û roja Sebtê ketin keniştê û rûniştin.
15
Paşî zagonê û nivîsê peyxamberan xwendin, rêvebirên keniştê ji wan re şandin û gotin: Birano, ger şîretek ku hûn bidin gel hebe, kerem bikin, biaxifin!
16
Wê gavê Pawlos rabû ser pêlan û bi destê xwe nîşanekî kir û got: Ya mêrên Îsraêlê û hûn yên ji Xwedê ve ditirsin; guhdarî bikin!
17
Xwedayê vî gelê Îsraêlê, bapîrên me bijart û di dema li warê Misirê de xerîb bûn gel bilind kir û bi destê xwe yî xurt wan li wê derê derxistin.
18
Û li çolê nêzîkî çel salî, nazkirina wan kişand
19
û wî li welatê Kenanê heft netewe helaq kir û welatên wan bi vijagê di nava wan de par ve kir.
20
Û piştî vêya, wî qasî çarsed û pêncî salî heta dema Samûyêl peyxamber, darazkiran da wan.
21
Û piştî wê wan qiralekî xwest, Xwedê jî zilamekî ji eşîra Benyamînê; Saûlê lawê Kîşê çel salî da wan.
22
Û piştî ku wî ji textê daxist, bona wan Dawid bi qiralî anî serî û di derheqê wî de vê şahdeyiya kir û got: Min Dawidê lawê Îşay, zilamekî li gor dilê xwe dît, dê ew ê bi her xwestinên min bike.
23
Xwedê li gor sozê, ji Îsraêlê re Xelaskerekî ji nîjada vî zilamî, Îsa şand.
24
Berî hatina wî, Yehya ji hemû gelê Îsraêlê re toba vaftîzê waz kiribû.
25
Û dema Yehya dewra xwe temam kir, got: Hûn dibêjin qey ez kî me? Ez ne ew im. Lê belê a vay, li pey min yek tê; ez ne liyaq im ku bendê çarixa di lingê wî de ye vekim!
26
Birano, zarokên ji nîjada Birahîm û yên ji nava we, ji Xwedê ve ditirsin, ev gotina xelasiyê ji we re hate şandin.
27
Ji ber ku yên li Orşelîmê dijiyan û rêvebirên wan wî qebûl nekirin û bi mehkûm kirina wî, gotinên peyxamberan, yên her roja Sebtê tên xwendin anîn cîh.
28
Û di wî de tu sûcê ku mirinê heq kiriye nedîtin, lê dîsa jî ji Pîlato ve kuştina wî xwestin.
29
Û paşî her tiştên di derheqê wî de hatine nivîsandin anîn cîh, wî ji xaçê ve daxistin û xistin gorê.
30
Lê belê Xwedê, wî ji mirinê ve vejand.
31
Û ew bi rojan ji kesên ku bi wî re, ji Celîlê ve hatine Orşelîmê re xuyanî bû; niha ew li ber gel şahdeyê wî ne.
32
Û em Mizgîniya soza ku daye kalikan ji we re didin bihîstin;
33
Xwedê bi vejandina Îsa ve, soza ku daye kalikên me, bona me yên zarokên wan e aniye cîh; mîna ku di Zebûra duwemîn de jî hatiye nivîsandin: Tu Lawê min î, îroj ez ji te re bûm Bav.
34
Û di derheqê vejandina wî ya ji nava miriyan ku êdî venegere rizandinê de ûsa gotiye: Ez ê nîmetên pîroz û ewledar, yên Dawid bidim we.
35
Û bona vêya, li derekî din jî ûsa dibêje: Tuyê bernade ku pîrozê te rizandinê bibîne.
36
Ji ber, piştî ku wî di nifşeya xwe de, li gor miraza Xwedê xizmetê kir, Dawid di xew de çû û tevî bapîrên xwe bû û rizandinê dît.
37
Lê belê ew kesê ku Xwedê wî vejand, rizandinê nedît.
38
Niha birano, bizanibin ku, bexşandina gunehan bi wî ve ji we re tê agah kirin.
39
Û heçî kesê ku bawerî anîne, bi her sûcên ku hûn bi zagona Mûsa ve ji wan pak nabin, dê bi navgîniya wî ve bê pak kirin.
40
Niha bala xwe bidin, bila ev rewşa ku peyxamberan qala wê kiriye, neyê serê we:
41
Binihêrin, ya hûn, yên xor dibînin, şaş bimînin û helaq bibin! Ji ber ku ez di rojên we de karekî dikim, karekî ûsa ku, ger yekî ji we re bibêje, hûn qet bawer nabin!
42
Û gava Cihûd ji keniştê derdiketin, wan, bona ku ev gotin di roja Sebta ku were de ji wan re bête gotin lava kirin.
43
Û dema civaka li keniştê belav bû, gellekên Cihûdan û yên xerîbî vegeriyane Cihûdiyê û ji Xwedê re peristinê dikin li pey Pawlos û Barnabas çûn û ew jî bi wan re axifîn û wan teşwîq kirin ku bila di xêra Xwedê de pêdandî bimînin.
44
Di roja Sebta din de, hema hema hemûyên gelê bajêr, bona bihîstina gotina Xwedê civiyan.
45
Lê belê dema Cihûdan ajaweyê dîtin, bi çavnebariyê ve tijî bûn û li dijî gotinên Pawlos rabûn û kufr kirin.
46
Lê Pawlos û Barnabas bi cesaretê axifîn û gotin: Hewce dikir ku me pêşiyê gotina Xwedê bigîhanda we; madem ku hûn wê ji xwe davêjin û hûn daraziyê didin ku hûn ne liyaqî jiyana abadîn in, a vay, em jî vedigerin netewan.
47
Ji ber ku Xudan bi vî awayî emir daye me: Min te ji netewan re mîna ronahiyê danî ku, tu heta nîçikê rûyê erdê bona xelasiyê hebe!
48
Û dema neteweyan vêya bihîstin, kêfxweş bûn û gotina Xudan bilindtir kirin û heçiyên ku bona jiyana abadîn hatibûn bijartin, bawerî anîn.
49
Û gotina Xudan li hemûya welêt belav dibû.
50
Lê belê Cihûdan, pîrekên birêz yên peristinê ji Xwedê re dikin û zilamê pêşhatê bajêr in kişkişandin, bona Pawlos û Barnabas dest bi rêxistinek zordariyê kirin û wan avêtin derveyî sînorên xwe.
51
Vana jî toza lingên xwe li dijî wan dawişandin û çûn Qonyayê.
52
Lê belê şagirtan bi Ruhê Pîroz û kêfxweşiyê ve tijî bûn.
← Chapter 12
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 14 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28