bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Acts 16
Acts 16
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 15
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 17 →
1
Û Pawlos hate Derbê û Lîstrayê jî û a vay, li wê derê şagirtekî lawê pîrekek Cihûd, ya ku bawermend e, lê bavê wî jî Grek e, bi navê Tîmotêyos e hebû.
2
Ji aliyê birayên li Lîstra û Qonyayê ne ve, ji bo vî zilamî qenc şahdeyî dihat kirin.
3
Pawlos xwest ku wî jî bi xwe re bibe û ji ber Cihûdên li wan aliya bûn, wî ew girt û sunet kir; ji ber, hemûyan dizanibûn ku bavê wî Grek e.
4
Û gava ji bajaran derbas dibûn, biryarên ku şagirtên li Orşelîmê ne û kalepîran dane, têdigîhandin û dixwestin ku li gor vana bijîn.
5
Bi vî awayî Dêr di baweriyê de xwurt dibûn û hejmarên wan, roj bi roj zêde dibûn.
6
Piştî ku Ruhê Pîroz nehişt gotinê li Asyayê waz bidin, ew ji herêmên Frîgya û Galatyayê ve derbas bûn.
7
Dema hatin sînorê Mîsyayê xwestin ku derbasî Bitûnyayê bibin û Ruhê Îsa destûr neda wan.
8
Li ser vêya, ji Mîsyayê derbas bûn û hatin Troasê.
9
Wê şevê, Pawlos xewn û xeyalekî dît; li ber wî, zilamekî Makêdonî sekinîbû û li ber wî digeriya û digot: Derbasî Makêdonyayê bibe û alîkariyê ji me re bike!
10
Û gava wî vê xewn û xeyalê dît, em gîhaştin vê fikrê ku, Xwedê bona em Mizgîniyê belavî kesên wir bikin, bangî me dike, em hema bona çûyîna Makêdonyayê xebitîn.
11
Em ji Troasê ve ketin keştiyê û me raste rast berî da Samotraxê û dotira rojê çûn Neapolîsê
12
û ji wir derbasî Fîlîpiya navendekî Romayê ya bicîhbûnê û bajarê herî girîngî wê herêma Makêdonyayê ye, bûn û çend rojan em li vî bajarî man.
13
Roja Sebtê em ji deriyê bajêr derketin û çûn qeraxa çem; em difikirîn ku dê li wir cîhekî duê hebe û em rûniştin û me ji pîrekên li wir civiyane re got.
14
Ji bajarê Tiyatîrayê, bi navê Lîdya, pîrekek qumaşê erguwanî difiroşe û bi Xwedê ve diperiste, guh da me; bona ku bala xwe bide tiştên ji aliyê Pawlos ve dihatin gotin, Xudan dilê wê vekir.
15
Gava ew bi gelê mala xwe ve vaftîz bû, pîrekê lava kir û got: Ger hûn min bawerkirekî Xudan qebûl dikin, werin û li mala min bisekinin! Û zorê da me.
16
Û wusa bû ku, dema em diçûn cîhê duayê, keçikek dîl ya di wê de ruhê remildariyê heye û xeberan ji hatinê ve dida û bi vî awayî gellek qezencê ji efendiyên xwe re dianî rastî me hat.
17
Keçik, li pey Pawlos û me ve ket, qêriya û got: Ev zilamana qûlê Xwedayê bilind in, rêya xelasiyê têdighînin we!
18
Û wê gellek rojan vêya kir. Lê belê Pawlosê ku zehf bêaram bû, vegeriya û ji ruh re got: Ez bi navê Îsa Mesîh ve emir didim te, ji wê ve derkeve! Û hema di wê saetê de ruh derket.
19
Efendiyên keçikê dema dîtin ku hêviya qezenca wan tune bû, Pawlos û Sîlas girtin û kaşî qada sûkê, ber bi rayedaran ve kirin
20
û wan derxistin ber darazkiran û gotin: Ev zilamana Cihûd in û bajarê me zehf tevli hev dikin
21
û hin kevneşopên ku bona me Romayiyan qebûl kirin û çêkirinên wan ne caiz in, belav dikin!
22
Û li dijî wan gel bi hev re serî hildan û darazkiran emir dan ku bila kincên wan bên çirandin û bi dar ve bên lêxistin.
23
Û paşî gellek lêxistinê li wan kirin, wan avêtin girtîgehê û emir dan nobedar ku wan di bin ewledariyek qenc de bigire.
24
Wî jî, gava ku vî emrî stend, wan avêt aliyê girtîgehê yê hundir û lingên wan li qeydan xist.
25
Lê ber ve nîvê şevê Pawlos û Sîlas dua dikirin û bi qesîdeyan Xwedê bilindtir dikirin û girtiyan jî wan guhdarî dikirin.
26
Nişka ve erd hejînek mezin çê bû, wusa ku, girtîgeh ji bingehê ve lerizî û hema hemû derî vebûn û zincîrên her kesî vebûn.
27
Serokê zîndanê ji xewê ve hişyar bû, dît ku hemû deriyên girtîgehê vebûne; fikirî ku hemû girtî reviyane û bona xwe bikuje, destê xwe avêt şûrê xwe.
28
Lê belê Pawlos bi dengekî bilind qêriya û got: Tiştekî xerab bi xwe neke, ji ber ku em hemû li vir in!
29
Wî ronahiyê xwest û ket hundir, bi lerizandinê xwe avêt ber Pawlos û Sîlas.
30
Û wan derxistin derve û got: Efendîno, bona ku ez xelas bibim, divê ez çi bikim?
31
Wan jî gotin: Baweriyê bi Xudan Îsa ve bîne, bi vî awayî tuyê xelas bibî, tu û maliyên te!
32
Û wan ji wî re û ji hemûyên di mala wî de ne re gotina Xudan gotin.
33
Û di wê saeta şevê de wî wan girt cem xwe û birînên wan şuşt û ew hema bi hemû maliyên xwe re vaftîz bû.
34
Û ew birin mala xwe û sifrekê li ber wan danî û bi hemûyên maliyên xwe yî baweriyê ji Xwedê re anîne bi kêfxweşiyê ve coş dibû.
35
Dema bû roj, darazkiran wezîfedaran û bi wan re xebera: Wan zilamana serbest berdin! şandin.
36
Û serokê zîndanê van gotinan ji Pawlos re got: Darazkiran bona serbest berdana we emir şand, niha hûn dikarin derkevin; bi dilxweşiyê ve herin!
37
Lê belê Pawlos ji wan re got: Li ber gel li me, yên ku Romayî ne, xistin û me avêtin girtîgehê û ma niha me bi dizîka davêjin derve? Ev nabe; bila ew bi xwe werin û me derxînin!
38
Wezîfedaran van gotinan ji darazkiran re gotin û dema darazkiran bihîstin ku ew hemwelatiyên Romayê ne, tirsiyan.
39
Hatin û lava ji wan kirin û wan derxistin derve û bona ji bajêr ve herin rica ji wan kirin.
40
Gava ew ji girtîgehê ve derketin, çûn mala Lîdyayê û birayan dîtin, xemrevîniyê li wan kirin û çûn.
← Chapter 15
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 17 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28