bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Acts 25
Acts 25
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 24
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 26 →
1
Gava ku Fêstûs hate wilayetê, paşê sê rojî ew ji Sezariyê çû Orşelîmê.
2
Serokên kahînan û pêşhatiyên Cihûdan, giliyên xwe yî di derheqê Pawlos de gîhandin wî.
3
Û bona ku bîne Orşelîmê li dijî Pawlos ji xwe re xêrê xwestin û ji Fêstûs re rica kirin û bona ku wî di rê de bikujin dek û dolavê ava kirin.
4
Lê belê Fêstûs jî bersiva, Pawlos li Sezariyê bindest e, ew ê bi xwe jî di nêzîk de here wir da û got:
5
Yên di nava we de rayedar in, bila bi min re werin û ger di wî zilamî de tiştekî çewt hebe, bila wî sûcdar bikin!
6
Lê belê piştî ku ew ji deh rojî zêdetir di nava wan de ma; vegeriya Sezariyê û dotira rojê ew di kursiya darazkirinê de rûnişt û emir da ku bila Pawlos bînin.
7
Û dema ew ket hundir, Cihûdên ji Orşelîmê ve hatibûn, dora wî girtin û gellek sûcê giran ku nikaribûn wan îspat bikirina li wî kirin.
8
Pawlos bi gotina: Min ne li dijî zagona Cihûdan, ne li dijî Perestgehê, ne jî li dijî Qeyser tu sûcî nekiriye! xwe parast.
9
Lê belê Fêstûs xwest dilê Cihûdan qezenc bike, bi vî awayî bersivê da Pawlos û got: Tu dixwazî here Orşelîmê û wê derê li ber min ji van babetan ve bê daraz kirin?
10
Lê belê Pawlos got: Ez li ber kursiya Qeyser ya darazkirinê ve disekinim; divê ez li vir bême daraz kirin! Mîna ku tu jî baş dizanî, min li dijî Cihûdan qet neheqiyekî nekiriye.
11
Ji ber ku ger neheqiyek kiribim û tiştekî ku liyaqî mirinê ye kiribim, ez ji mirinê ve xwe nadim alî. Lê belê ger tu tiştê ku vana min bisûcdarî dikin, ne rast bin, tu kes nikare min bide destê wan. Ez doza xwe pêşkêşî Qeyser dikim!
12
Wê gavê Fêstûs, paşî ku bi sazûmanê re şêwirî, bersivê da: Te doza xwe pêşkêşî Qeyser kir; tuyê here cem Qeyser!
13
Piştî ku çend roj derbas bûn, qiral Agrîpa û Bernîkî hatin Sezariyê û silavê dan Fêstûs.
14
Û piştî ku ew gellek rojan li wir man, Fêstûs; doza Pawlos pêşkêşî qiral kir û got: Zilamekî ku ji aliyê Fêlîks ve girtî hatiye hiştin heye;
15
dema ez li Orşelîmê bûm, serokên kahînan û kalepîrên Cihûdan, giliyên xwe yî di derheqê wî de ji min re gotin û xwestin ku ez wî bi ceza bikim.
16
Bi gotina, berî ku kesê tête sûcdarî kirin bi gilîkaran re rûbirû neyê kirin û berî dayîna fersenda li dijî tometa ku di derheqê xwe de ye mafê parastinê jê re nehatibe dayîn, dayîna wî ne kevneşopa Romayiyan e, bersivê dam wan.
17
Û dema ew li vir civiyan, min tu wext derbas nekir, dotira rojê li ser kursiya darazkirinê ve rûniştim û bona ku zilam bînin emir dam.
18
Gava ku dawedarên rabûn û axifîn, tu sûcdariyek ku ez li benda wê me, li wî nekirin;
19
tenê di derheqê ola wan û mirovek mirî ye, lê belê li gor îdia kirina Pawlos ve hîn dijî, navê wî Îsa ye de, li dijî wî hinek pirsgirêkên wan hebûn.
20
Ji ber nizanîbûm ku ez ê çawa di derheqê van tiştan de lêpirsînê bikim, min ji wî re pirsî ku, bi çûna Orşelîmê û li wir di derheqê van tiştan de, bi darazbûnê razî ye, an jî na.
21
Lê belê bona ku Pawlos doza xwe gîhand Qeyser, li gor biryara Împarator xwest ku bindest bimîne; min jî emir da, heta roja ku ez wî bişînim cem Împarator, bila girtî bimîne.
22
Lê belê Agrîpa ji Fêstûs re got: Ez jî dixwazim ku vî zilamî guhdarî bikim! Û wî got: Tuyê sibê wî guhdarî bikî!
23
Dotira rojê gava ku Agrîpa û Bernîkî, bi debdebeyekê mezin hatin û bi fermandar û pêşhatiyên bajêr ve ketin dîwanxanê; li ser emrê Fêstûs, Pawlos anîn hundir.
24
Û Fêstûs got: Qiral Agrîpa û hemûyên ku li vir bi me re amade ne! Hûn vî zilamî dibînin, li Orşelîmê û li vir, hemûya civaka Cihûdan bona viya, bi gotina: Êdî jiyîna wî ne rast e! qêriyan û li min gilî kirin.
25
Lê belê min, tiştekî wî liyaqî mirinê yî kiribe nedît û ji ber ku wî bi xwe doza xwe pêşkêşî Awgûstos kiriye, bona şandina wî min biryar da.
26
Tu tiştên bi rastî nîne ku ez bona wî ji Efendiyê me re binivîsim; bo vê yekê min wî derxist ber we, bi taybetî jî ya qiral Agrîpa, wî derxistim ber te; bona ku paşî lêkolînê tiştekî minî ez binivîsim bila hebe.
27
Ji ber ku girtiyekî şandin û sûcên ku li dijî wî ne agahî nekirin, ji min re bêwate xuya dike.
← Chapter 24
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 26 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28