bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Acts 26
Acts 26
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 25
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 27 →
1
Û Agrîpa ji Pawlos re got: Ji te re destûr heye ku tu ji bo xwe bêje! Wê gavê Pawlos destê xwe dirêj kir û bi vî awayî dest bi parastina xwe kir:
2
Ya qiral Agrîpa! Ez xwe dilxweş dihesibînim; ji ber ku ez ê îroj parastina xwe yî di derheqê hemû sûcdar kirinê Cihûdan de li ber te bikim.
3
Bi taybetî ez bi vêya kêfxweş dibim ku, tu mirovekî hemû adet û pirsgirêkên Cihûdan ji nêz de dizanî ye. Ji bo vêya, ez ji te rica dikim ku tu bi sebir min guhdarî bike.
4
Hemûyên Cihûdan, dizanin ku divê di destpêkê de li welatê min, divê jî li Orşelîmê, di ciwaniya min de ez çawa dijiyam.
5
Min ji berê ve dinasin û ger bixwazin, karin şahdeyiyê bikin ku, ez endamê mezheba ola me ya herî dijwar, bi mezheba Fêrisiyan girêdayî ve jiya me.
6
Û niha, ji ber ku, min hêviya xwe bi wad a ku Xwedê daye bapîrên me ve girêdayiye li vir disekinim û tême daraz kirin;
7
donzdeh eşîrên me, bi şev û roj, bi xîret ji Xwedê re qûlitî kirinê ve hêvî dikin ku bigihêjin wê wadê. Ya qiral, sûcdariyên ku Cihûdan li min dikin, di derheqê vê hêviyê de ye!
8
Ma vejîna ku Xwedê miriyan divejîne, çima ji bo we tiştekî pê nayê bawer kirin tête hesibandin?
9
Bi rastî min jî li gor xwe digot ku, qey li dijî navê Îsayê Nisrêtî, hewcedariya kirina gellek tiştî heye.
10
Û vêya jî min li Orşelîmê çê kir û bi rayedariya ku min ji serokên kahînan ve stendibû, min gellekê pîrozan avêtin girtîgehê û dema ew hatin kuştin, min raya xwe li dijî wan da.
11
Ez li hemû keniştan digeriyam û zû bi zû min wan bi ceza dikir, bona kufrê bikin, zorê didam wan û ez ûsa har bûbûm ku, bona zulmê li wan bikim, diçûm bajarên biyan yên ew li wir dijîn jî.
12
Di vê navberê de gava ez bi rayedarî û wezîfeya serokên kahînan ve diçûm Şamê;
13
di wexta nîvrojê de, ya qiral, di rê de, min şewleyekî ji şewla rojê zêdetir dibiriqe dît, ji ezman ve hat û dora min û yên bi min re diçûn ronî kir.
14
Û gava em hemû ketin erdê, min bihîst ku, dengekî di zimanê Îbraniyan de ji min re dibêje: Saûl! Saûl! Çima tu zulmê li min dikî? Li dijî mesasê rabûnê, tu xesarê didî xwe!
15
Min jî got: Ya Xudan, tu kî yî? Û Xudan got: Ez Îsayê ku tu zilmê li wî dikî me!
16
Lê belê rabe û li ser pêlan bisekine! Ji ber, bona ku ez te di xizmeta xwe de peywirdar bikim, ji te re xuyanî bûm. Tuyê him ji tiştên ku te dîtine û him jî tiştên ku di derbarê xwe de nîşanî te bidim re şahidiyê bike.
17
Ez ê te ji destê gel û neteweyên ku niha te ji wan re dişînim ve xelas bikim;
18
da ku, ez te bona çavên wan vekim û wan ji tariyê vegerîne ronahiyê, ji serweriya Îblîs vegerîne Xwedê dişînim; ûsa ku, bila bi min baweriyê bînin û bigihêjin efûbûna gunehan û di nava yê pîroz hatine danîn de mêrasê bigirin!
19
Ji bo vêya, ya qiral Agrîpa, min li dijî çûna vê xewn û xeyala semavî nekir;
20
lê belê min pêşiyê ji yên ku li Şamê ne re û ji yên ku li Orşelîmê û li hemûya herêma Cihûstanê ne re û ji neteweyan re jî gîhandim ku, bila tobe bikin û vegerin Xwedê û karên liyaqî tobê ne bikin.
21
Ji ber vê yekê Cihûdan min li Perestgehê ve girtin û xwestin ku bikujin.
22
Lê belê heta îroj, Xwedê bûye alîkarê min, bi vê sayê ez li vir disekinim û biçûk û mezin, ji hemû kesî re şahdeyiyê dikim; gotinên ku ez dibêjim, xeynî gotinên peyxamberan û yên Mûsa ji berê ve gotine tiştek din nîn in;
23
yanê, wan têgîhandibûn ku, dê Mesîh êşê bikişîne û bi yekemînbûna kesên ji mirinê ve vejiyane, divê him ji gel û him jî ji neteweyan re mizgîniya ronahiyê bide bihîstin.
24
Û dema wî bi vî awayî parastina xwe didomand, Fêstûs bi dengekî bilind got: Pawlos, tu har bûyî! Zêde xwendin te dîn dike!
25
Lê belê Pawlos got: Fêstûsê birêz, ez har nebûme; lê gotinên rast û li gor aqilê ne dibêjim!
26
Ji ber, qiralê ku bi cesaretê jê re dibêjim jî bi van tiştan dizane. Ji ber ku ez di wê qenîetê de me ku, yekî ji vana jî jê re ne veşartî ne; ji ber ku ev di qozîkek de nehatine çêkirin!
27
Qiral Agrîpa, ma tu bi peyxamberan bawer dikî? Ez dizanim ku tu bawer dikî!
28
Agrîpa ji Pawlos re got: Ma tuyê di demekî ûsa kurt de min qanih bike û bike Mesîh î?
29
Lê belê Pawlos got: Dixwaze bila di demekî kurt de, dixwaze jî di demekî dirêj de bibe, ez ji Xwedê dixwazim ku tenê ne tu, hemû kesên ku îroj li min guhdarî dikin, li xeynî van zincîran mîna min bibin!
30
Û gava wî vêya got, qiral, walî, Bernîkî û yên bi wan re rûniştibûn rabûn.
31
Û gava şunda vekişîn, di nava xwe de axifîn û gotin: Ev zilam tiştekî ku ya hewceyî cezayê mirinê, an jî girtîbûnê dike, nake!
32
Lê belê Agrîpa ji Fêstûs re got: Ger vî zilama doza xwe neşanda Qeyser, dikarîbû serbest bihata berdan!
← Chapter 25
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 27 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28