bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Acts 2
Acts 2
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 3 →
1
Dema Roja Pentîkostê hat, ew hemû li cem hev civiya bûn.
2
Nişka ve ji ezman, dengekî mîna bayekî dijwar di bîr de tîne, hat û mala ku lê ne bitûmî dagirt.
3
Û dîtin ku tiştekên mîna zimanên ji agir belav bûn û daketin ser hemûyan.
4
Û ew hemû bi Ruhê Pîroz ve tijî bûn û bi zimanên biyanî yên ku Ruh wan dide axaftinê, dest bi axaftinê kirin.
5
Di wê demê de li Orşelîmê, Cihûdên oldar yên ji her neteweyên ku di bin ezman de ne, rûdiniştin.
6
Û dema ev deng hate bihîstin, gel li hev civiyan û ecêb man; ji ber ku her yekî dibihîstin ku ew bi zimanê wan ve diaxifin.
7
Di nav şaş û metaliyê de hemûyan ji hev û din re digotin: A vay, hemû ev kesên ku diaxifin ma ne Celîlî ne?
8
Û çawa dibe ku em her yek bi zimanên dayika xwe ve dibihîzin?
9
Em, Partî, Medî, Elamî û yên li Mezopotamyayê, li Cihûstanê û Kapadokyayê, li Pontûsê û Asyayê,
10
li Frîgya û Pamfîlyayê, li Misirê û Lîbyayê, yên nêzîkî herêma Kîrênê dijîn û mêvanên Romayî yên him ji derûnî Cihûd û him jî yê vegeriyane ser Cihûdiyê,
11
Kirêtayî û Ereb, dibihîzin ku karên Xwedê, yên mezin bi zimanê me ve têne axaftin!
12
Û hemû di nav heyranekiyê de ji hev û din re bi gotina: Divê ev çi be? dudilî dikirin.
13
Lê belê kesên din, bi gotina: Vana bi xemra şêrîn ve tijî bûne! tinazê kirin.
14
Lê belê Pêtrûsê bi Yanzdehan ve rabû ser pêlan û bi dengekî bilind ji wan re got: Ya Cihûdno û hemûyên ku li Orşelîmê rûdinin, bila ev ji aliyê we ve bête zanîn û guh bidin gotinên min!
15
Ji ber ku van zilamana, mîna ku hûn difikirin ne serxweş in; ji ber ku saet hîn sisiyê rojê ye!
16
Lê belê ev ya ku bûye, bi navgîniya peyxamber Yowêl ve hatiye têgihandin:
17
Û di rojên dawîn de dê wusa bibe ku, Xwedê dibêje, ez ê ji Ruhê xwe ve birijînim ser hemû mirovan; dê law û qîzên we peyxambertiyê bikin û dê ciwanên we xewn û xeyalan bibînin û dê kalepîrên we jî xewnan bibînin.
18
Di wan rojan de bi ser qûlên xwe ve û bi ser cariyên xwe ve, ez ê ji Ruhê xwe ve birijînim û ew ê dê peyxambertiyê bikin.
19
Û ez ê li jor, li ezman nuwazeyan û li jêr, li rûyê erdê nîşanan, hêlmên xwîn û agir û dûhê bidim.
20
Berî ku roja Xudan, ew roja mezin û bi rewnaq were, dê roj vegere tariyê û heyv vegere xwînê.
21
Û wusa bibe ku, her kesên ku bangî navê Xudan bikin, dê xelas bibin.
22
Ya mêrên Îsraêlê, van gotinan guhdarî bikin: Îsayê Nisretî, zilamê ku, ji aliyê Xwedê ve, bi karên bi qudret, mûcîzet û nuwazeyên ku Xwedê bi navgîniya wî, di nav we de kiriye, hatiye tesdîq kirin, çawa ku, hûn bi xwe jî dizanin;
23
wekî bi miraza Xwedê ya muqedder û bi ilmê wî yê bêpêşî, bi dest ve hatiye dayîn, we wî girtin û bi destê gunehkaran ve bi xaçê ve mix kirin û kuştin.
24
Xwedê dawî da êşên mirina wî û wî vejand; ji ber ku ji aliyê mirinê ve girtî mabûna wî ne mimkûn bû.
25
Lewma Dawid ji bo wî dibêje: Min Xudan her tim li pêşiya xwe dît, ji ber ku ew li aliyê minî rastê ye, ez nalerizim.
26
Ji bo vê yekê dilê min geş û zimanê min zehf kêfxweş bû; wekî din, dê bedena min jî di nava kêfxweşiyê de bijî.
27
Ji ber ku tuyê canê min li warê miriyan neterikîne û Pîrozê xwe ji rizandinê re bernede.
28
Te rêyên jiyanê nîşanî min da; tuyê bi rûyê xwe min bi kêfxweşiyê ve dagire!
29
Birano, divê ji we re, bona bapîrê mezin Dawid bi eşkeretî bête gotin ku: Ew him mir, him hate binaxkirin û gora wî heta îroj li cem me ye.
30
Niha, ji ber ku ew peyxamberek bû û dizanîbû, Xwedê jê re sond û qesem kiriye ku dê yekî ji bera werta wî li ser texta wî deyne rûniştinê,
31
ji berê ve dît û bi gotina; ew ne li warê miriyan ve hate berdan, ne jî bedena wî rizandinê dît, di derheqê vejîna Mesîh de got.
32
Xwedê, vî Îsayî vejand û em hemû şahdê vêya ne.
33
Niha bi destê Xwedê yê rastê ve hatiye bilind kirin, ji Bav ve wada Ruhê Pîroz stendiye û tiştê ku hûn dibînin û dibihîzin rijand.
34
Ji ber ku Dawid hilnekişiyaye ezmên, lê belê ew bi xwe dibêje: Xudan ji Xudanê min re got:
35
Heta ku ez neyarên te ji lingên te re pêlik deynim; li rastê min rûnê.
36
Niha, bi vî awayî bila hemûya mala Îsraêlê bi rastî jî vêya bizanibin ku; Xwedê, ev Îsayê ku we xaç kir, kiriye him Xudan, him jî Mesîh!
37
Lê belê gava wan vana bihîstin, dilê wan weke derzî derzî bûbe; ji Pêtrûs û şagirtên din re gotin: Birano, ma em çi bikin?
38
Pêtrûs jî ji wan re got: Bona ku gunehên we bêne efû kirin, tobe bikin, bila her yekî ji we bi navê Îsa Mesîh ve vaftîz bibe; bi vî awayî hûn ê xelata Ruhê Pîroz bistînin.
39
Ji ber ku wad, ji we re û ji zarokên we re û ji hemû kesên li dûr re ne û bona her kesên ku Xudan, Xwedayê me bang bike re ye.
40
Û wî wekî din hîn bi gellek gotinan şahdeyî da û wan îkaz kir û got: Xwe ji vê nifşeya rêşaş ve xelas bikin!
41
Yên ku guh dan gotinên wî vaftîz bûn û wê rojê nêzîkê sê hezar can beşdarî wan bûn.
42
Û wan di hînkariya şagirtan de, di hevbeşiyê de, di nan parî kirinê de û di duayê de dom dikirin.
43
Tirs ket her canî û bi navgîniya şagirtan ve gellek mûcîzet û nuwaze dihatin ava kirin.
44
Hemû bawerkiran li cem hev diman û her tiştî bi şirîkantî par dikirin;
45
wan mal û milkên xwe difirotin û wan li gor motajiyê belavî her kesî dikirin.
46
Û ew her roj li Perestgehê diciviyan, li malan nan dişkenandin û bi kêfxweşiyê û bi sadeyiya dil ve xwarinê dixwarin.
47
Pesnê Xwedê didan, ecibandina hemûya gel qezenc kiribûn. Xudan jî her roj, kesên ku nû xelas bûne tevî wan dikir.
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 3 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28