bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Acts 3
Acts 3
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 4 →
1
Pêtrûs û Yûhena di saeta nehemîn ya wexta ku dua kirinê ye de, diçûn Perestgehê.
2
Û mirovekî, ji dayîkbûyînê ve kûd bû dihat birin, bona ku ji kesên dikevin Perestgehê parsê bixwaze, her roj wî dianîn û datanîn cem Deriyê Perestgehê ku jê re: Ya Xweşik tête gotin.
3
Û wî dema ku dît Pêtrûs û Yûhena dikevin Perestgehê, ji wan sedeqe xwest.
4
Pêtrûs bi Yûhena re li wî nihêrt û got: Li me binihêre!
5
Û zilam bi hêviya ku tiştekî ji wan ve bistîne, bala xwe da wan.
6
Lê belê Pêtrûs got: Zêr û zîvê min nîne, lê belê ez, yê bi min re heye didim te: Bi navê Îsa Mesîhê Nisretî rabe û bimeşe!
7
Û bi destê wî yî rastê girt û wî rakir; wê demê lingên wî û hestiyên pahniyên wî quwetê dîtin.
8
Tûl da û rabû ser pêlan, dest bi meşê kir; bi meş û tûlbûnê û bi pesnvedana Xwedê, bi wan re ket Perestgehê.
9
Hemû gel wî di meşandin û pesnvedana Xwedê de dîtin.
10
Û wan jî wî nas kirin, ew zilamê ku di deriyê Xweşik yê Perestgehê de bona parsê rûdinê ev bû û ji ber ya ku ji wî re bûye, bi şaşî û metaliyê ve tijî bûn.
11
Û gava ku hîn zilam bi Pêtrûs û Yûhena ve digirt; hemû gel di nava şaşiyekê de, li cîhê ku bi navê: Eywana Silêman tête binav kirin, ber bi wan ve baz dan.
12
Dema Pêtrûs vêya dît; bangî gel kir: Ya zilamên Îsraêl, çima hûn bi vêya şaş man? An jî wekî ku me bi hêz û teqwaya xwe wî meşandibin; çima we berê xwe daye me ûsa zîq li me dinihêrin?
13
Xwedayê Birahîm, Îshaq û Aqûp, Xwedayê bapîrên me, qûlê xwe Îsa bilind kir; we wî dan dest û dema Pîlato biryar da ku wî serbest berde, we wî li ber Pîlato înkar kir.
14
Û we yê Pîroz û dad red kir û we xwestin ku qesasek ji we re bête bexşandin.
15
Û we Serokê jiyanê kuşt! Lê belê Xwedê wî ji mirinê vejand; em şahdeyê vêya ne.
16
Baweriya bi navê wî ve ev zilamê ku hûn dibînin û nas dikin navê wî xurt kir û baweriya ku bi navgîniya wî ye, li hemberî we hemûyan vê tenduristiya bitûmî da wî zilamî.
17
Niha ya birano, ez dizanim ku, mîna rêvebirên we, we jî ji ber nezaniya xwe ûsa kirin;
18
lê belê Xwedê, hemû tiştên ku di derheqê jan kişandina Mesîhê xwe de, bi devê hemû peyxamberan ve daye têgihandin, bi vî awayî anî cîh.
19
Bi vî awayî bona ku gunehên we bên paqijkirin tobe bikin û vegerin, da ku, bila ji ber Xudan wextên nûbûnê werin
20
û bila Mesîh Îsayê ku bona we ji berê ve hatiye bijartin bişîne;
21
heta vegerandina hemû tiştên ku Xwedê ji bastanê ve, bi devê hemû peyxamberên pîroz ve têgihandiye, hewce dike ku ezman wî qebûl bike.
22
Ji ber ku Mûsa ji kalikan re gotibû: Dê Xudan, Xwedanê we, ji we re di nava birayên we de, peyxamberekî mîna min derxîne; di her tiştî de, her gotinê ku ew ji we re bibêje, hûn ê guhdarî bikin.
23
Û dê wusa bibe ku, ji netewê, her canê ku guh nede wî peyxamberî, dê bête helaq kirin.
24
Û hemû peyxamberan, Samûyêl û yên li pey wî hatine û axifîne; hemûyan jî van rojan dane bihîstin.
25
Hûn lawê peymana bi gotina ku wî ji peyxamberan re û ji Birahîm re gotiye: Dê hemû malbatên erdê di nifşeya te de bête pîroz kirin, Xwedê bi kalikên we re birriye ne.
26
Xwedê, bona ku we her yekî ji rêyên xerab vegerîne û pîroz bike, Qûlê xwe vejand û pêşiyê ji we re şand!
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 4 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28