bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Acts 4
Acts 4
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 5 →
1
Û dema wan ji netewê re digotin; kahînan, fermandarê Perestgehê û Sadûqiyan, ji ber ku hînî gel dikirin
2
û di Îsa de ji miriyan vejînê ve bang dikirin, zehf xeyîdîn û bi ser wan ve meşiyan.
3
Û bi wan girtin û heta roja din wan di girtîgehê de hiştin, ji ber ku jixwe êvar bû.
4
Lê belê gellekên ku gotinê bihîstin, baweriyê anîn û hejmara zilaman bû qasî pênc hezarî.
5
Û dotira rojê wusa bû ku, rêvebirên wan, kalepîrên wan û zaniyarên wanî olê li Orşelîmê civiyan;
6
xeynî Serokkahîn Hena, Qayafa, Yûhena, Skender û yên dinî ji nîjada Serokkahîn in jî li wir bûn.
7
Û dema wan di navberê de sekinandin ji wan pirsîn: We vêya bi kîjan qudretê, an jî bi kîjan navî çêkirin?
8
Wê demê Pêtrûs, bi Ruhê Pîroz ve tijî bû û ji wan re got: Ya rêvebirên gel û kalepîrno!
9
Ger em îroj di derheqê karê qenc ya ji zilamê nexweş re bûye û ka bi çi re şîfayê dîtiye de têne vekolîn kirin,
10
bila ji aliyê we û ji hemûya gelê Îsraêlê ve bête zanîn ku; ev zilama bi saya navê Îsa Mesîhê ku we xaç kir, lê belê Xwedê ji mirinê ve vejand, li ber we ûsa saxlem disekine.
11
Ev, ew kevir e ku, ji aliyê we avakiran ve hatiye red kirin, bûye serkevirê quncikê ye.
12
Û wekî din di tu kesî de xelasî nîne; ji ber ku di binya ezmên de di nav mirovan de wekî din navekî ku hatiye dayîn nîne ku, em bikaribin bi wî xelas bibin!
13
Lê belê gava wan mêrxasiya Pêtrûs û Yûhena dîtin û hîn bûn ku vana kesên rêzî û perwerdê nedîtine ne, ecêb man û fêhm kirin ku ew bi Îsa re mane.
14
Û zilamê hatiye baş kirin, tevî wan sekinî dîtin, nekarîn ku li dijî vêya bêjin.
15
Lê belê paşî emir dan wan ku derkevin derve, rewşê di nav xwe de guftego kirin û gotin:
16
Ma em ê ji van zilamana re çi bikin? Ji ber ku hemû kesên li Orşelîmê dijîn, dizanin ku bi destê vana mûcîzetek serrêzî çê bûye û em nikarin vêya înkar bikin.
17
Lê belê bona ku di nava netewê de hîn jî zêde belav nebe, em gefan li wan bidin ku bila êdî bi vî navî, gotinê ji kesî re nebêjin!
18
Û bangî wan kirin, bona ku tu carî bi navê Îsa nebêjin û nedin hînkirinê, emir dan wan.
19
Lê belê Pêtrûs û Yûhena bersivê dan wan û gotin: Ma ji Xwedê zêdetir guhdana gotina we, di çavê Xwedê de rast e? hûn darizînin!
20
Ji ber ku em bêyî têgîhandina dîtin û bihîstinên xwe nikarin bisekinin!
21
Û ji ber gel bi nezaniya ku, ka dê wan çawa bi ceza bikin, hîn gellekî din gefa li wan xwarin û wan berdan, ji ber, her kes ji bona karê ku bûye Xwedê bilindtir dikirin.
22
Ji ber, temenê zilamê ku li ser wî mûcîzeta şifê çêbûbû, çelî derbas kiribû.
23
Paşî ku ew serbest hatin berdan, vegeriyan cem hevalên xwe û hemû tiştên ku serokên kahînan û kalepîran ji wan re gotine têgîhandin wan.
24
Û dema wan vana bihîstin, bi hev re deng ji Xwedê re bilind kirin û gotin: Ya Xudan, Xwedayê ku erd û ezman û behrê û hemûyên di nava wan de afirandiye tu yî.
25
Te bi navgîniya Ruhê Pîroz, ji devê bapîrê me Dawid ve got: Çima netewe hêrs bûn û gelan sazûmanên vala ava kirin?
26
Qiralên rûyê erdê rêz bûn û rêvebiran, li dijî Xudan û Mesîhê wî, hatin cem hev.
27
Belê, bi rastî jî Hêrodês û Pontiyûs Pîlato, di vî bajarî de bi gelê Îsraêl û neteweyan ve yek bûn û li dijî qûlê te Îsayê ku te mesh kiriye, civiyan.
28
Her tiştên ku bi hêz û xwestina te, te ji berê ve bi xwe qirar dabû, anîn cîh.
29
Û niha, ya Xudan, li gefên wan binihêre! Hêzê bide qûlên xwe ku, bila biwêrin gotinên te bibêjin;
30
bona bi navê qûlên te yî Pîroz Îsa, başkirina nexweşan, bona afirandina nuwaze û mûcîzetan destê xwe dirêj bike!
31
Û piştî ku wan dua kirin, cîhê ku lê civiyabûn hejiya; hemû bi Ruhê Pîroz ve tijî bûn û bi metirsî gotina Xwedê digotin.
32
Civaka bawerkiran yek dil û yek can bû û tu kes, bona tiştekî ku xwediyê wê ye nedigot: Ev ya min e; lê belê her tişt ji bo wan hevpar bû.
33
Û şagirtan, ji vejîna Xudan Îsa re, bi awayekî bi bandûr şahdeyiyê dikirin û lutfa mezin li ser hemûyan bû.
34
Ji ber ku di nav wan de tu kesî xizan tune bû; lewma hemû kesên xwedî zevî an jî xwedî xanî, vana difirotin û berdêla vana dianîn
35
û li ber lingên şagirtan datanîn û ev jî ji her kesî re, li gor motajiya wî kesî dihat par kirin.
36
Zeviyekî Ûsivê Qibrisî, zilamê Lêwiyî yê ku ji aliyê şagirtan ve bi navê Barnabas (ku bê vergerandin, tê mana: Lawê Xemrevînê) tête gotin û bîranîn hebû
37
û wê firot, pere anî û danî li ber lingên şagirtan.
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 5 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28