bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Acts 23
Acts 23
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 22
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 24 →
1
Pawlos li Lijneya Bilind bi balkêşî nihêrt û got: Ya mêrno û birano, ez heta îrojê, li ber Xwedê, bi ûcdanek bitûmî qenc dijiyam.
2
Û Serokkahîn Hananya, emir da ku yên li cem wî disekinin, bila li devê wî bixin.
3
Wê gavê Pawlos ji wî re got: Ya dîwarê bi sîwax, dê Xwedê li te bixe! Ma tu him min, bona li gor zagonê daraz bikî rûniştiye û him jî, li dijî zagonê emir dide ku bila li min bixin?
4
Û yên li cemê disekiniyan gotin: Ma tu heqaretê li Serokkahînê Xwedê dikî?
5
Pawlos jî got: Birano, min nizanîbû ku Serokkahîn e. Ji ber ku hatiye nivîsandin: Tu ji bona serokê gelê xwe bi xerabî nebêje.
6
Û Pawlosê fêhm kir ku, hinekên li wir in, ji mezheba Sadûqiyan û hinekan jî ji mezheba Fêrisiyan e, di Civata Netewî de qêriya: Birano, ez Fêrisî û kurê Fêrisî me; ez ji ber hêviya ku dê mirî bivejin, tême daraz kirin!
7
Gava ku wî vêya got, di navbera Fêrisî û Sadûqiyan de keftûleftiyek bû û Sazûman bû du parî.
8
Ji ber ku Sadûqî dibêjin, ji mirinê ve vejîn, milyaket û ruh tunene; lê belê Fêrisî ji her duyan re jî mukur tên.
9
Tevliheviyek mezin bû û hinek alimên zagonê yên ji mezheba Fêrisiyan rabûn û bi keftûleftê ve gotin: Em di vî zilamî de qet xerabiyekê nabînin û ger ruhek an jî milyaketekî jê re gotibe, dê çi dibe?
10
Û gava keftûleftek mezin bû, fermandar, ji ber ku dê Pawlos bikujin zehf tirsiya; emir da leşkeran ku dakevin jêr, wî bizorê ji nav wan bikişînin û bibin kelehê.
11
Dotira şevê Xudan li cem wî sekinî û got: Dilawêr be, Pawlos! Ji ber ku divê te çawa li Orşelîmê di derheqê min de şahdeyiyê kir, hewce dike ku tu li Romayê jî ûsa bikî.
12
Gava ku bû roj, Cihûdan di nav xwe de, peymanekê bi dizî çêkirin û bi gotina: Heta ku em Pawlos nekujin, ger em tiştekî bixwin û vexwin, bila nalet li me be! sond xwarin.
13
Û hejmara kesên beşdarî vê sondê bûbûn, çelî derbas dikir.
14
Vana çûn cem serokên kahînan û kalepîran û gotin: Me bi gotina, heta ku em Pawlos nekujin, ger em tiştekî tahm bikin, bila nalet li me be! sondê xwarin.
15
Niha hûn, tevî Civata Netewî, mîna lêgerînê hîn jî bi kûrî, li ser rewşa di derheqê Pawlos de bikin, ji fermandar rica bikin ku bila wî ji we re bîne; em jî, hîn berî ku ew nêzîk bê, bona kuştina wî amade bibin!
16
Lê belê lawê xwuşka Pawlos bihîst ku wan kemîn danîne; hate û ket kelehê û ji Pawlos re têgîhand.
17
Pawlos jî serpelekî bangî cem xwe kir û got: Vî xortî ji fermandar re bibe, ji ber, tiştekî ku bighîne wî heye!
18
Wî, ew girt û bir cem fermandar û got: Pawlosê girtî min bangî cem xwe kir û rica kir ku ez vî xortî bînim cem te; tiştekî wî yî bighîne te heye.
19
Fermandar jî bi destê wî girt û kişand aliyekî, pirsa: Tiştê ku tu dixwaze bighîne min çî ye? ji wî ve pirsî.
20
Û wî got: Cihûdan yekgotinî kirin; mîna ku rewşa di derheqê Pawlos de hîn jî bi kûrî lêgerînê bikin, dê sibê ji te re rica bikin ku tu wî bibî cem Civata Netewî.
21
Lê belê tu bi wan nexape! Ji ber ku di nava wan de ji çelî zêdetir kes, kemînê danîne û li benda wî ne û bi gotina: Heta ku em wî nekujin, ger em tiştekî bixwin û vexwin, bila nalet li me be! sond xwarin; niha amade ne û li benda soza te ne.
22
Wê çaxê fermandar bi gotina: Tu ji tu kesî re nebêje ku te van tiştan têgîhandiye min, temmî kir û yê ciwan berda.
23
Û wî bangî du serpelî kir û got: Bona saet di sisiyê şevê de herin Sezariyê, du sed leşker, heftê siwarî û du sedê bi rim amade bikin
24
û bona ku hûn Pawlos li wê siwar bikin û bi saxî bighînin cem walî Fêlîks, heywanan jî amade bikin!
25
Û wî nameyek ûsa nivîsand:
26
Klawdiyo Lîsîas, ji waliyê birêz Fêlîks re silav dike!
27
Cihûdan vî zilamî girtibûn û hindik mabû ku wî bukujin; çi heye ku dema min bihîst ew niştewarê Romayê ye, ez bi leşkeran ve gîhaştim û wî xelas kirim.
28
Ji ber ku min dixwest fêhm bikim ka wî bi çi sûcdar dikin, min wî derxist ber Civata Netewî ya wan.
29
Ez hîn bûm ku, sûcdarî kirin di derheqê hinek pirsgirêkên zagona wan de ye; lê tu sûcdarî kirina hewceyî cezaya mirinê, an jî hepsê dikir nedîtim.
30
Û dema ji min re hate têgîhandin ku ji aliyê Cihûdan ve kemînek bona vî zilamî hatiye avêtin, wî hema ji te re şandim. Min emir da yên wî sûcdar dikin ku bila giliyên xwe yî di derheqê wî de li ber te bibêjin. Bi xatirê te!
31
Leşkeran li gor emrê ji wan re hatiye dayîn, Pawlos girtin û şevê birin Antîpatrîsê.
32
Wan, dotira rojê siwariyan bona ku bi Pawlos re biçin, berdan û dîsa vegeriyan leşkergehê.
33
Ew jî dema gîhaştin Sezariyê, nameyê dan walî û Pawlos jî derxistin pêşberî wî.
34
Piştî ku walî nameyê xwend, ji wî pirsî ku, ka ji kîjan wilayetî ye û dema bihîst ku ji Kîlîkyayê ye, got:
35
Ger yên giliyê te dikin jî werin, wê demê ez ê te guhdarî bikim! Û bona ku wî di qesra Hêrodês de di bin çavan de bigirin emir da.
← Chapter 22
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 24 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28