bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Acts 19
Acts 19
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 18
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 20 →
1
Û wusa bû ku, dema Apollos li Korîntê bû, Pawlos ji herêmên jorîn ve derbas bû û hat Efesê. Û gava ku wî çend şagirt dît,
2
wî ji wan re got: Dema we bawerî anîn, ma we Ruhê Pîroz girtin? Lê belê wan ji wî re gotin: Me, hebûna Ruhê Pîroz jî nebihîstine!
3
Û wî ji wan re got: Wê çaxê hûn li ser çi vaftîz bûn? Wan gotin: Li ser vaftîza Yehya.
4
Pawlos got: Yehya ji netewê re bi gotina, ji yê ku li pêy xwe tê ve, yanê, bi Îsa bawerî anînê ve digot û bi vaftîza tobê ve vaftîzê kir.
5
Wan jî dema vêya bihîstin, bi navê Xudan Îsa ve vaftîz bûn.
6
Û dema Pawlos destê xwe danî ser wan, Ruhê Pîroz hate ser wan û bi zimanan ve diaxifîn û peyxambertiyê dikirin.
7
Hemû hema hema donzdeh zilam bûn.
8
Û ew kete keniştê û bi cesaretê dest bi axaftinê kir, di nava sê mehî de, bi kesên li wir in re ket guftegoyê û sekinî, wan bona bi Serweriya Xwedê ve qanih bike şuxulî.
9
Lê belê gava hinekan bi awayekî dijwar, bona bawer nebin inyadê kirin û Rê li ber çavê civatê bi xerabî dan nasîn; Pawlos ji wan veqetiya û şagirt cuda kirin û li dersxana Tîrano her roj guftegoyên xwe domandin.
10
Vêya du salî dom kir; ûsa ku, him Cihûd, him jî Grek, hemû kesên li Asyayê dijîn, gotina Xudan bihîstin.
11
Û Xwedê, bi destê Pawlos ve mûcîzetên derasayî pêk dianî;
12
ûsa ku, destmal an jî pêştmalên li bedena wî ketine, dema ji nexweşan re dibirin û nexweşiyan ji wan diçûn û ruhên xerab ji hundirê wan ve derdiketin.
13
Lê belê hinek Cihûdên li dora herêmê digeriyan jî bi qewirandina ruhê xerab ve mijûl dibûn, dest bi yên bindestê ruhên xerab in, bi bîranîna navê Xudan Îsa ve xelas bikin kirin; bi navê Îsayê ku Pawlos dide nasîn em ji we re emir dikin! digotin.
14
Û ji yên ku vêya dikirin, heft lawên Skevayê ku Serokkahînekî Cihûdî ye hebûn.
15
Lê belê ruhê xerab bersivê da û ji wan re got: Ez Îsa nas dikim, Pawlos jî dizanim, lê belê hûn kî ne?
16
Û zilamê ku ruhê xerab di wî de ye, êrîşî wan kir, ji wan dudo mexlûb kir; ûsa ku, ew bi tazîtî û birîndarî ji wê malê reviyan.
17
Û hemûyên ku li Efesê rûdiniştin, vêya bihîstin; him Cihûdan him jî Grekan û tirs kete ser hemûyan û navê Xudan Îsa, hate bilind kirin.
18
Gellekên bawerî anîne jî dihatin, xerabiyên ku kirine eşkere dikirin û digotin.
19
Gellek kesê bi sêhrê mijûl bûne jî pirtûkên xwe civandin û li ber her kesî şewitandin û berdêla wan hesibandin, dîtin ku pêncî hezar zîv dikir.
20
Bi vî awayî gotina Xudan bi qudretê belav dibû û xurt dibû.
21
Gava ev tiştana qediyan, Pawlos di ruh de nêt kir ku, ji Makêdonyayê û Ahayayê derbas bibe, biçe Orşelîmê û got: Paşî ez herim wir, hewce dike ku ez Romayê jî bibînim!
22
Du alîkirê xwe, Tîmotêyos û Êrastûs şand Makêdonyayê û ew bi xwe demekî din jî li Asyayê ma.
23
Lê belê di wê demê de, tevliheviya ku di derheqê Rê de derket, ne hindik bû.
24
Ji ber ku zêrkarê bi navê Dîmîtriyos, bûkên perestgeha Artêmîs yên zîvî çê dikir û bi vî awayî ji hunermendê karên destan re gellekî kar derdixist.
25
Û wî hunermendan û yên ku bi karên mîna vêya mijûl dibin civand û ji wan re got: Efendîno, hûn dizanin ku dewlemendiya me ji vî karî ye.
26
Û hûn dibînin û dibihîzin ku, ev Pawlos bi gotina, yên ku bi destan ve têne çêkirin ne îlah in, ne tenê li Efesê, lê belê hema li hemûya Asyayê pirr kesî xapand û ji rê ve çewt kir.
27
Û xeter, tenê ne ji giramiyê ketina vê hunera me ye; lê belê bi tune hesibandina perestgeha îlahe ya mezin Artemîs, bi nizm kirina mezinahiya îlahe ya hemûya Asya û dinê pê diperistin e.
28
Û dema ku wan vêya bihîstin, bi hêrs ve tijî bûn û bi qêrîna: Artemîsa Efesiyan mezin e! qêriyan.
29
Û bajar bi tevliheviyê ve tijî bû û hemû pevra rêhevalên Pawlos, Gayûsê Makêdonî û Arîstarko girtin, bi erdê ve kaş kirin û êrîşî şanogehê kirin.
30
Gava ku Pawlos xwest têkeve nav gel, şagirtan wî nehiştin.
31
Hinek rêvebirên Asyayê jî, yên ku hevalê wî bûn, ji wî re xeber şandin û bona li şanogehê nêdîtin, li ber wî geriyan.
32
Ji ber ku civak di nava tevliheviyê de bû; her yekî, tiştekî din diqêriyan û gellekan nizanîbûn ku ka ew bona çi civiyane.
33
Û Cihûdan Îskender pêş ve ajotin û ji ajawê derxistin. Û Îskender bi destê xwe ve nîşanê da, xwest ku li ber gel parastina xwe bike.
34
Lê belê dema wan fêhm kirin ku ew Cihûd e, nêzîkî du saetî hemû, bi devekî qêrîna: Artemîsa Efesiyan mezin e! qêriyan.
35
Û gava nivîskarê bajêr gel aş kir, got: Ya mêrên Efesê, gelo ji mirovan kî heye ku, nizane bajarê Efesê, parêzgerê perestgeha Artemîsa mezin û pûta ku ji ezman ve ketiye yî?
36
Niha li dijî vana tiştek nayê gotin û bona vêya hewce dike ku hûn aram bin û tiştekî çewt çê nekin.
37
Ji ber, ev zilamên ku we anîne vir, ne perestgehan talan kirin ne jî kufrê ji xwedana me re kirin.
38
Ger giliyê Dîmîtriyûs, an jî hevalekî wî yî hunermend hebe, dadgeh vekirîne û darazkir jî hene; bila sûcdariya hev û din li wir bikin!
39
Ger rewşekî dinî hûn lêgerînê li wê bikin hebe, divê ew di civakekî zagonî de bê axaftin.
40
Ji ber bûyerên ku îro çêbûne, em di xetera darazbûnê de ne, ji ber serî hildanê; li gor tu sedema vê tevliheviyê nîne, em nikarin hisabê wê jî bidin!
41
Û paşî ku wî vana got, gel belav kir.
← Chapter 18
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 20 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28