bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Acts 18
Acts 18
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 17
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 19 →
1
Piştî vêya Pawlos ji Atînayê derket û hat Korîntê.
2
Û li wir, Cihûdek eslê wî Pontûsî, bi navê Akvîla û pîreka wî Prîskîla, yê ku hîn nû ji Îtalyayê hatiye, dît; ji ber Klawdiyos, bona hemûyên Cihûd Romayê biterikînin emir dabû; Pawlos hate cem wan
3
û ji ber ku wî bi xwe eynî karî dikir, bi wan re ma û şuxulî; ji ber ku karên wan çadirvanî bû.
4
Pawlos her rojê Sebtê li keniştê diket guftegoyê û bona qanih kirina Cihûdan û Grekan dişuxulî.
5
Dema Sîlas û Tîmotêyos ji Makêdonyayê ve hatin, Ruh zorê dida Pawlos û ji Cihûdan re, di derheqê Mesîh bûna Îsa de şahdeyiyê dikir.
6
Lê belê dema ew li dijî wî rabûn û ji wî re dest bi kufrê kirin, wî kincên xwe dawişand û ji wan re got: Bila xwîna we li ser serê we be! Ez paqij im; ji niha pê ve, ez ê herim neteweyan!
7
Û ew ji wir derket û çû mala yekî peristinê bi Xwedê ve dike, navê wî Tîtiyo Yûstûs bû; mala wî li kêleka keniştê bû.
8
Û Krîspoyê rêvebirê keniştê, tevî hemû maliyên xwe baweriyê bi Xudan ve anî û gellek Korintiyên guhdarî kirin jî, bawerî anîn û vaftîz bûn.
9
Şevê, Xudan di xewn û xeyalekê de ji Pawlos re got: Metirse, lê biaxife û bêdeng nemîne!
10
Ji ber ku ez bi te re me û tu kes nikare destê xwe li te bixe, xerabiyê bi te bike; ji ber ku li vî bajarî gelê min pirr e!
11
Û ew di nav wan de bi hînkirina gotina Xwedê salekî û şeş meh rûnişt.
12
Dema Galiyo waliyê Ahayayê bû, Cihûdan pev re, li dijî Pawlos rabûn û wî birin ber kûrsiya dadgehê û gotin:
13
Ev zilama mirovan dixapîne, li dijî zagonê wan ber bi peristina Xwedê ve dibe!
14
Lê belê gava Pawlos xwest ku devê xwe veke, Galiyo ji Cihûdan re got: Ya Cihûdno, ger doza we li ser neheqî, an jî sûcek girîng ba, hewce dikir ku bi sebir, min we guhdarî bikira.
15
Lê belê ger li gor pirsgirêk di derheqê gotinekê, navan û zagona we de be, hûn li vê dozê binihêrin; ji ber, ez naxwazim ku bibim darazkirê van tiştan!
16
Û wî wan ji kûrsiya dadgehê ve qewirand.
17
Û hemûyan pev re, rêvebirê keniştê Sostenîsê Grekî pê girtin û li ber dadgehê li wî xistin û Galiyo guh neda tiştên dibe û diqede.
18
Piştî ku Pawlos, hîn gellek rojan li wê derê ma; xatir ji birayan xwest û bi Prîskîla û Akvîla, bona herin Sûriyê, bi keştiyê ve ketin rê; ji ber ku nezir danîbû, porên xwe li Kenherê jêkiribû.
19
Û ew gîhaştin Efesê, wî wan li wir hişt; lê belê ew bi xwe çû keniştê û bi Cihûdan re kete guftegoyê.
20
Gava wan ji wî xwestin ku demekî hîn jî dirêj li cem wan bimîne, wî qebûl nekir;
21
lê xatir ji wan xwest û bi gotina, lê belê divê ez cejna ku were li Orşelîmê pîroz bikim; ger Xwedê bixwaze ez ê dîsa vegerim cem we, ji wan veqetiya. Û ew ji Efesê ve vebû behrê.
22
Gava ew gîhaşt Sezariyê, çû Orşelîmê û serîkî da Dêrê û paşê ji wir jî derbasî Antaqyayê bû.
23
Û demekê li wir ma pê ve derket rê û bi dorê li herêmên Galatya û Frîgyayê geriya û quwet da hemû şagirtan.
24
Cihûdek li Îskenderiyê bûyiye, bi navê Apollos hate Efesê; hunera axaftinê gellekî bi wî re hebû, di Nivîsên Pîroz de bihêz bû.
25
Ev zilam di rêya Xudan de hatibû perwerde kirin û bi ruhekî agirmend diaxifî û tenê bi zanebûna xwe yî vaftîza Yehya, rastiyên di derheqê Îsa de bi avayekî rastî dida hînkirinê.
26
Û li keniştê, bi metirsiyê dest bi axaftinê ve kir. Gava ku Prîskîla û Akvîla wî guhdarî kirin, wî girtin cem xwe û rêya Xwedê hîn jî bi rastî têgîhandin wî.
27
Û dema wî xwest ku here Ahayayê, birayan wî bi metirsî kirin û bona ku wî qebûl bikin, ji şagirtan re nivîsandin. Û dema ew gîhaşt wê derê, zehf alîkariyê ji kesên bi xêra Xwedê ve bawer kirine re kir.
28
Ji ber ku ji Nivîsên Pîroz, bi hêza mezin ve Mesîhtiya Îsa bi eşkeretî îspat dikir û îddiayên Cihûdan dirizand.
← Chapter 17
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 19 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28