bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Acts 17
Acts 17
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 16
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 18 →
1
Ew ji Amfîpolîs û Apollonyayê derbas bûn û hatin Selanîkê; li vir keniştek Cihûdan hebû.
2
Pawlos li ser adeta xwe çû cem wan û sê rojên Sebtê li ser hev, li ser Nivîsên Pîroz bi wan re axifî.
3
Di derheqê êş kişandin û ji mirinê vejîniya Mesîh de daxuyaniyan dikir, delîlan nîşan dida û digot: Ev Îsayê ku ez ji we re didim bihîstin, Mesîh e!
4
Û hinekên ji wan, ji Grekên peristinê ji Xwedê re dikin, civakek mezin û gellek pîrekê pêş ve tên jî qanih bûn û beşdarî Pawlos û Sîlas bûn.
5
Lê belê Cihûdên bêbawerî çavnebariyê li vêya kirin û hinek mirovên bi bela yên teral digerin bi pey wan xistin, ajaweyên mezin civandin û tevliheviyekê li bajêr derxistin. Û bi armanca ku wan bibînin û derxînin ber gel, êrîşî mala Yason kirin.
6
Lê belê dema wan nedîtin, Yason û hinek birayan berbi rayedarên bajêr ve kişandin û bi qêrîna: Ev mirovên ku dinê tevlîhev kirine hatin vir jî, diqêriyan;
7
Yason wan girt mala xwe! Û ew hemû dibêjin qiralekî din bi navê Îsa heye û bi vî awayî, li dijî emrê Qeyser ve radibin!
8
Ajawe û rayedarên bajêr, dema van gotinan bihîstin, ketin teşqelê.
9
Û paşê ku wan ji Yason û yên din, kefaletê stendin, wan serbest berdan.
10
Birayan jî hema wê şevê Pawlos û Sîlas şandin Veriyayê; dema ew gîhiştin wir, çûn kenişta Cihûdan.
11
Lê belê vana ji yên li Selanîkê hîn jî pêş ve difikirîn û gotin bi balkêşî û têkiliyek mezin guhdarî dikirin û her roj lêgerînê li Nivîsên Pîroz dikirin û digotin ka tiştên hîn dikin rast e, an çewt e.
12
Bi vî awayî gellekên ji nava wan û gellek pîrek û zilamên Grek yên birêz bawerî anîn.
13
Lê belê dema hayê Cihûdên Selanîkî ji bang kirina ku gotina Xwedê ji aliyê Pawlos ve li Veriyayê jî tête kirin, bû, ew hatin wir jî û gel kişkişandin û şaş kirin.
14
Li ser vêya, birayan hema Pawlos şandin qeraxa behrê; lê belê Sîlas û Tîmotêyos li wê derê man.
15
Yên ku bi Pawlos re çûn, wî heta Atînayê anîn û gava ku wan bona Sîlas û Tîmotêyos demekî berî werin cem wî emir girtin, ji wir vegeriyan.
16
Gava Pawlos, li Atînayê li benda wan bû, dît ku bajar tije senem in, di hundirê wî de ruhê wî hêrs bû.
17
Bo vê sedemê, divê him li keniştê bi Cihûdan re û bi kesên dinî peristinê ji Xwedê re dikin, him jî bi kesên her roj li qada sûkê rastî wan dihat re diket guftegoyê.
18
Hinek feylesofên ji Êpîkurî û Stoîkî jî bi wî re ketin guftegoyê û hinekan: Eviyê gotinpirr dixwaze çi bibêjî? Hinekan jî: Zilamek îlahên biyanî bang dike tête xuyanî kirin, gotin! Ji ber ku wî Îsa û qiyametê ji wan re mizgînî dikir.
19
Û wan wî girtin û ji Arîopag re birin û ji wî re gotin: Gelo em dikarin hînî ev hînkariya ku tu belav dikî bibin?
20
Ji ber ku tu ji guhên me re hinek tiştên xerîb tînî; ji ber vê yekê em dixwazin ku hînî wateya van tiştan bibin!
21
Hemû kesên Atînayî û kesên xerîb, yên li wê derê rûdiniştin, wextên xwe her tim bi axaftin û guhdarî kirina tiştên nû ve derbas dikirin.
22
Pawlos di nava Arîopagê de sekinî û got: Ya mêrên Atînayê, ez dibînim ku hûn di her tiştî de zehf oldar in!
23
Ji ber ku dema ez li hawirdor digeriyam û lêkolînê li cîhê ku hûn lê peristinê dikin dikirim, ez rastî pêşkêşgehekî li ser: JI XWEDAYÊ NAYÊ ZANÎN RE jî hatim. Niha yê ku hûn bêzanîn peristinê ji wî re dikin, ez ji we re didim nasîn.
24
Xwedayê ku dinê û hemû tiştên di hundirê wê de afirandiye, yê ku Xudanê ezman û erd e, li perestgehên bi destan ve hatine çê kirin rûnane.
25
Wekî ku yê jiyan, hilm û her tiştî daye her kesî ew e, mîna hewcedariya wî ji tiştekî hebe, bi destê mirovan ji wî re xizmet nayê kirin
26
û wî her neteweyên mirovan ji xwînekê afirand û wan li çar hawirdorê rûyê erdê bi cîh kir; demên hebûna wan û sînorên herêmên ku dê ew li wir bi cîh bibin, ji berê ve tespît kir;
27
da ku, bona li Xudan bigerin û bi alîkariya destan ve be jî wî bibînin; lê belê ew ji me yekî jî ne dûr e;
28
ji ber ku em di wî de dijîn, dileqin û henin; mîna ku, ji hozanên we jî hinekan gotine: Ji ber ku em jî ji nîjada wî ne.
29
Niha, bona ku em ji nîjada Xwedê ne, divê em nefikirin ku derûna Xwedanî mîna tiştekî ji zêrî, an zîvî, an jî ji kevirî ku bi huner û ramanên mirovan ve hatine şikil kirî be.
30
Niha, Xwedê, nezaniya demên kevn ji nedîtiyê ve hat; lê belê niha li her derê emir dide ku bila her kes tobe bikin;
31
ji ber ku Xwedê rojekê pêdand, di wê rojê de, bi navgîniya zilamê ku wî wezîfedar kiriye, dê bi dadî daraziyê li dinê bike; wî ji miriyan ve vejand û bi vî awayî ewledariyê da hemû mirovan.
32
Lê belê dema wan gotinên di derheqê vejîna miriyan de bihîstin, hinekan henekê xwe pê kirin, lê belê hinekan jî gotin: Em dixwazin di derheqê vê de dîsa te guhdarî bikin!
33
Û li ser vêya Pawlos ji nav wan derket û çû.
34
Lê belê hinek zilaman bawerî anîn û beşdarî wî bûn; di nav vana de Diyonîsyosê endamê Arîopagê, pîrekek bi navê Damarîs û çend kesên din jî hebûn.
← Chapter 16
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 18 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28