bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Acts 21
Acts 21
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 20
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 22 →
1
Û wusa bû ku, gava em ji wan veqetiyan û vebûn behrê, em raste rast çûn Qosê; dotira rojê derbasî Rodosê, ji wir jî hatin Patarayê.
2
Û gava me keştiyek ku diçe Fînîkyayê dît, em li wê siwar bûn û vebûn (behrê).
3
Dema Qibris hate dîtin, me wê li çepê hişt, çûn Sûriyê û em li Sûrê hatin xwarê; ji ber ku dê keştî, barên xwe li wir vala bikira.
4
Û gava me şagirtan dîtin, em heft roj li wê derê man; vana bi navgîniya Ruh, bona neçe Orşelîmê ji Pavlos re digotin.
5
Û wusa bû ku, dema roja me tijî bû, em derketin çûn û hemûyên bawerkiran, tevî jin û zaroyên xwe, heta derveyî bajêr bi me re hatin û me derbas kirin û me li qeraxa behrê çong danîn û dest bi duayê kirin.
6
Û piştî ku me xatir ji hev û din xwest, em li keştiyê siwar bûn, ew jî vegeriyan malên xwe.
7
Û ji Sûrê ve me rêvîtiya xwe yî behrê qedand û em hatin Ptolemaîsê û me silav da birayan û rojekê li cem wan man.
8
Dotira rojê em derketin û hatin Sezariyê û em çûn mala Fîlîpûsê belavkirê Mizgîniyê, yê ji Heftan yek bû û li cem wî man.
9
Çar keçikê wî zilamî, yên ku peyxambertî dikirin û nezewicîne hebûn.
10
Gava em gellek rojan li wê derê man, ji Cihûstanê peyxamberek bi navê Agabûs hat jêr.
11
Ew hate cem me û şûtika Pawlos rahişt, dest û lingên xwe girê da û got: Ruhê Pîroz ûsa dibêje: Dê Cihûd, xwediyê vê şûtikê, li Orşelîmê bi vî awayî girê bidin û bidin destê neteweyan!
12
Dema me van gotinan bihîstin, him em û him jî yên ji wir in, bona neçe Orşelîmê, li ber wî geriyan.
13
Lê belê Pawlos bersivê da: Hûn çi dikin, çima hûn digirîn û dilê min diêşînin? Ji ber ku ez di oxra navê Xudan Îsa de li Orşelîmê, ne tenê ji girêdanê re, lê belê ji mirinê re jî amade me!
14
Û dema ew qanih nebû, me got: Bila xwesteka Xudan bibe û em bêdeng man!
15
Paşê wan rojan, me amadekariya xwe ava kir û ber bi Orşelîmê derketin rê.
16
Û hinek şagirtên Sezariyê jî bi me re hatin. Me ji yê ku em ê li cem wî mêvan bibin re, ji Mînasonê Qibrisî yê şagirtekî kevn e re birin.
17
Dema em gîhaştin Orşelîmê, birayan bi kêfxweşî pêşwazîtiya me kirin.
18
Dotira rojê, Pawlos bi me re ket cem Aqûp û kalepîran hemû hatin wir.
19
Piştî ku wî silavê da wan, tiştên ku Xwedê di nava neteweyan de bi navgîniya xizmeta wî kiriye, yek û yek got.
20
Lê belê dema wan vana bihîstin, Xwedê bilindtir kirin û ji wî re gotin: Tu dibînî bira, di nava Cihûdan de bi hezaran bawerkir hene û hemû bona zagonê bi xîret in.
21
Lê belê ji bona te agahî stendine ku, tu ji hemû Cihûdên di nava neteweyan de dijîn re dibêjî, zarokên xwe sunet mekin, li pey kevneşopan neçin û tu li pey neçûna Mûsa hînî wan dikî.
22
Niha dê çi bibe? Divê di her awahiyê de gellek bên ba hev; ji ber ku dê muheqeq hatina te bibihîzin.
23
Bo vê yekê tiştên ku em ji te re dibêjin çêke: Di nava me de çar mirovên boraq danîne hene;
24
vana bigire cem xwe û tevî wan xwe paqij bike û bona ku serê xwe kur bikin mesrefê li wan bike; bi vî awayî dê her kes fêhm bike ku, tiştên di derheqê te de bihîstine bêbinî ne û tu jî li gor zagonê ve dijî.
25
Lê belê me, bona neteweyên ku bawer kirine, bona ku xwe, ji tiştên ku ji pûtan re hatine qurban kirin û ji xwînê û ji yê hatiye xeniqandinê û ji zînayê ve biparêzin, nivîsandin.
26
Wê demê Pawlos wan zilaman girt cem xwe û roja din, tevî wan xwe paqij kir û heta ku bona wan her yekî qurban bête pêşkêşî kirin qedandina rojên wanî teharetê bang kir û ket Perestgehê.
27
Û dema heft roj dikira biqediya, Cihûdên ji Asyayê ne, wî li Perestgehê dîtin, hemû ajawê kişkişandin û dest avêtin wî
28
û bi qêrîna: Ya mêrên Îsraêlê, alîkariyê bikin! qêriyan. Yê li her derê hînkariyên li dijî gel, zagonê û vê derê belavî her kesî dike, ev zilama ye! Û xeynî vêya wî Grekan jî xist Perestgehê û vî cîhê pîroz gemarî kir!
29
Ji ber ku wan, ji berê ve Trofîmosê Efesî, di bajêr de bi wî re dîtibûn û wusa zen dikirin ku Pawlos wî xistiye Perestgehê.
30
Hemûya bajêr rabûbû ser pêlan û gelê ji her alî ve bi bazdan hatin, Pawlos girtin û ji Perestgehê ve kişandin derve û hema deriyên Perestgehê hate girtin.
31
Gava ew bona Pawlos bikujin dixebitîn, nûçeya ku hemû Orşelîm tevlihev bûye gîhaşt fermandarê tabûrê.
32
Wî jî hema serpel û leşkeran girt cem xwe û ber bi wan ve baz da. Gava ku wan fermandar û leşkeran dîtin, dev ji lêxistina Pawlos berdan.
33
Wê gavê fermandar nêzîk hat û bi wî girt û bona ku bi cotek zincîr ve bête girêdan emir da û ka ew kî ye û wî çi kiriye, pirsiyariyê kir.
34
Ji ber ji ajaweyê hin kes wusa, hin kes jî bi awayekî din bang dikir û wî ji ber galegalê ya rast fêhm nekir û birina wî yî kelehê emir kir.
35
Dema ew hate cem pêlikan, ajawe ewqas har bûbû ku, leşkeran mecbûr man ku wî hilgirin.
36
Ji ber ku ajawe bi qêrîna: Wî bikujin! diqêriyan û li pey wan diçûn.
37
Berî ku têkeve kelehê, Pawlos ji fermandar re got: Gelo ez dikarim tiştekî ji te re bibêjim? Wî jî got: Tu bi Grekî dizanî?
38
Ma tu ne Misiriyê demekî berî vêya serîhildanek danî û çar hezar dijrabirî bir çolê yî?
39
Lê belê Pawlos got: Ez ji Kîlîkyayê, Cihûdek Tarsûsî, hemwelatê welatekî qet jî ne bêgirînge me. Ez ji te rica dikim, bona ku ez ji gel re biaxifim destûrê bide min!
40
Û gava wî destûr da, Pawlos li ser pêlika rabû û bi destê xwe nîşanek ji gel re çêkir û dema bêdengiyek kûr çêbû, wî bi zimanê Îbranî dest bi axaftinê kir:
← Chapter 20
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 22 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28