bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Acts 24
Acts 24
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 23
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 25 →
1
Lê belê piştî pênc rojî, Serokkahîn Henanya, hinekên kalepîran û xatîbek navê wî Tertûlûs e hatin; vana li dijî Pawlos, gilî li walî kirin.
2
Dema Pawlos hate bang kirin, Tertûlûs dest bi sûcdarkirina wî kir û got:
3
Ya Felîksê xûpak, bi saya te, em di nava dilxweşiya mezin de dijîn; bi ewlekariyên ku te girtiye jî, pêşveçûnên bixêrhatî yên di derheqê vî netewî de hatine dîtin; em her tim û li her derê bi hemûya şikiryê vêya qebûl dikin!
4
Lê ez naxwazim ku hîn jî zêde te biwestînim; ez rica dikim ku, tu çend gotinên ku em ê bibêjin, bi dilxweşî guhdarî bikî.
5
Ji ber, me dît ku, ev zilama fesadek li her aliyê dinê di nava Cihûdan de tevliheviyê derdixe û ji serokên terîqeta Nasraniyan yek e.
6
Heta ku bona gemar kirina Perestgehê jî şuxulî; lê belê me bi wî girt û me xwest ku li gor zagona xwe daraziyê li wî bikin.
7
Lê belê fermandar Lîsîas hat û bi gotina: Bila gilîkirên wî werin pêşiya te, emir da û bi vî awayî bi dijwariyekî mezin wî ji nav destên me rahişt û bir.
8
Ger tu wî bikişîne pirsiyariyê, tuyê ji wî hîn bibe, hemû pirsiyariyên ku me di derheqê wî de kirine rast in!
9
Û Cihûdan jî îdia kirin ku ev tiştan wusa ne û beşdarî sûcdarî kirinê bûn.
10
Li ser nîşanekî walî, Pawlos bi vî awayî bersivê da: Ji ber ez dizanim ku, tu bi salên dirêj, darazkiriyê ji vî gelî re dikî, ji bo tiştên ku aidî min in, ez parastina xwe bi kêfxweşî dikim.
11
Ji ber, tu bi xwe jî dikarî hîn bibe ku, cergî bona peristinê ez çûme Orşelîmê ji donzdeh rojî zêdetir nebûyî.
12
Û wan, min ne li Perestgehê, ne li keniştan, ne jî li cîhek dinî bajêr nedîtine ku bi yekî re ketime guftegoyê, an jî bona gel serî hilde xebitî me.
13
Û van sûcdar kirinê heta niha dikin jî nikarin ji te re îspat bikin.
14
Lê tevî vêya, ez ji te re vêya îtiraf bikim ku, li gor Rêya ku ew dibêjin terîqet, ez qûlitiyê ji Xwedayê bapîrên xwe re dikim; ez bi her tiştên ku di zagonê û pirtûkên peyxamberan de hatiye nivîsandin bawer im
15
û mîna ku wan bi xwe jî qebûl kirine, min jî di derheqê, him yên rast û him jî yên ne rast in de dê ji mirinê ve bivejin, hêviya xwe bi Xwedê ve girêdaye.
16
Û di vêya de bona ku li ber Xwedê û mirovan ûcdanek minî paqij hebe, ez her tim dixebitim.
17
Û piştî cûdabûna gellek salan, bona ku ez bexşandinan û qurbanan ji gelê xwe re bînim, hatim.
18
Û di wê navberê de, min di Perestgehê de safîbûyî dîtin; ne bi ajawe û galegalê; tenê hinek Cihûdên ji Asyayê ne li wê derê hebûn.
19
Ger tiştekî wanî li dijî min bibêjin hebe, divê ew bên ber te û sûcdarî kirinên xwe ji te re bibêjin.
20
An jî, dema ez di nav wan de disekinîm, ji bilî vê yek gotina ku: Îroj, ez bona vejîna miriyan li ber we tême darazî kirin! qêriyam;
21
gava ez li ber Civata Netewî sekinîm, ka kî çi neheqî di min de dîtine, bila bi xwe bibêjin!
22
Gava Fêlîks vêya bihîst, ji ber ku di derheqê Rê de zanînekî wî yî kûr hebû, wan taloqî rojekê din kir û got: Ez ê biryara xwe ya di derheqê doza we de ye, dema fermandar Lîsîas were, bidim!
23
Û wî emir da serpel ku, bila Pawlos di bin çavan de, bi xwedî destûrbûnê ve bigire û dema hevalên wî bixwazin alîkariyê bi wî re bikin, bila ji tu kesî re astengiyan dernexe.
24
Û piştî çend rojî Fêlîks, bi pîreka xwe Dirûsîla, ya ku Cihûd bû, hate, bangî Pawlos kir û di derheqê baweriya Mesîh Îsa de wî guhdarî kirin.
25
Lê belê dema wî qala rastiyê, xwekontrolê û roja daraziyê ku dê bê, kir, Fêlîks bi tirsê ve ket û got: Niha tu dikarî here, dema fersendê bibînim, ez ê dîsa bangî te bikim!
26
Tevî vêya jî wî hêvî dikir ku, dê Pawlos bertîlê bi wî de; ji ber vê yekê zû bi zû bangî wî dikir û bi wî re mijûlayî dikir.
27
Û gava du sal derbas bûn pê ve, di şûna Fêlîks de Porkiyo Fêstûs hat û Fêlîksê xwest ku dilê Cihûdan qezenc bike, Pawlos girêdayî hişt.
← Chapter 23
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 25 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28