bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Acts 28
Acts 28
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 27
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
1
Dema ku em xelas bûn, me fêhm kir ku navê giravê Malta ye.
2
Û xwecîhan mirovahiyek nehatiye dîtin rê me dan; ji ber, bona barana ku dibariya û sermê agir vêxistin û me hemûyan qebûl kirin.
3
Gava ku Pawlos komek qirşik da hev û avêt ser agir, margîskek ji germayiyê ve derket, hat û bi destê wî ve girt.
4
Dema xwecîhan heywanê bi destê wî ve daliqiye dîtin, ji hev û din re gotin: Bê şik ev zilama qesas e; ew ji behrê ve xelas bûbe jî, lê belê dadiyê wî ji jiyanê re nehişt!
5
Çi heye ku, wî destê xwe dawişand û heywanê avêt nava agir û tu xesarê nedît.
6
Lê belê ew li benda nepixandina Pawlos, an jî ji nişka ve bi mirîtî ketina wî yî erdê bûn; lê belê demek dirêj sekinîn û dîtin ku tiştekî ziyandar bi wî nebû, fikrên xwe guhertin û gotin: Ev îlahek e!
7
Nêzîkî wê derê çewlîgên serrayedarê giravê Pobliyo hebûn; wî, me qebûl kir û sê rojî bi nazikî em kirin mêvan.
8
Di wê navberê de, bavê Pobliyo bi virika bi xwîn ve ketibû û di nava agiran de radiket. Pawlos ket cem wî û dua kir, destên xwe danî ser wî û wî baş kir.
9
Û li ser vê bûyerê nexweşên dinî giravê jî hatin û şîfa dîtin.
10
Wan jî me bi gellek xelatan ve bi rûmet kirin; wexta ku em ê vebûna behrê hemû tiştên em hewcedar bûn, li keştiyê ve bar kirin.
11
Piştî sê mehî, em bi keştiyekê Îskenderiyê ya zivistanê li giravê derbas kiriye, ya ku nîşana Dîoskûren lê ye, vebûn behrê.
12
Me serîkî da Sîrakûzayê û sê rojî li wir man.
13
Û li wir jî me rêya xwe domand û em hatin Rêgîûmê; paşî rojek din bayê başûrê derket û em roja duwemîn gîhaştin Pûteoliyê.
14
Birayên ku me li wir dîtin, bona ku em heft rojî li cem wan bimînin, li ber me geriyan. Û bi vî awayî, em gîhaştin Romayê.
15
Gava ku birayan xebera me girtin, bona pêşwaziyê li me bikin, ji wê derê hatin heta Sûka Apiyoyê û Sê Xanan. Dema Pawlos wan dît, ji Xwedê re şikir kir û wêriya.
16
Dema em ketin Romayê, serpel girtiyan da fermandarê artêşgehê; lê belê ji bona Pawlos û leşkerê ku wî di bin çavan de disekinîne tenê bimînin, destûr hate dayîn.
17
Û wusa bû ku, piştî sê rojî wî bona civakê bangî pêşhatiyê Cihûdan kir û dema vana civiyan, wî ji wan re got: Birano, min tiştekî li dijî gel, an jî adetên kalikên me nekiriye, lê dîsa jî li Orşelîmê hatim bindest kirin û min dan destê Romiyan.
18
Wan jî piştî ku min kişandin pirsiyariyê, xwestin ku min serbest berdin; ji ber, bona kuştina min sedemek tunebû.
19
Lê belê dema Cihûdan li dijî vêya axifîn, çawa ku tu giliyê min ji netewa min ve tunebû, lê ez hewcedar bûm ku doza xwe pêşkêşî Qeyser bikim.
20
Niha ji ber vê yekê, bona dîtin û axaftinê, bangî we kirim; ji ber ku bona hêviya Îsraêlê ez bi vê zincîrê ve girêdayî me!
21
Wan jî ji wî re gotin: Me ji Cihûstanê nameyek di derheqê te de nestendine û yek ji birayan nehat vir û negîhand me, an jî di derheqê te de tiştek xerab negotine.
22
Lê belê em dixwazin, tiştên ku tu difikirî, ji te bibihîzin; ji ber ku bona vê firqeyê em dizanin ku, li her derê li dijî wê tête axaftin.
23
Û ji wî re rojekê tayîn kirin û gellek kes hatin cem wî, mala ku lê dima. Bi şahdeyî kirina ji Serweriya Xwedê re, ji zagona Mûsa û ji peyxamberan ve bona wan di derheqê Îsa de qanih bike, xebitî û ji sibê heta êvarî ji wan re got.
24
Hinek kes bi gotinên wî ve bawer bûn û hinekan jî bawer nebûn.
25
Û dema li hev nekirin, piştî ku Pawlos wê gotina got, ew çûn: Ruhê Pîroz yê bi navgîniya Îşaya peyxamber ve bangî bapîrên me kir, rast got:
26
Here û ji vî gelî re bibêje: Hûn ê bi guhan ve bibihîzin û qet nikaribin fêhm bikin û hûn ê bi çavan ve binihêrin û qet nikaribin bibînin!
27
Ji ber ku dilê vî gelî stûr bû û bi guhê xwe ve giran bihîstin, çavên xwe jî girtin; nebe ku, bila bi çavên xwe ve hilbijêrin û bi guhên xwe ve bibihîzin, bi dilên xwe jî fêhm bikin û dîsa vegerin, ku ez ê şifê bidim wan.
28
Niha vêya bizanibin ku, ev xelasiya Xwedê ji neteweyan re hatiye şandin û dê ew ê guhdarî bikin!
29
Û dema wî van gotinan got, Cihûdan di nav hev de zehf keftûleftê kirin û çûn.
30
Û Pawlos, bêkêmasî du sal li mala ku wî ji xwe re kirê kiriye ma û her kesê ku hatin ziyareta wî qebûl kir.
31
Û Serweriya Xwedê bêyî hemû astengiyan, bi hemûya cesaretê ve dida bihîstin û rastiyên di derheqê Xudan Îsa Mesîh de dida hîn kirinê.
← Chapter 27
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28