bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Acts 9
Acts 9
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 8
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 10 →
1
Lê Saûl, hîn li dijî şagirtên Xudan ve hilma qesas û gefê dida, çû cem Serokkahîn
2
û dixwaze bila mêr bibe, an jin bibe, her yê ku ji vê Rêya ne bibîne, bona ku bi girêdanê bîne Orşelîmê, ji wî ve ji keniştên Şamê re nameyan xwest.
3
Û dema wî rê girt û nêzîkî Şamê bû, wusa bû ku, nişka ve ronahiyek ji ezman ve hat, dora wî ronî kir.
4
Û ew kete erdê û bihîst ku dengek ji wî re dibêje: Saûl! Saûl! Çima tu zilmê li min dikî?
5
Wî jî got: Ya Xudan, tu kî yî? Û wî got: Ez Îsayê ku tu zilmê lê dike me. Bi dijrabûnê mesasê, tu xesarê didî xwe!
6
Wî bi lerizîn û bi tirs got: Ya Xudan, tu dixwazî ez çi bikim? Û Xudan got: Rabe û bikeve bajêr, dê hewcedariyê kirinên te ji te re bê têgîhandin!
7
Zilamên ku bi wî re rêwîtiyê dikirin, bê ziman li wir sekinîbûn; ji ber ku wan deng bihîstin jî, lê belê tu kesî nedîtin.
8
Û Saûl ji erdê rabû, dema çavên xwe vekir, tu kesek nedît. Wan jî bi destên wî girtin û birin Şamê.
9
Û wî heta sê rojî nikarîbû bidîta, ne tiştekî xwar û ne jî vexwar.
10
Û li Şamê şagirtek bi navê Hananya hebû û di dîtinekê de Xudan ji wî re got: Hananya! Û wî jî got: Ez li vir im, ya Xudan!
11
Û Xudan ji wî re got: Rabe û here kuça ku navê wê Kuça Rast e û li mala Cihûda, zilamekî Tarsûsî ku, navê wî Saûl e bigere. Ji ber ku a vay, ew dua dike!
12
Û di dîtina xwe de dîtiye ku mirovek bi navê Hananya hatiye cem wî û bona çavên wî dîsa bibînin destê xwe daniye ser wî.
13
Û Hananya bersivê da: Ya Xudan, di derheqê vî zilamî de, li Orşelîmê ji pîrozên te re çiqas xerabiyan kiriye, ji gellek kesan bihîstim!
14
Û bona li vir heçî kesên ku navê te bang dikin girê bide, ji serokên kahînan ve rayedariya wî heye!
15
Lê belê Xudan ji wî re got: Here, ji ber ku ew, bona ku navê min ji neteweyan re, ji qiralan re û ji lawên Îsraêl re bide bihîstin, hacetekî bona min hatiye bijartin e!
16
Ji ber, ez ê nîşanî wî bidim, hewce dike ku ew di oxra navê min de çiqasî tengasiyê bikişîne.
17
Û Hananya çû, ket wê malê û destên xwe danî ser Saûl û got: Birayê Saûl, dema tu dihat vir, Xudanê di rê de ji te re xuyanî bûyî, Îsa, bona ku çavên te vebin û tu bi Ruhê Pîroz ve tijî bibî, min şand!
18
Hema ji çavên wî tiştên mîna perdê ketin û wî dîsa dît
19
û rabû vaftîz bû, xwarinê xwar û quwetê dît. Û Saûl, çend rojan li cem şagirtên li Şamê ne ma.
20
Hema li keniştan bi gotina, Îsa Lawê Xwedê ye, wazê da.
21
Û hemûyên ku dibihîstin, ecêb diman û digotin: Ma ev ne ew zilamê ku kesên li Orşelîmê qala vî navî dikirin perîşan kiriye yî û bona ku wan bi girêdayî ji serokên kahînan re bibe nehatibû vir?
22
Lê belê Saûl hîn zêde xwurt dibû; di derheqê Mesîhiya wî de delîlan nîşan dida û Cihûdên li Şamê dijîn şaş û metal dihiştin.
23
Piştî ku di navberê de pirr roj derbas bûn; Cihûdan, bona ku wî bikujin, fenekî ava kirin.
24
Lê belê nûçeya di derheqê fena ku ava kirine de gîhaşt Saûl. Bona ku wî bikujin, wan bi şev û roj çavnêriya deriyan dikirin.
25
Lê belê şagirtên wî, bi şevê wî girtin û ji dîwêr derbas kirin û di nava zembîlekî de dahelandin û daxistin.
26
Dema Saûl gîhaşt Orşelîmê, şuxulî ku beşdarî şagirtan bibe; lê belê hemû ji wî ditirsiyan û bawer nedibûn ku ew şagirt e.
27
Lê belê Barnabas wî girt û anî cem şagirtan û ka di rê de Xudan çawa dîtiye û Xudan çawa jê re gotiye û li Şamê bi navê Îsa ve çawa bi cesaret wazê daye, ji wan re gihand.
28
Û ew, li Orşelîmê bi wan re derdiket û diketê û bêtirs di navê Xudan Îsa de waz dida.
29
Û bi Cihûdên zimanên wan Grekî ne re jî diaxifî û guftegoyê dikir; lê belê wan pêşniyariya kuştina wî dikirin.
30
Û dema birayan hînî vêya bûn, wî birin Sezariyê û şandin Tarsûsê.
31
Bi vî awayî hemû Dêrên li Cihûstanê, Celîlê û Samîriyê ne, gîhaştin dilxweşiyê û di tirsa Xwedê de dijiyan û bi alîkariya Ruhê Pîroz ve, bi hejmarî mezin dibûn.
32
Û wusa bû ku, gava Pêtrûsê li her aliyê digeriya, serîkî da pîrozên li Lîddayê dijîn jî.
33
Li wir zilamekî bi navê Eynêyas e dît ku, kûd bûbû û heyşt sal bû ku di nava livînan de bû.
34
Pêtrûs ji wî re got: Eynêyas, Îsa Mesîh te baş dike; rabe û livînên xwe bide hev! Û ew jî hema rabû.
35
Û hemû kesên li Lîddayê û Şaronê ve rûdiniştin, wî dîtin û vegeriyan Xudan.
36
Li Yafayê şagirteke pîrek, ya navê wê Tabîtha ye hebû; (ku wergera wê, tê mana: Xezalê); karên qenc û xêratên vê pîreka, gellek bûn.
37
Û wusa bû ku, ew di wan rojan de nexweş ket û mir û piştî ku wê şuştin, danîn odeyek qatê jorîn.
38
Ji ber ku Lîdda nêzîkî Yafayê ye, şagirtên ku bihîstin Pêtrûs li wê derê ye, du kesî ji wî re şandin û gotin: Bê wext derbaskirinê were cem me û li ber wî geriyan.
39
Pêtrûs jî rabû û bi wan re çû. Û dema ew hat, wî derxistin oda qatê jorîn; hemû pîrekên bî, bi girî li dora wî ve civiyan, kinc û lîbasên dema Xezal bi wan re bû dirûtibû nîşanî wî dan.
40
Lê belê Pêtrûs her kesî derxist derve, çok da û dua kir; pişt re vegeriya miriyê û got: Tabîtha, rabe! Wê jî çavên xwe vekir û dema wê Pêtrûs dît, rabû û rûnişt.
41
Pêtrûs destê xwe dirêjî wê kir û wê rakir ser pêlan û bangî pîrozan û pîrekên bî kir, wê bi saxî da wan.
42
Lê belê li hemûya Yafayê ev têzanîn bû û gellekan bawerî bi Xudan anîn.
43
Û wusa bû ku, Pêtrûs demekî dirêj li Yafayê, li mala debaxekî navê wî Şîmûn e ma.
← Chapter 8
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 10 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28