bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Acts 14
Acts 14
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 13
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 15 →
1
Û li Qonyayê wusa bû ku, ew pev re ketin kenişta Cihûdan, ûsa axifîn ku, him ji Cihûdan û him jî ji Grekan ve ajaweyek mezin bawerî anîn.
2
Û Cihûdên ku bawerî neanîbûn, bi kişkişandina kesên ji neteweyan, li dijî birayan hişên wan tevlihev kirin.
3
Ew demekê dirêj li wir man, di derheqê Xudan de bi wêrekiyê diaxifîn; ew Xudanê ku, hêza nuwaze û mûcîzet kirinê da wan û bi vî awayî, rasteqîniya gotina ku xêra wî daxuyanî dike kir.
4
Lê belê gelê bajêr bûn du parî û hinekan bi Cihûdan re, hinekan jî bi şagirtan re bûn.
5
Gava yên ji Cihûdan û neteweyan, bona ku wan biêşînin û bidin ber keviran, bi rêvebirên xwe re fenekê pêkanîn;
6
hayê wan ji vê fena çê bû û ew reviyan bajarên Lîkavonyayê, Lîstra û Derbê û hawirdorê wan
7
û li wan deran jî Mizgîniyê belav kirin.
8
Li Lîstrayê zilamekî ji bûyînê ve kûd bû, lingê wî nagire û tu carî nemeşiyayî rûdinişt.
9
Vî zilamî, dema Pawlos diaxifî bihîst; wî jî bi balkêşî li wî nihêrt, dît ku, bona şîfa dîtinê baweriya wî heye, bi dengekî bilind ji wî re got:
10
Rabe, li ser lingên xwe bisekine! Ew jî ji cîhê xwe hol bû û meşiya.
11
Û gava gelê ku kirinên Pawlos dîtin, dengê xwe bilind kirin û bi zimanê Lîkavonyayê ve gotin: Îlah ketine cismê mirovan û daketine cem me!
12
Ji Barnabas re gotin Zêûs û ji Pawlosê pêşengê axaftinê bû re jî gotin Hermês.
13
Kahînê perestgeha Zêûs ya hema li dervî bajêr e, ga û çelengan anî deriyê bajêr û xwest ku bi gel re qurbanan pêşkêş bike.
14
Lê belê dema şagirtan, Pawlos û Barnabas vêya bihîstin, kincên xwe çirandin û ketin nav ajaweyê, qêriyan
15
û gotin: Efendîno, hûn çima tiştên ûsa dikin? Em jî mîna we mirov in, em xwediyê afirandina mîna we ne û em Mizgîniyê ji we re tînin ku, hûn dev ji van tiştên vala berdin û vegerin Xwedayê zindî, yê ku ezman û erd û behrê û hemûyên di hundirên wan de ne, afirandî ye!
16
Di demên derbasbûnê de wî destûr da ku hemû netewe di rêyên xwe de herin
17
û dîsa jî xwe bê şahde nehiştiye; wî ji me re qenciyê kir; ji ezmanan ve baranê barand, bi tewr û tewr mêw û dexlan, demsalan serrast kir û dilên me bi xwarin û bi kêfxweşiyê ve tijî kir.
18
Û bi van gotinan jî, bi zorekê ketin ber gel ku qurbanan ji wan re pêşkêş nekin.
19
Lê belê hinek Cihûdên ku ji Antaqyayê û Qonyayê ve hatin, gel xapandin û Pawlos dan ber keviran; gotin qey miriye û wî avêtin derveyî bajêr.
20
Lê belê dema şagirt li dora wî sekinîbûn, ew rabû ser pêlan û kete bajêr. Û dotira rojê bi Barnabas re çû Derbê.
21
Û piştî ku li wî bajarî jî Mizgîniyê waz dan û gellek şagirtan civandin; vegeriyan Lîstrayê, Qonya û Antaqyayê
22
û hêz dan canê şagirtan û bona bi baweriyê ve girêdayî bimînin wan teşwîq kirin û (ji wan re) divê em ji gellek tengasiyan derbas bibin û têkevin Serweriya Xwedê, digotin.
23
Û piştî ku wan di her Dêrekê de, bona wan kalepîran bijartin; bi dua û rojiyê, wan emanetî Xudanê ku bi wî bawerî anîne kirin.
24
Ew ji Pîsîdyayê ve derbas bûn û hatin Pamfîlyê.
25
Û paşî li Pergê gotinê waz dan, çûn Antalyayê.
26
Û ji wir bi keştiyê, vegeriyan cîhê ku bona vê wezîfa êdî hatiye temam kirin, bi xêra Xwedê ve hatibûn emanet kirin, Antaqyayê.
27
Dema gîhaştin wir û Dêrê civandin; ka Xwedê bi navgîniya wan ve çi kiriye û deriyê baweriyê ji neteweyan re vekiriye, gotin.
28
Û bi şagirtan re demekê dirêj buhartin.
← Chapter 13
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 15 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28