bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Acts 11
Acts 11
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 10
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 12 →
1
Şagirt û birayên li Cihûstanê ne, bihîstin ku neteweyan jî gotina Xwedê qebûl kirine.
2
Û dema Pêtrûs çû Orşelîmê, alîgirtê sunetê wî rexne kirin
3
û gotin: Tu çûyî mala bêsunetan û te bi wan re xwarinê xwar!
4
Lê belê Pêtrûs ji serî ve dest pê kir û bûyeran yek û yek ji wan re got:
5
Ez li bajarê Yafayê bûm û min dua dikir. Ez ji xwe derbas bûm û min xewn û xeyalekî dît; min dît ku ji ezman firaqekî mîna çarşefekî mezin, ji çar alî ve hatiye berdan û dadikeve heta cîhê min.
6
Dema çavên xwe zîq dam ser û bi balkêşî li wê nihêrtim û fikirîm, bi her tewrî heywanên li rûyê erdê ve dijîn, yên çarling, marîjok û civîkên ezmanê dîtim.
7
Û dengekî ku ji min re got: Rabe, Pêtrûs, serjê bike û bixwe! bihîstim.
8
Lê belê min got: Tu carî nabe, ya Xudan! Ji ber ku tu carî tiştekî rêze an jî mindar neketiye devê min!
9
Û deng dîsa, cara duwemîn ji ezmanan ve bersiv da: Tiştên ku Xwedê paqij kiriye, tu rêze meke!
10
Û sê carî vêya bû û her tişt dîsa ber bi ezman ve hate hilatin.
11
A vay, di wê demê de sê kesên ji Sezariyê ve ji min re hatine şandin, hatin û li ber mala ku ez li wê me, sekinîn.
12
Û Ruh ji min re got, bê şik û şiphe bi wan re here. Ev her şeş bira jî bi min re hatin, em çûn, ketin mala wî zilamî.
13
Û wî ji me re, di derheqê milyaketê ku di mala wî de sekiniye de têgîhand û ji wî re gotiye: Zilaman bişîne Yafayê, Şîmûnê ku bi navê Pêtrûs ve tête nasîn bide bang kirin;
14
ew ê ji te re, gotinên ku tu û hemû maliyên te, hûn ê bi wan ve xelas bibin, bibêje.
15
Dema min dest bi axaftinê kir, Ruhê Pîroz mîna ku di destpêkê de daket ser me, daket ser wan jî.
16
Wê gavê min ew gotina ku Xudan gotibû, di bîra xwe de anî: Yehya bi avê ve vaftîz kir, lê belê hûn ê bi Ruhê Pîroz ve bên vaftîz kirin.
17
Niha, dema me bawerî bi Xudan Îsa Mesîh anî, mîna ku ji me re bûyî, ger eynî xelatê Xwedê dabe wan jî, ma ez dibûm kî ku, bikaribim li dijî Xwedê bisekinim?
18
Ew jî paşî ku vana bihîstin, aş bûn û Xwedê bilindtir kirin û gotin: Bi vî awayî Xwedê fersenda tobe kirinê û gîhaştina jiyanê daye neteweyan jî.
19
Bawerkirên, li ser zordestiya bi kuştina Steyfan ve destpêkir belav bûbûn, çûn heta Fînîkyayê, Qibrisê û Antaqyayê û gotin tenê ji Cihûdan re didan bihîstinê.
20
Lê belê hinek zilamên Qibrisî û Kîrêneyî ên ji nav wan, çûn Antaqyayê, bi Grekan re dest bi axaftinê kirin û ji wan re jî mizgîna Xudan Îsa gotin.
21
Destê Xudan bi wan re bû û gellek kes bawer kirin û vegeriyan Xudan.
22
Nûçeya vana gîhaşt guhê Dêra ku li Orşelîmê ye û wan Barnabas heta Antaqyayê şandin.
23
Û dema ew gîhaşt û xêra Xudan dît, kêfxweş bû û bona ku ji dil bi Xudan ve girêdayî bin, hemûyan teşwîq kir;
24
ji ber ku ew mirovek qenc û bi Ruhê Pîroz ve tijî bû û gellek kes beşdarî Xudan bûn.
25
Û Barnabas, bona li Saûl bigere, çû Tarsûsê û
26
dema ew dît, wî anî Antaqyayê û wusa bû ku, ew heta salekî bi Dêra wir ve hatin cem hev û civakekî mezin perwerde kirin û navê Mesîhiyan, cara yekemîn, li Antaqyayê dan şagirtan.
27
Di wan rojan de hinek peyxamber ji Orşelîmê ve hatin Antaqyayê.
28
Ji vana yekî, navê wî Agabûs bû, rabû û bi navgîniya Ruh ve dabihîstin ku dê li hemûya dinê xelayek dijwar çê bibe; ev jî di dema qiraletiya Klawdîûs de bû.
29
Şagirtan biryar dan ku, dê her kes li gor hêza xwe alîkariyê ji birayên li Cihûstanê dijîn re bişînin;
30
vêya jî bi destê Barnabas û Saûl ve ji kalepîran re şandinê ve anîn cîh.
← Chapter 10
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 12 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28