bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Acts 27
Acts 27
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 26
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 28 →
1
Dema biryar hate dayîn ku em bi keştiyê ve herin Îtalyayê, Pawlos û hinek girtiyên din dan destê serpelekî navê wî Yûlyûs e û ji tabûra Awgûstos e.
2
Em li keştiyek Edremîtê ya dê serî bide hinek strîngehên li qeraxên Asyayê siwar bûn û vebûn behrê; ji Selanîkê ve Arîstarkoyê Makêdonî jî li cem me bû.
3
Û dotira rojê me serîkî da Saydayê û Yûlyûsê bi hevaltî nêzîkî Pawlos dibû, bona hewcedariyên xwe peyda bike hişt ku biçe cem hevalên xwe.
4
Û em ji wir ve vebûn û ji bin bayê Qibrisê ve derbas bûn, ji ber ku ba li dijî me bû.
5
Û em ji behra Kîlîkya û Pamfîlyayê derbas bûn û hatin bajarê Mîra ya Lîkyayê.
6
Serpelê ku keştiyek Îskenderiyê ya dê here Îtalyayê li wir dît, me li wê siwar kir.
7
Di nava gellek rojan de hêdî bi hêdî bi rê girtinê ve, bi zorekê em gîhaştin nêzîkî qeraxên bajarê Knîdosê; ji ber ku bahoz astengiyê ji me re derxist, em ji pozê Salmonê ve fitilîn û di bin bahozê Kirêtayê de me derbas kirin
8
û bi zorekê di qeraxê de em pêş ve çûn û hatin cîhê nêzîka bajarê Laseyê ku, navê wê Strîngehên Xweşik in bû.
9
Gellek wext hatibû buhirandin û ji xwe, ji ber ku Rojî derbas bûbû û êdî rêvîtiya behrê bi xeter bûbû, Pawlos şîretê li wan kir
10
û ji wan re got: Efendîno, ez dibînim ku, ev rêvîtiya dê tenê xesarê nade bar û keştiyê, dê gellek xesar û xerabiyê bide canên me jî!
11
Lê belê serpel, ji gotinên ku ji aliyê Pawlos ve têne gotin zêdetir bi serok û xwediyê keştiyê ve bawer dikir.
12
Ji ber ku strîngeh bona borîna zivistanê ne bikêrhatî bû, gellekan biryar dan ku ji wir vebin û ger mimkûn be bigihêjin strîngeha Fînîksê ya li bayê reş û bayê başûrê ve girtiye û ya Kirêtayê ye.
13
Û dema ji başûrê bayek qels hat, gotin qey dema ku li bendê ne hat û hesinên xwe girtin; di nêzîka qeraxên Kirêtayê de dest bi pêşveçûnê ve kirin.
14
Lê belê hîn pirr derbas nebûbû, ji giravê ve bahoza ku jê re dibêjin: Evrakîlon teqiya.
15
Û dema keştî li ber bahozê nikarîbû biçe, me xwe bi herikandinê ve berdan.
16
Lê belê gava em li ber giravek biçûk, ya ku jê re Klauda tête gotin derbas dibûn, me bizorkê lotkê zeft kirin.
17
Û piştî ku wê girtin jor, bi werisan ji bin ve dora keştiyê girtin; ji ber, ditirsiyan ku li xalîca Sîrtê dê li ser zinaran ve biqewimin, taximên babirekê daxistin û bi vî awayî xwe bi ber herikandinê ve berdan.
18
Ji ber ku bahozê me gellekî êşandibû, roja din ji keştiyê dest bi avêtina baran kirin
19
û roja sêwemîn, taximên keştiyê bi destên xwe ve avêtin behrê.
20
Gellek rojan ne roj, ne jî stêrk hatin xuya kirin û ji ber ku bahoz bi hemû dijwariya xwe didomand, êdî me hêviya xwe yî xelasiyê bitumî winda kiribû.
21
Û dema ku ew demek dirêj bê xwarin man, Pawlos wê gavê di navenda wan de sekinî û got: Efendîno, divê we min guhdarî bikirina û ji Kirêtayê veneqetiyana û rastî vê xesar û ziyanê nehatina.
22
Û niha ez ji we re dibêjim bi metirsî bin; ji ber ku dê ji nava we tu can winda nebe, dê tenê keştî mehf bibe!
23
Ji ber ku milyaketekî Xwedayê ku ez aidî wî me û qûlitiyê ji wî re dikim, îşev hate cem min û got:
24
Metirse, Pawlos! Hewce dike ku tu derkevî ber Qeyser û a vay, Xwedê hemû kesên bi te re rêwîtiyê dikin ji te re bexşandiye!
25
Ji bo vêya, efendîno, bi metirsî bin! Ji ber, ez ji Xwedê bawer im ku, dê mîna ku ji min re hatiye gîhandin bibe.
26
Lê belê hewce dike ku em li giravekê rûnin erdê!
27
Û gava şeva çardehan hat, em hîn di behra Adriyayê de diherikîn; nêzîkî nîvê şevê keştîvanan got ku qey nêzîkî giravê bûne
28
û kûritiya behrê pîvan û dîtin ku bîst qulac e; paşî hinek pêş ve çûn, carek din jî pîvan, dîtin ku panzdeh qulac e.
29
Ji qewimandina zinaran ve tirsiyan û ji aliyê dawiyê ve çar hesinan avêtin û bona ku roj bihilê dua kirin.
30
Keştîvanan bona ji keştiyê ve birevin xebitîn û dema wekî ji serî ve hesin bavêjin lotkê daxistin behrê;
31
Pawlos ji serpel û leşkeran re got: Ger ev li keştiyê nemînin, hûn nikarin xelas bibin!
32
Wê gavê leşkeran bend jêkirin û lotkê xistin behrê.
33
Û gava ku dikira roj bihilata, Pawlos bona xwarinê bixwin ji wan hemûyan rica kir û got: Îroj çardeh roj e hûn di nav sekinayiyekî xemgînî de ne, we tu tiştekî nexwarin û hûn birçî ne.
34
Ji bo vêya ez ji we rica dikim ku, xwarinê bixwin; ji ber ku bona xelasiya we ev hewce dike; ji ber ku dê ji serê we yekî, mûyekî porên we winda nebe!
35
Piştî ku vêya got, nan rahişt û li ber hemûyan ji Xwedê re şikir kir û wê parî kir û dest bi xwarinê ve kir.
36
Û hemûyan wêriyan û wan jî xwarinê xwarin.
37
Di keştiyê de em bi hemû du sed û heftê û şeş can bûn.
38
Û piştî ku ew ji xwarinê ve têr bûn, genim rijandin behrê û keştiyê sivik kirin.
39
Dema bû roj, reşayiyê nas nekirin; lê belê xalîcek bi seylax dîtin û di derheqê, gelo em ê bikaribin keştiyê bi wir ve bajon de, pendan li hev kirin.
40
Hesinan jêkirin û di behrê de hiştin; di yek demê de bendên dimenê jî jêkirin û babireka pêşiyê dan ber ba û bi vî awayî berê keştiyê dan sêlxanê.
41
Keştî li bilindahiyek qûmê ve qewimî û li erdê ve rûnişt; serê keştiyê di qûmê de çikiya û sekinî û qet neleqiya, lê belê paşiya keştiyê bi dijwariya pêlan ve dest bi belav kirinê ve kir.
42
Leşkeran, bona ku tu girtî di avê de ajne nekin û nerevin, di nêta kuştina wan de bûn.
43
Lê belê serpel, xwest ku Pawlos xelas bike û wan ji kirina nêta wan ve da sekinandin. Û bi gotina, pêşiyê yên ku ajnê dizanin xwe bavêjin behrê
44
û yên li şunda mane jî, hinekan li ser textan, hinekan jî li ser tiştên ku ji keştiyê ne ve derkevin reşayiyê, emir da. Û bi vî awayî wusa bû ku, her kes xelas bûn û derketin reşayiyê.
← Chapter 26
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 28 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28