bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Acts 22
Acts 22
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 21
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 23 →
1
Ya mêrno, birano û bavikno, niha xweparastina ku ez ê ji we re bikim, guhdarî bikin!
2
Û dema wan bihîstin ku ew bi zimanê Îbranî ji wan re diaxife, hîn jî bi zêdeyî bêdeng man û wî got:
3
Ez Cihûdekî li Kîlîkyaya Tarsûsê ve hatiye dinê me, lê belê, di bin lingên Gamalyel de, li vî bajarî hatim mezin kirin û mîna ku hûn îroj hemû ûsa ne, ez, bona Xwedê wekî bi xîret bim, li gor dijwariya zagona bapîran hatim perwerde kirin.
4
Min ji vê Rêya re heta kuştinê zulmê dikir, mêran û pîrekan bêcihêtî wan girêdidan û wan davêtin girtîgehê;
5
çawa ku, Serokkahîn û hemû sazûmana kalepîran ji min re şahdeyiyê dikin. Ji wan, ji birayan re nameyan stendim û bona yên li Şamê ne, bên ceza kirinê bi girêdayî bînim Orşelîmê, diçûm wir.
6
Û wusa bû ku, gava ez ber bi nîvrojê di rê de diçûm û nêzîkî Şamê dibûm, nişka ve ronahiyek mezin ji ezman ve dora min ronî kir.
7
Ez ketim erdê û min bihîst ku dengek ji min re dibêje: Saûl! Saûl! Çima tu zulmê li min dikî?
8
Lê min pirsa: Ya Xudan, tu kî yî? pirsî. Û wî ji min re got: Ez Îsayê Nisrêtî me; yê ku tu zulmê li wî dikî!
9
Yên bi min re her çiqas ronahiyê dîtin û bi tirsê ve tijî bûn jî, lê belê gotinên yê bi min re diaxife nebihîstin.
10
Û min got: Ya Xudan, divê ez çi bikim? Xudan ji min re got: Rabe û here Şamê! Hemû tiştên ku tu bi kirinên wan hatiye wezîfedar kirin, dê li wir ji te re bê gotin.
11
Û dema ji rewnaqiya wê ronahiya ku dibiriqe nikarîbûm ku bibînim, yên li cem min bûn, bi destên min girtin û min birin Şamê.
12
Zilamek bi navê Hananya yê li gor zagonê oldar, yê ku ji aliyê hemû Cihûdên ku li wir rûdinin ve bi qencî tête şahdeyî kirin hate cem min,
13
sekinî û ji min re got: Birayê Saûl, bila çavên te dîsa bibînin! Min jî di wê demê de wî dît.
14
Lê belê wî got: Xwedayê bapîrên me, bona tu xwestina wî bizanibî û yê bi Dad e bibînî û dengekî ji devê wî ve bibihîzî te bijartiye.
15
Ji ber, bona tiştên ku te dîtine û bihîstine, tuyê ji hemû mirovan re bibî şahdeyê wî.
16
Û niha, ma tu çi dereng dimînî? Rabe, vaftîz bibe, bangî navê Xudan bike û ji gunehên xwe were şûştin!
17
Û wusa bû ku, gava ez vegeriyam Orşelîmê, dema min di Perestgehê de dua dikir, ez ji xwe derbas bûm
18
û wî dîtim û ji min re got: Lez bike û zû ji Orşelîmê derkeve; ji ber ku dê şahdeyiya te, ya di derheqê min de qebûl nekin!
19
Û min got: Ya Xudan, ew bi xwe jî dizanin ku, min yên bawerî bi te dianîn davêtin hepsê û di keniştan de didam lêxistin
20
û dema xwîna şahidê te Steyfan hate rijandin, ez jî li wir sekinîbûm û ez bi vî karî razî bûm û li benda kincên yên ku wî kuştine mam.
21
Xudan jî ji min re got: Here, ji ber ku ez ê te ji dûra re, ji neteweyan re bişînim!
22
Wan heta vê gotinê li wî guhdarî kirin û dengê xwe bilind kirin û gotin: Zilamê ûsa ji rûyê erdê rake, ji ber ku jiyana wî ne li cîh e!
23
Dema ew bi vî awayî diqêriyan û bi kilkirina kincên xwe tozê bi hewayê ve diweşandin,
24
fermandar emir da ku wî bibin hundirê kelehê; bona fêhm bike ku ka ew bona çi ûsa li dijî wî diqêrîn, emir da ku bi qamçî kirinê wî bikişînin pirsiyariyê.
25
Lê belê gava wî bi şîpan ve girê didan, Pawlos ji serpelê li cem xwe disekine re got: Ma ji we re caiz e ku; hûn zilamekî Romî û hîn nehatiye daraz kirin, bidin ber qamçiyan?
26
Dema serpel vêya bihîst, çû xeber da fermandar û got: Tu çi dikî? Ji ber ku ev zilama, niştewarê Romayê ye!
27
Û fermandar hat û ji wî re got: Ka ji min re bibêje, gelo tu Romayî ye? Wî jî got: Erê!
28
Fermandar got: Min bi dana perekî pirr vê niştewariyê bi dest ve xist. Pawlos jî got: Lê belê ez ji bûyînê ve niştewarê Romayê me!
29
Wê wextê yên ku wî bikişînin pirsiyariyê, hema ji cem wî vekişiyan û fermandarê ku wî daye girêdanê jî, dema bihîst ku ew niştewarê Romayê ye, tirsiya.
30
Û hela ka, çima ji aliyê Cihûdan ve tête sûcdar kirin, bi xwestina ku hînî rastiya vêya bibe, dotira rojê wî vekir, ji serokkahînan re û ji hemûya Civata Netewî re, bona ku bicivin emir kir û Pawlos daxist jêr û derxist ber wan.
← Chapter 21
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 23 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28