bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Acts 10
Acts 10
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 9
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 11 →
1
Li Sezariyê, li Tabûra ku jê re Îtalyanî digotin, zilamekî bi navê Kornêlyûs hebû;
2
zilamekî bawermend û bi hemû maliyên xwe re yekî ji Xwedê ditirsiya bû; zehf sedeqe dida gel û her tim ji Xwedê re dua dikir.
3
Di nêzîkî saeta nehemîn ya rojê de di xewn û xeyalekî de, bi eşkeretî dît ku milyaketekê Xwedê hate cem wî û ji wî re got: Ya Kornêlyûs!
4
Û wî di nava tirsê de çavên xwe ber bi wî rakir û got: Çî ye, ya Xudan? Milyaket jî ji wî re got: Dua û sedeqeyên te, ji bona di bîranînê de gîhaştin qatê Xwedê!
5
Niha bona tu bangî Şîmûn ku, ji wî re Pêtrûs dibêjin, bikî, zilaman bişîne Yafayê.
6
Ew li mala Şîmûnê debax, yê ku mala wî li qeraxa behrê ye mêvan e!
7
Dema milyaketê ku jê re digot çû, wî ji xulamên xwe bangî du kesî û ji yên ku her tim xizmeta wî dikin re bangî leşkerek bawermend kir
8
û piştî ku her tiştî ji wan re got, wan şand Yafayê.
9
Dotira rojê dema wan rê girtibûn û nêzîkî bajêr bûbûn, saet li dora şeşan Pêtrûs, bona dua bike derket ser xanî.
10
Dema ew zehf birçî bû, xwarinê xwest û gava hîn xwarinê amade dikirin, ew ji xwe ve derbas bû.
11
Û wî dît ku ezman vedibe û firaqakî mîna çarşefekî mezin, ji çar alî ve hatiye berdan û dadikeve rûyê erdê;
12
di hundirê wê de bi her tewrî heywanên li rûyê erdê ve dijîn, yên çarling, marîjok û civîkên ezmanan hebûn.
13
Û dengekî ji wî re got: Rabe, Pêtrûs, serjêke û bixwe!
14
Lê belê Perûs got: Tu carî nabe, ya Xudan! Ji ber ku min tu carî tiştekî rêze, an jî mindar nexwariye!
15
Deng dîsa, cara duwemîn ji wî re got: Tiştên ku Xwedê paqij kiriye, tu rêze meke!
16
Û vêya sê carî çêbû û firaq hema bi ezman ve hate hilatin.
17
Pêtrûs di nava şaşiyê de bû; hîn difikirî ku ev xewn û xeyala ku dîtiye tê çi manê, a vay, zilamên ku ji aliyê Kornêlyûs ve hatibûn şandin, mala Şîmûn pirsîbûn û hatibûn ber deriyê derve xwe spartibûn.
18
Û wan bang kirin û pirsîn; ka Şîmûnê bi navê Pêtrûs ve tête nasîn, li vê malê mêvan e.
19
Û gava Pêtrûs hîn li ser xewn û xeyalê difikirî, Ruh ji wî re got: A vay, sê meriv li te digerin!
20
Lê belê rabe, dakeve jêr, qet ecêb nemîne û bi wan re here; ji ber ku min wan şand!
21
Pêtrûs daket jêr û ji zilaman re got: A vay, mirovê ku hûn li wî digerin ez im; gelo sedema hatina we çî ye?
22
Wan jî gotin: Mirovekî serpel, di navê Kornêlyûs de, rast û ji Xwedê ditirse û bi hemû gelê Cihûd ve qenc tê zanîn; milyaketekî pîroz emir da wî ku, bila te bangî mala xwe bike û guh bide gotinên te.
23
Li ser vêya wî wan bangî hundir kir û kir mêvan. Dotira rojê ew rabû, bi wan re derket rê û hinek birayên li Yafayê ne bi wî re çûn.
24
Û dotira rojê gîhaştin Sezariyê. Kornêlyûs jî mirovên xwe û hevalên xwe yî nêzîk civandibû, li benda wan bû.
25
Û gava Pêtrûs ket hundir, Kornêlyûs hat pêşwaziya wî û xwe avêt ber lingên wî û secde kir.
26
Lê belê Pêtrûs wî rakir û got: Rabe; ez jî mirovek im!
27
Û dema ew bi wî re diaxifî, ket hundir, dît ku gellek mirov civiyane
28
û ji wan re got: Hûn dizanin ku, yekî Cihûd, ger bi mirovekî ji neteweyek din re têkiliyan deyne, an jî here cem wî li dijî kevneşopa me ye; lê Xwedê nîşanî min daye ku, divê ez ji qet kesekî re rêze, an jî mindar nebêjim.
29
Ji bo vêya, dema hatim bang kirin, bêyî li dijsekinê hatim. Niha ez dipirsim: Gelo we bi çi armancî min dan anîn?
30
Kornêlyûs jî got: Çar roj berê, heta di van deman de ez rojî bûm, di saet nehan de, li mala xwe dua dikirim. Û a vay, zilamek kincên wî dibiriqe li ber min sekinî
31
û got: Kornêlyûs, dua te hate bihîstin û sedeqeyên te li ber Xwedê hatin bi bîr anîn!
32
Niha bişîne Yafayê, bangî Şîmûnê ku bi navê Pêtrûs ve tête nasîn, bike; ew li qeraxa behrê, li mala Şîmûnê debax mêvan e.
33
Li ser vêya, min hema ji te re şandin û te jî bi hatina xwe qenc kir. Niha em hemû bona her tiştê ku Xudan emir daye te guhdarî bikin, li vir, li ber Xwedê civiyane!
34
Pêtrûs jî devê xwe vekir û got: Ez bi rastî fêhm dikim ku, Xwedê li şexsan nanihêre;
35
lê belê ji her netewê, yê ku ji wî ditirse û dadiyê dike, ji wî re hêja ye!
36
Kelama ku bi navgîniya Xudanê her kesî Îsa Mesîh ve ji lawên Îsraêlê re bi mizgînî kirina xweşiyê ve şandiye;
37
paşî vaftîza ku Yehya waz kiriye, tiştê ku ji Celîlê dest pê kiriye û li hemûya Cihûstanê ve bûye,
38
yanê, ka Xwedê Îsayê Nisretî bi Ruhê Pîroz û bi qudretê ve çawa mesh kiriye û ew jî çawa bi qencî kirinê, bi şifê dayîna hemûyên ku ji aliyê Îblîs ve tahdê dîtine digeriya, hûn pê dizanin; ji ber ku Xwedê bi wî re bû.
39
Û ji hemû tiştên ku li welatê Cihûdan û Orşelîmê kirine re, em şahde ne û wî bi dar ve daliqandin û kuştin.
40
Xwedê, di roja sêwemîn de wî vejand û bi eşkeretî wî da xuyakirin;
41
ne ji hemûya gel re, tenê ji şahdeyên ku pêşiyê ji aliyê Xwedê ve hatine bijartin re, ji me re, ji yên piştî ku ji miriyan vejiya, bi wî re dixwarin û vedixwarin re.
42
Û wî emir da me ku, em ji gel re şahdeyiyê bikin û waz bidin ku Darazkirê mirî û zindiyan, yê ji aliyê Xwedê ve hatiye wezîfedar kirin, ew e.
43
Hemû peyxamber, di derheqê wî de şahdeyiyê dikin, gunehê her kesê ku bi wî bawerî anîne, bi navê wî tête bexşandin.
44
Hîn Pêtrûs van gotinan digot, Ruhê Pîroz daket ser her kesê ku gotinê dibihîzin.
45
Û hemû bawerkirên sunetkirî yên bi Pêtrûs re hatine, ecêb man, ji ber ku xelata Ruhê Pîroz li ser neteweyan jî rijiyabû.
46
Ji ber, wan dibihîstin ku, ew bi zimanan diaxifin û Xwedê bilindtir dikin. Wê gavê Pêtrûs bersiv da:
47
Vana jî mîna me Ruhê Pîroz stendine; ma bona ku vana vaftîz nebin, kî dikare avê qedexe bike?
48
Û wî emir da ku ew bi navê Îsa Mesîh vaftîz bibin. Wê gavê wan rica ji wî kirin ku, hîn çend rojan li cem wan bimîne.
← Chapter 9
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 11 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28