bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Acts 8
Acts 8
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 7
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 9 →
1
Û Saûl bi kuştina wî ve razî bûbû. Wê rojê li Orşelîmê, li dijî Dêrê dema zordestiyek giran dest pê kir; xeynî şagirtan, hemû belavî her aliyê Samîriyê û Cihûstanê bûn.
2
Û zilamên ji Xwedê ditirsin, Steyfan binax kirin û bona wî şînekî mezin girtin.
3
Lê belê Saûl, mal bi mal digeriya, Dêrê perîşan dikir û mêran û pîrekan kaş dikir û davêt girtîgehê.
4
Êdî yên ku belav bûne, mizgîniya gotinê kirin û geriyan.
5
Û Fîlîpûs çû bajarekî Samîriyê û ji wan re dest bi danasîna Mesîh kir.
6
Û gava gel nuwazeyên ku çêkirine bihîstin û dîtin, gişt pevra guh dan tiştên ku ji aliyê Fîlîpûs ve tên gotin.
7
Ji ber ku ji nava gellek kesî ruhên xerab bi bang kirina dengekî bilind derketin; gellek kesê felc û kûd hatin baş kirin.
8
Û li wî bajarî kêfxweşiyek mezin çêbû.
9
Lê belê li bajêr bi navê Şîmûn yekî sêrbaziyê dike û xwe mîna zilamekî mezin nîşan dide û bi vî awayî gelê Samîriyê şaş dike hebû
10
û bi gotina: Qudreta Xwedê, ya ji wê re dibêjin Mezin, ev e; ji biçûk heta mezin hemûyan bala xwe didan wî.
11
Ji ber ku di demeke dirêj de ye, wan bi sêrbaziya xwe şaş û metal hiştibû, bala xwe didan wî.
12
Lê belê dema bi gotinên Fîlîpûs yê Mizgîniya di derheqê Serweriya Xwedê û navê Îsa Mesîh de bawer bûn, zilam û pîrekan hatin vaftîz kirin.
13
Şîmûn bi xwe jî bawerî anî û vaftîz bû û her tim li cem Fîlîpûs ma û dema çêkirina nîşanên serxweza û mûcîzetên mezin dît, şaş û metal ma.
14
Û şagirtên li Orşelîmê ne, dema bihîstin ku gelê Samîriyê gotina Xwedê qebûl kirine, Pêtrûs û Yûhena ji wan re şandin.
15
Vana jî gava gîhaştin wir, bona ku Ruhê Pîroz bigirin, ji bo wan dua kirin;
16
ji ber ku ew hîn daneketibû ser wan yekî jî; tenê bi navê Xudan Îsa ve vaftîz bûbûn.
17
Wê demê şagirtan destên xwe danîn ser wan, wan jî Ruhê Pîroz girtin.
18
Û dema Şîmûn dît ku, bi vê rêxistina dest danîna şagirtan ve Ruhê Pîroz girtin, wî pere ji wan re anî û got:
19
Vê qudretê bidin min jî ku, ez her destê xwe deynim ser kî, bila Ruhê Pîroz bigire!
20
Lê belê Pêtrûs ji wî re got: Bila perê te bi te re helaq bibe! Ji ber ku te got qey ez ê xelata Xwedê bi peran ve bi dest bixim!
21
Di vî karî de ne para te heye û ne jî nisîbê te heye; ji ber ku dilê te li ber Xwedê ne rast e!
22
Niha ji vê xerabiya xwe ve tobe bike û li ber Xudan bigere, dibe ku ev fikra dilê te ji te re bête bexşandin.
23
Ji ber ku, ez te di tahliya ziravê de û pêwendiya rêşaşiyê de dibînim!
24
Şîmûn jî bersiv da û got: Bona min hûn li ber Xudan bigerin ku bila ji van gotinên we, tu yek neyê serê min!
25
Paşî ku wan li gor gotina Xudan şahdeyiyê kirin û gotin, li gellek gundê Samîriyê bi waz kirina Mizgîniyê vegeriyan Orşelîmê.
26
Lê belê milyaketekî Xudan ji Fîlîpûs re axifî û got: Rabe, here rêgeha ji başûr ve, ji Orşelîmê ve dadikeve Gazayê, ew der çol e.
27
Ew jî rabû û çû û a vay, zilamek ji Hebeşîstanê, wezîrê Kandakî ya qiralîça Hebeşîstanê, yekî hatiye xesandin yê berpirsiyarê hemû xezîneyên wê ye, bona peristinê hatibû Orşelîmê
28
û ew şunda vedigeriya û di erebeya xwe de rûniştî, Îşaya peyxamber dixwend.
29
Û Ruh ji Fîlîpûs re got: Here, bigihêje wê erebê!
30
Fîlîpûs jî baz da cem û bihîst ku ew Îşaya peyxamber dixwîne û got: Gelo tu tiştê ku dixwîne, fêhm dikî?
31
Wî jî got: Heta ku mirovek rê nîşanî min nede, ez ê çawa bikaribim ku fêhm bikim? Û bona ku Fîlîpûs siwar be û li cem wî rûne rica kir.
32
Û cîhê ku ji kitêbê ve dixwend ev bû: Mîna mîhan ji serjêkirinê re hate birin û çawa ku li ber kesên hirî diqusîne berxik dengê xwe dernexe, ûsa devê xwe venake.
33
Dema hate biçûk dîtin, dadî ji wî ve hate parastin. Dê kî nîjada wî di bîr de bîne? Ji ber ku, li rûyê erdê dawî dan jiyana wî.
34
Yê xesandî jî bersivê da Fîlîpûs û got: Ez ji te rica dikim, peyxamber vêya ji bo kî dibêje? Ji bo xwe, an ji bo yekî din?
35
Fîlîpûs jî devê xwe vekir û ji vî nivîsê ve dest pê kir û Mizgîniya di derheqê Îsa de têgihand wî.
36
Û dema di rê de diçûn, hatin cem avekê û yê xesandî got: A vay, av! Ma çi astengî li ber vaftîz bûna min heye?
37
Û Fîlîpûs got: Ger tu bi hemûya dilê xwe bawer bikî caiz e! Û wî bersivê da û got: Ez baweriyê tînim ku, Îsa Mesîh Lawê Xwedê ye!
38
Û wî emir da ku erebe bê sekinandin; Fîlîpûs û yê xesandî her du jî ketin nav avê û Fîlîpûs wî vaftîz kir.
39
Û dema ji avê ve derketin, Ruhê Xudan Fîlîpûs girt û bir û yê xesandî êdî ew nedît, ji ber ku bi kêfxweşiyê ve bi rêya xwe ve çû.
40
Lê Fîlîpûs jî li Aşdotê hate dîtin û heta ku bigihêje Sezariyê digeriya û li hemû bajaran mizgîniya Încîlê dikir.
← Chapter 7
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 9 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28