bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Acts 15
Acts 15
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 14
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 16 →
1
Hinek kesên ji Cihûstanê ve hatin, hînî birayan dikirin û digotin: Ger hûn li gor kevneşopa Mûsa sunet nebin, hûn nikarin xelas bibin!
2
Piştî ku Pawlos û Barnabas, gellekî bi wan re ketin guftego û keftûleftê, wan biryar dan ku, bila Pawlos û Barnabas, bi hinekê birayan re ji bona vê pirsa gengeşiyê herin Orşelîmê cem şagirt û kalepîran.
3
Bi vî awayî, yên ji aliyê Dêrê, ji rê ve hatin şandin û vegera neteweyan daxuyanî kirin û ji Fînîkyayê û Samîriyê ve derbas bûn û kêfxweşiya mezin dan hemû birayan.
4
Û dema gîhaştin Orşelîmê, ji aliyê Dêrê, şagirtan û kalepîran ve hatin qebûl kirin û hemû tiştên ku Xwedê bi navgîniya wan kiriye anîn ziman.
5
Lê belê hinek bawerkirên ji mezheba Fêrisiyan bûn, rabûn û gotin: Divê ew bêne sunet kirin û ji wan re emir bê dayîn ku li gor zagona Mûsa bikin!
6
Şagirt û kalepîran, bona ku vê pirsgirêkê biaxifin civiyan.
7
Û paşî guftegoyekê dirêj bû, Pêtrûs rabû ser pêlan û ji wan re got: Birano, hûn dizanin ku, bona neteweyan Mizgîniyê pêşiyê ji devê min bibihîzin û bi wê baweriyê bînin, Xwedê berî demekî dirêj, ji nav we min hilbijart.
8
Û Xwedayê ku bi dilan dizane, mîna ku ji me re kiriye, bi dayîna Ruhê Pîroz ji wan re jî şahdeyî kir
9
û wî di nava wan û me de tu cihêtiyê nekir, li ser bawerkirina wan, dilê wan jî safî kir.
10
Niha, hûn çima nîrekî ku, ne bavên me, ne jî me karibûn bikişandina, dixin histuyê şagirtan û Xwedê diceribînin?
11
Lê belê em bawer dikin ku em ê jî bi xêra Xudan Îsa ve mîna wan xelas bibin.
12
Û li ser vêya hemûya civakê bêdeng bû, dest bi guhdarkirina Barnabas û Pawlos kirin; wan çiqas nuwaze û mûcîzetên ku Xwedê bi navgîniya wan di nav neteweyan de çêkiriye, têgihandin.
13
Û piştî ku wan axaftina xwe qedandin, Aqûp dest bi gotinê kir û got: Birano, min guhdarî bikin!
14
Şîmûn anî ziman ku, Xwedê ji nava neteweyan, bona neteweyekî ji navê xwe re derxîne, cara yekemîn çawa seredaniya wan kiriye.
15
Û gotinên peyxamberan vana rast dike; mîna ku hatiye nivîsandin:
16
Paşî vêya ez ê vegerim û çadira Dawid, ya xerabûyî ji nû ve ava bikim. Û ez ê xirbên wê dîsa ava bikim û ez ê wê dîsa rakim ser pêlan.
17
Da ku, mirovên li paş mayî û hemû neteweyên navê min li ser wan hatiye bang kirin, bila li Xudan bigerin.
18
Xudanê ku van tiştana di destpêkê de têgîhandiye, dibêje.
19
Ji bo vêya, bi min, divê em ji kesên ji neteweyan vegeriyane Xwedê ve astengiyê dernexînin;
20
tenê bona ku bila xwe ji mindariya seneman, ji zînayê û ji yê hatiye xeniqandinê û ji xwînê ve biparêzin, ji wan re binivîsînin.
21
Ji ber ku ji demên kevnar ve, di her rojên Sebtê de li keniştan tête xwendin, li her bajarî, wazkirê Mûsa hene.
22
Wê çaxê ji hemûya Dêrê û şagirtan û kalepîran re, zilamên ku ji xwe ne, yanê, ji yên ku di nava birayan de pêş ve tên, Cihûdayê ku jê re Barsaba tête gotin û Sîlas bijartin û bi Pawlos û Barnabas re şandina Antaqyayê qenc xuyanî bû.
23
Bi navdîtiya wan ve wusa nivîsandin: Şagirt û kalepîr û birayan, ji birayên me yî ji neteweyan in û li Antaqyayê, li Sûriyê û li Kîlîkyayê ne re silavê dikin!
24
Me bihîst ku; ji nav me hinek kes hatine cem we, bi gotinên xwe aramiya we xera kirine û dilê we tevlihev kirine; me wan neşandibûn.
25
Ji bo vêya, me bi yek rayê qirar dan ku, em ê zilaman hilbijêrin û bi xoşewîstê me Barnabas û Pawlos ve bişînin cem we;
26
ew zilamên ku di oxra Xudanê me Îsa Mesîh de canê xwe ji çav avêtine nin.
27
Ji ber vê yekê me Cihûda û Sîlas ji we re şandin û dê ew van tiştan bi dev bighînin we.
28
Ji ber ku ji Ruhê Pîroz û ji me re qenc xuya kir ku, xeynî van tiştên hewce ne zêdetir, em tu tiştî li we nekin bar:
29
Xwe ji tiştên ku ji pûtan re hatine qurban kirin, ji xwînê û ji yê hatiye xeniqandinê û ji zînayê biparêzin; ger hûn ji vana birevin, hûn ê qenc bikin. Di xweşiyê de bin!
30
Bi vî awayî ew derketin rê û çûn Antaqyayê û Civakê li hev civandin û nameyê dan wan.
31
Û dema wan jî vêya xwendin, ji ber xemrevîniyê kêfxweş bûn.
32
Cihûda û Sîlasê ku bi xwe jî peyxamber bûn, bi gellek gotinan birayan teşwîq kirin û quwet dan wan.
33
Û piştî demekê li wir man, bona ku vegerin cem yê wan şandine, ji aliyê birayan ve bi dilxweşî hatin bi rê kirin.
34
Lê belê li wir mayîn ji Sîlas re qenc hate xuyanî kirin.
35
Lê belê Pawlos û Barnabas li Antaqyayê man, bi wekî din gellekan re ders dan û gotina Xudan waz dan.
36
Paşî çend rojan, Pawlos ji Barnabas re got: Niha em vegerin hemû bajarên ku me li wan gotina Xudan dane bihîstin û em seriyekî li birayan bixin, çawane em bibînin!
37
Barnabas, dixwest ku Yûhenayê bi navê Marqos ve tête nasîn jî bi xwe re bibe.
38
Lê belê Pawlos, li cîh nedît ku, zilamê li Pamfîlyayê wan sererû hiştiye û domî wezîfê nekiriye bi xwe re bibe.
39
Ji ber vê yekê keftûleftek dijwar derket, wusa ku, ji hev û din veqetiyan û Barnabas Marqos girt cem xwe û bi keştiyê, ber bi Qibrisê ve çû.
40
Lê belê Pawlos Sîlas bijart û paşî ji aliyê birayan ve li xêra Xudan hate emanet kirin, derket rê.
41
Û li herêmê Sûrî û Kîlîkyayê geriya û Dêran zeximand.
← Chapter 14
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 16 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28