bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Matthew 1
Matthew 1
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 2 →
1
Ev kitêba nîjada Îsa Mesîhê lawê Dawidê, lawê Birahîm e:
2
Birahîm bavê Îshaq bû; Îshaq bavê Aqûp bû; Aqûp bavê Cihûda û birayên wî bû;
3
Cihûda bavê Pêrez û Zerah, yên ku ji Tamara ve welidîne bû; Pêrez bavê Hesrûn bû; Hesrûn bavê Aram bû;
4
Aram bavê Amînadab bû; Amînadab bavê Nahşon bû; Nahşon bavê Selman bû;
5
Selman bavê Boazê ku ji Rehab ve welidiye bû; Boaz bavê Obêdê ku ji Rût ve welidiye bû; Obêd bavê Îşay bû
6
û Îşay bavê qiral Dawid bû. Qiral Dawid bavê Silêmanê ku ji jina Ûriya ye bû;
7
Silêman bavê Rehoboam bû; Rehoboam bavê Aviya bû; Aviya bavê Asa bû;
8
Asa bavê Yoşafat bû; Yoşafat bavê Yorem bû; Yorem bavê Ûziya bû;
9
Ûziya bavê Yotam bû; Yotam bavê Ahaz bû; Ahaz bavê Hîzkiya bû;
10
Hîzkiya bavê Manaşşe bû; Manaşşe bavê Amon bû; Amon bavê Yoşiya bû
11
û Yoşiya bavê Yêxonya û birayên wî; yên ku di dema sirgûnbûna Babîlê de welidîne bû.
12
Yêxonya bavê Şaltiyelê ku piştî sirgûnbûna Babîlê welidiye bû; Şaltiyel bavê Zerûbabel bû;
13
Zerûbabel bavê Abiyûd bû; Abiyûd bavê Êlyaqîm bû; Êlyaqîm bavê Azor bû;
14
Azor bavê Sadoq bû û Sadoq bavê Axîn bû; Axîn bavê Êliyûd bû;
15
Êliyûd bavê Êlazar bû; Êlazar bavê Metan bû; Metan bavê Aqûp bû;
16
Aqûp bavê Ûsivê mêrê Meryemê bû; ji Meryemê jî Îsayê ku bi navê Mesîh ve tête binavkirin welidî.
17
Bi vî awayî, nifşeyên ji Birahîm heta Dawid in, çardeh nifşe ne; ji Dawid heta sirgûnbûna Babîlê çardeh nifşe ne û ji sirgûnbûna Babîlê heta Mesîh çardeh nifşe ne.
18
Bûyîna Îsa Mesîh jî ûsa bû: Diya wî Meryem, destgirtiya Ûsiv bû; lê belê berî ku bi wê re bizewice; hate fêhm kirin ku ew ji Ruhê Pîroz ve ducanî bûye.
19
Lê belê destgirtiyê wê, Ûsiv mirovekî salih bû û nexwest wê rûreş bike û fikirî ku dizîka wê berde.
20
Lê belê çaxê ku ew vana difikirî, a vay, milyaketekî Xudan di xewnê de ji wî re xuya bû û got: Ya Ûsivê lawê Dawid, metirse, Meryemê ji xwe re jin bistîne; ji ber, yê ku di malzaroka wê de çêbûye ji Ruhê Pîroz e.
21
Ew ê lawekî bîne û divê tu navê Îsa lê bike; ji ber ku ew ê gelê xwe, ji gunehên wan xelas bike.
22
Ev hemû çêbûn ku, ew gotina Xudan bi navgîniya peyxamber bête cîh ku, dibêje:
23
A vay, dê qîz ducan be, lawek ji wê bibe û dê navê wî Îmanûêl deynin; ev jî tê wergerandin ku: Xwedê bi me re ye.
24
Gava Ûsiv ji xewê rabû, li gor emrê milyaketê Xudan kir û jina xwe anî cem xwe.
25
Û ew bi wê re raneket, heta ku lawê wê bû û wî navê Îsa li zarok kir.
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 2 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28