bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Matthew 25
Matthew 25
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 24
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 26 →
1
Wê çaxê Serweriya Ezmanan, dê bibe mîna deh qîzên azib ku qendîlên xwe rahiştine û çûne pêşwaziya zavê.
2
Ji wan pênc baqil û pênc bêaqil bûn.
3
Ji ber gava ku yên bêaqil qendîlên xwe rahiştin, rûn bi xwe re negirtin.
4
Lê belê yên baqil, rûn jî di qaban de tevî qendîlên xwe bi xwe re girtin.
5
Lê belê gava ku zava dereng ket, xew ket ser hemûyan û di xew de çûn.
6
Û nîvê şevê qêrînek hat: A vay, zava tê! Derkevin pêşiya wî!
7
Wê wextê hemû qîz rabûn û qendîlên xwe amade kirin.
8
Û yên bêaqil ji yên baqil re gotin: Ji rûnê xwe bidin me, ji ber ku qendîlên me ditemirin!
9
Lê belê yên baqil bersiv dan û gotin: Na, dibe ku rûn ji me û we re têrê neke; ya qenc, hûn herin cem yên rûn difiroşin û ji bo xwe bikirin!
10
Û dema ew çûn ku rûn bikirin, zava hat û ew qîzên ku amade bûn, tevî wî ketin dawetê û derî hate girtin.
11
Paşê qîzên din jî hatin û gotin: Ya Xudan, ya Xudan, li me veke!
12
Lê belê wî bersiv da û got: Bi rastî ez ji we re dibêjim: Ez we nas nakim!
13
Ji ber vê yekê hişyar bimînin! Ji ber ku hûn ne bi rojê û ne jî bi saeta ku Lawê Mirov tê dizanin.
14
Ji ber ew mîna zilamê ku gava çû welatekî din, bangî xulamên xwe bike û malê xwe emanetî wan bike ye.
15
Wî li gor hunerê wan, pênc telant da yekî, du telant da yekî û telantek jî da yekî û derkete rê.
16
Yê ku pênc telant girtibû hema çû, bi wan danûstendinê kir û pênc telantên din qezenc kir.
17
Bi vî awayî yê ku du telant girtîbûn jî, duduyên din qezenc kirin.
18
Lê belê yê ku telantek girtîbû, çû erd kola û pereyê efendiyê xwe veşart.
19
Û piştî demeke dirêj efendiyê wan xulaman hat û tevî wan hesabê xwe dît.
20
Yê ku pênc telant girtîbûn, pêş de hat, pênc telantên din jî anîn û got: Efendî, te pênc telant dabû min, a vay, min pênc telantên din jî qezenc kir.
21
Efendiyê wî jê re got: Aferîn, xulamê qenc û dilsoz! Tu di nav tiştên kêm de dilsoz bûyî, ez ê te deynim ser gellek tiştan; bikeve şênahiya efendiyê xwe!
22
Yê ku du telant girtîbû jî hat û got: Efendî, te du telant dabû min, a vay, min du telantên din jî qezenc kir.
23
Efendiyê wî jê re got: Aferîn, xulamê qenc û dilsoz! Tu di nav tiştên kêm de dilsoz bûyî, ez ê te deynim ser gellek tiştan; bikeve şênahiya efendiyê xwe!
24
Lê belê yê ku telantek girtîbû jî hat û got: Efendî, min dizanibû ku wekî tu mirovekî hişk î û cîhê ku te neajotiye, tu diçinî û cîhê ku te belav nekiriye, berhev dikî
25
û ez tirsiyam, çûm û telantê te di erdê de veşartim; a vay, malê te ji te re be!
26
Lê belê efendiyê wî bersiv da û ji wî re got: Xulamê xerab û zexel! Ma te dizanîbû ku, ez ji cîhê ku min neajotiye diçinim û cîhê ku, min belav nekiriye, berhev dikim?
27
Wê çaxê divê te perê min bida bankêran; gava ku ez bihatima, min ê pereyê xwe tevî selefa wî ve bigirta.
28
Ji ber vê yekê, wî telantî ji wî bigirin û bidin yê ku deh telantên wî hene!
29
Ji ber ku yê kî hebe, dê jê re bê dayînê û bê zêde kirin. Lê belê yê kî tune be, ya ku pê re heye jî dê jê bê girtin!
30
Û vî xulamê bêkêr bavêjin tariya derve! Li wê derê dê bibe girî û qirçîniya diranan.
31
Lê belê wexta ku Lawê Mirov hemû milyaketan pê re û bi mezinahiya xwe ve bê, hingê dê li ser texta xwe yî bilind rûne;
32
hemûya gelan dê li ber wî bicivîn û ew ê wan ji hev û din veqetîne, çawa ku şivan mîhan ji bizinan vediqetîne.
33
Dê mîhan bide milê xwe yî rastê û bizinan bide milê xwe yî çepê.
34
Wê wextê Qiral, dê ji yên ku li aliyê xwe yî rastê ne re bêje: Ya hûn, pîrozên Bavê min, werin, Serweriya ku ji bona we ji destpêka dinê ve amade bûye, mêras bigirin!
35
Ji ber ku ez birçî bûm û we xwarin dan min; ez tî bûm û we av dan min; ez xerîb bûm û we min girtin hundir;
36
ez tazî bûm û we kinc li min kirin; ez nexweş ketim û we serîdankê li min kirin; ez di girtîgehê de bûm û hûn hatin cem min.
37
Wê wextê dê yên salih bersivê bidin wî û bêjîn: Ya Xudan, ma kengê me te birçî dîtin û xwarinê da te, an te tî dîtin û av da te?
38
Û kengê me te xerîb dîtin û te girtin hundir, an jî te tazî dîtin û kinc li te kirin?
39
Û kengê me te nexweş an di girtîgehê de dîtin û em hatin cem te?
40
Dê Qiral bersivê bide û ji wan re bêje: Bi rastî ez ji we re dibêjim: Madem ku we ji van birayên minî herî biçûk yekî re kir, we ji min re kir!
41
Wê wextê ew, dê ji yên ku li aliyê xwe yî çepê ne re jî bêje: Yên lanet lê bûyî! Ji cem min herin nav agirê abadîn ku, ji bona Îblîs û milyaketên wî amade bûye!
42
Ji ber ku ez birçî bûm û we xwarinê nedan min, ez tî bûm û we avê nedan min;
43
ez xerîb bûm û we min negirtin hundir; ez tazî bûm û we kincan li min nekirin, ez nexweş û di girtîgehê de bûm û hûn nehatin cem min!
44
Wê wextê ew ê jî bersivê bidin û bêjin: Ya Xudan! Ma kengê me te birçî, an tî, an xerîb, an tazî, an nexweş, an jî di girtîgehê de dîtin û me ji te re xizmetê nekirin?
45
Wê wextê ew ê bersivê bide wan û bêje: Bi rastî ez ji we re dibêjim: Madem ku we ji vana yên herî biçûk yekî re nekir, we ji min re jî nekirin!
46
Û vana herin ezabê abadîn, lê belê yên salih dê herin jiyana abadîn!
← Chapter 24
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 26 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28