bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Matthew 23
Matthew 23
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 22
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 24 →
1
Wê wextê Îsa ji gel û şagirtên xwe re axifî û got:
2
Alimên zagonê û Fêrisiyan li ser kursiya Mûsa rûdinin.
3
Ji ber wê yekê ew çi ji we re bêjin, ûsa bikin û bînin cîh; lê belê mîna karên wan nekin; ji ber ku ew dibêjin û nakin.
4
Erê, ew barên giran û dijwar girêdidin, datînin ser pişta mirovan, lê belê ew bi xwe naxwazin, bi tiliya xwe jî wan bileqînin.
5
Lê belê ew hemû xebatên xwe ji bo dîtina mirovan dikin. Ji ber ku ew berbejnên xwe fireh û pêşê kincên xwe dirêj dikin;
6
di ziyafetan de cîhên jorîn û li keniştan ji kursiyên pêşîn
7
û di qadên sûkan de ji silavan û ji aliyê mirovan ve jî bi gotina: Ya Mamoste bên bang kirinê, hez dikin.
8
Lê belê bila ji we re nebêjîn: Mamoste, ji ber ku Mamosteyê we yek e û hûn hemû bira ne.
9
Li ser rûyê erdê hûn ji tu kesî re nebêjin: Bavo, ji ber ku Bavê we yek e, ew jî Bavê ezmanî ye.
10
Ne jî ji we re bêjin: Efendî, ji ber ku Efendiyê we yek e, Mesîh e.
11
Lê belê di nav we de yê herî mezin bila bibe xizmetkarê we.
12
Kesê ku xwe bilind bike, dê were nizm kirin û kesê ku xwe nizm bike, dê were bilind kirin.
13
Lê belê wey li we alimên zagonê û Fêrisiyan, durûno! Ji ber ku, hûn Serweriya Ezmanan li rûyê mirovan digirin! Ne hûn dikevinê û ne jî dihêlin, ewên ku dixwazin, bikevinê.
14
Wey li we alimên zagonê û Fêrisiyan, durûno! Ji ber ku hûn li aliyekî bona bidine xuyanî kirinê duayên dirêj dikin, lê li aliyê din jî hûn malên jinebiyan dadiqurtînin. Ji bo vê yekê dê daraziya we hîn jî girantir bibe!
15
Wey li we alimên zagonê û Fêrisiyan, durûno! Ji ber ku hûn li behr û erdê digerin ku, yekî bînin ser baweriya xwe û gava ku dibe, hûn wî ji xwe du qatî zêdetir dikin lawê dojehê!
16
Wey li we rêberên kor, yên ku dibêjin: Kî ku li ser Perestgehê sond bixwe, ne tiştek e; lê belê kî ku li ser zêrên Perestgehê sond bixwe, dê bibe deyndar.
17
Hûn, ya xêvikno û korno! Ma kîjan mezin e? Zêr an Perestgeha ku zêr pîroz dike?
18
Û dîsa hûn dibêjin: Kî ku bi gorîgehê sond bixwe ne tiştek e, lê belê kî ku bi boraqa li ser gorîgehê sond bixwe, dibe deyndar.
19
Hûn, ya korno! Ma kîjan mezin e? Boraq, an gorîgeha ku boraqê pîroz dike?
20
Ji ber vê yekê kî ku bi gorîgehê sond dixwe, ew him bi wê sond dixwe û him jî bi hemû tiştên ku li ser wê hene sond dixwe.
21
Û kî ku bi Perestgehê sond dixwe, ew him bi wê sond dixwe û him jî bi yê ku di wê de dijî sond dixwe.
22
Û kî ku bi ezmanan sond dixwe, ew him bi textê Xwedê sond dixwe û him jî bi yê ku li ser rûniştiye sond dixwe.
23
Wey li we alimên zagonê û Fêrisiyan, durûno! Ji ber ku hûn deheka pûjanê û anixê û reşkeyê didin û tiştên zagonê yên hîn girîngtir, dadiyê û dilsoziyê û baweriyê berdidin! Divê we wan bikirana û dev ji vana jî bernedana!
24
Ya rêberên kor! Hûn mêşa biçûk diparzînin û cihê dikin, lê belê devê dadiqurtînin!
25
Wey li we alimên zagonê û Fêrisiyan, durûno! Ji ber ku hûn rûyê derve yî fîncan û pincê paqij dikin, lê belê hundirê wan bi talan û xoroşiyê ve tijî ne!
26
Ya Fêrisiyê kor! Pêşiyê hundirê fîncan û pincê paqij bike ku, li derve jî paqij bibe.
27
Wey li we alimên zagonê û Fêrisiyan, durûno! Ji ber ku hûn mîna gorên sipî kirine ku, ji derve qenc xuya dibin, lê belê hundirê wê bi hestiyê miriyan û bi hemû heramiyê ve tijî ye!
28
Hûn jî, ûsa ji derve bi mirovan re qenc xuya dibin, lê belê ji hundir ve hûn bi durûtî û fesadiyê ve tijî ne.
29
Wey li we alimên zagonê û Fêrisiyan, durûno! Hûn gorên peyxamberan çêdikin, gorên kesên salih jî dixemilînin
30
û dibêjin: Ger em di rojên bavên xwe de hebûna, me li tev wan xwîna peyxamberan nedirijandin.
31
Bi vî awayî hûn bi xwe şehadetî didin ku, hûn lawên yên ku peyxamber kuştine nin.
32
Belê, hûn jî pîveka bavên xwe tijî bikin!
33
Hûn, hey marno! Hûn, hey nîjada margîskan! Ma hûn ê çawa ji dîwana dojehê birevin?
34
Bi vî awayî, a vay, ez ê ji we re peyxamberan û mirovên zana û alimên zagonê bişînim; hûn ê ji wana hinekan bikujin û xaç bikin û hinekan di keniştên xwe de bidin ber qamçiyan û bajar bi bajar biqewirînin
35
ku; hemû xwîna bêsûc, ya li ser rûyê erdê hatiye rijandin dê bê ser we; ji xwîna Habîlê bê sûc heta xwîna Zekeryayê lawê Berexya, ew ê ku we di nav Perestgeh û gorîgehê de kuşt.
36
Bi rastî ez ji we re dibêjim: Ev hemû tişt dê bên serê vî nifşê!
37
Orşelîm, Orşelîma ku peyxamberan dikuje û şandiyên ku jê re hatine şandin kevir dike! Çend caran xwestim ku, ez zarokên te li cem xwe bicivînim, çawa mirîşk çêlikên xwe di binê perên xwe de dicivîne, lê belê we nexwestin!
38
A vay, dê mala we li we wêran û vala bimîne.
39
Ji ber ku ez ji we re dibêjim: Heta ku hûn bêjin: Yê ku bi navê Xudan tê, Pîroz be!, êdî hûn ê min nebînin.
← Chapter 22
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 24 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28