bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Matthew 5
Matthew 5
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 4
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 6 →
1
Gava Îsa ajaweyê dît, hilkişiya çiyê û dema rûnişt, şagirtên wî hatin cem wî.
2
Û wî devê xwe vekir, hînî wan kir û got:
3
Xwezî li yên ku di ruh de xizan in; ji ber ku Serweriya Ezmanan ya wan e!
4
Xwezî li yên ku di şînê de ne; ji ber ku ew ê bêne xemrevîn kirin!
5
Xwezî li yên ku nefsbiçûk in; ji ber ku ew ê erdê bi mêrasî bistînin!
6
Xwezî li yên ku ji rastiyê re birçî û tî bûne; ji ber ku ew ê bêne têr kirin!
7
Xwezî li yên ku dilsoz in; ji ber ku dê ji wan re dilsozî bête kirin!
8
Xwezî li yên ku dilê wan paqij in; ji ber ku ew ê Xwedê bibînin!
9
Xwezî li yên ku aşitîxwaz in; ji ber ku dê ji wan re lawên Xwedê bête gotin!
10
Xwezî li yên ku di oxra rastiyê de zulmê dikişînin; ji ber ku Serweriya Ezmanan ya wan e!
11
Dema mirov di oxra min de gazinan li we bikin û zulmê li we bikin û li dijî we bi derewan hemû cûreyên xerabiyê bibêjin, xwezî li we!
12
Kêfê bikin û bikêfê bicoşin; ji ber ku xelata we li ezmanan mezin e; ji ber, wan li peyxamberên ku berî we bûn jî ûsa zulmê kirin.
13
Xwêya erdê hûn in. Lê belê ger xwê tama xwe winda bike, dê mirov çawa tama xwê bide wê? Êdî dê qenciya wê bi tu tiştekî re nebe; ji bilî ku bavêjin derve û di bin lingên mirovan de bête pelixandin.
14
Ronahiya dinê hûn in. Bajarê ku li serê çiyê ye, nayê veşartin.
15
Mirov çira jî vênaxine û naxe bin olçekê, lê wê datîne ser ref û ronahiyê dide hemûyên ku di malê de ne.
16
Ûsa jî bila ronahiya we li ber mirovan şewle bide ku, bila ew jî xebatên we, yên qenc bibînin û ji Bavê we yî li ezmana ye re şikir bikin.
17
Nebêjin qey ez bona ji holê rakirina zagon an jî peyxamberan hatime. Ez nehatim ku betal bikim, lê ez hatim ku wan hemûyan temam bikim!
18
Bi rastî ez ji we re dibêjim: Berî windabûna erd û ezman, herfek an jî niqtukek biçûk ji zagonê winda nabe, heta ku hemû bêne cîh.
19
Ji ber vê yekê, kî ji van emiran yekî herî biçûk xera bike û bi wî awayî hînî mirovan bike, dê ji wî kesî re, di Serweriya Ezmanan de yê herî biçûk bête gotin; lê belê kî ku wan bîne cîh û hîn bike, di Serweriya Ezmanan de dê ji wî re yê mezin bête gotin.
20
Ez ji we re dibêjim ku, ger rastiya we ji rastiya zagonzan û Fêrisiyan ne zêdetir be, hûn tu carî nikarin têkevin Serweriya Ezmanan!
21
We bihîstiye ku, ji kalikan re hatiye gotin: Nekuje! Kî ku bikuje, dê darazkirinê li xwe heq bike.
22
Lê belê ez ji we re dibêjim: Her kesê ku ji birayê xwe hêrs bibe, dê bibe mistehaqê darazkirinê. Û her kesê ku ji birayê xwe re bibêje: Raka! dê bibe mistehaqê Civata Netewî. Û her kesê ku bibêje: Ehmeq! dê bibe mistehaqê agirê dojehê.
23
Ji ber vê yekê dema tu xelata xwe di pêşkêşgehê de pêşkêş dikî, ger li wê derê bête bîra te ku dilê birê te ji te maye,
24
xelata xwe li wê derê, li ber pêşkêşgehê bihêle û berê here, bi birayê xwe re li hev were û paşê vegere, xelata xwe pêşkêş bike!
25
Dema tu bi dozdarê xwe re hîn di rê de diçî, destê xwe zû bigre û bi wî re li hev were ku ew te nede destê dadger û dadger jî te nede destê pasban û tuyê bi girtîgehê ve neyê avêtin.
26
Bi rastî ez ji te re dibêjim: Heta ku tu qurişê xwe yî dawîn nede, tu nikarî ji wir derkevî!
27
We bihîstiye, hatiye gotin ku: Zinê meke!
28
Lê belê ez ji we re dibêjim, kî bi dilbijînê li jinikekê binihêre, wî di dilê xwe de êdî tevî wê zinê kiriye.
29
Ger çavê te yî rastê te ber ve sûckirinê bibe, wî derxîne û ji xwe bavêje! Ji ber ku ji te re hîn jî çêtir e ku, endamekî te winda bibe, lê belê hemû bedena te nekeve dojehê.
30
Û ger destê te yî rastê te berbi sûckirinê bibe, wî jêke û bavêje! Ji ber ku ji te re hîn jî çêtir e ku, endamekî te winda bibe, lê belê hemû bedena te nekeve dojehê.
31
Ev jî hatiye gotin: Kî jina xwe berde, bila kaxeza jinberdanê bide wê.
32
Lê belê ez ji we re dibêjim: Kî ku xeynî sedema zinê jina xwe berde, ew dibe sedema zinê kirina wê û kî ku bi jina berdayî re bizewice, zinê dike.
33
We ev jî bihîstiye ku, ji kalikan re hatiye gotin: Bi derewan sond nexwe û tuyê sondên xwe ji Xudan re bide.
34
Lê belê ez ji we re dibêjim: Qet sondê nexwin, ne bi ezmanan, ji ber ku ew texta Xwedê ye,
35
ne bi erdê, ji ber ku ew pêlika bin lingên wî ye, ne jî bi Orşelîmê, ji ber ku ew bajarê Qiralê mezin e.
36
Û ne jî bi serê xwe sondê bixwe, ji ber ku tu nikarî têlekî serî sipî bikî, an reş bikî.
37
Lê bila gotina we: Erê – erê! an jî: Na – na be! Ji vê zêdetir ji yê xerab e.
38
We bihîstiye ku, hatiye gotin: Ji çav re çav û ji diran re diran!
39
Lê belê ez ji we re dibêjim: Li hember yê xerab nesekinin; ger yek şîrmaqekê li rûyê te yî rastê xe, yê din jî bide ber.
40
Û ger yek bixwaze ku bi te re here dadgehê û kirasê te ji te bistîne, eba xwe jî ji wî re bihêle.
41
Û ger yek zorê li te bike, mîlekê te di rê ve bibe, pê re du mîlan here.
42
Bide yê ku ji te bixwaze û wecê xwe ji yê ku ji te deyn bixwaze, venegerîne!
43
We bihîstiye ku, hatiye gotin: Ji cîranê xwe hez bike; ji dijminê xwe jî bikerihe.
44
Lê belê ez ji we re dibêjim: Ji neyarên xwe hez bikin û ji bona yên ku zulmê li we dikin, dua bikin.
45
Ûsa ku, hûn bibin zarokên Bavê xwe yî ezmanan. Ji ber ku ew roja xwe him li ser qencan, him jî li ser xeraban re hiltîne û baranê him li ser rastan ve him jî li ser çewtan ve dibarîne.
46
Ger hûn tenê ji hezkiriyên xwe hez bikin, ma dê çi qenciya wê ji we re bibe? Ma karmendên bacê jî ûsa nakin?
47
Û ger hûn tenê silavê bidin birayên xwe, ma hûn çi tiştî ji yên din zêdetir dikin? Ma pûtperest jî ûsa nakin?
48
Ji ber vê yekê, çawa ku Bavê we yî ezmanan kamil e, hûn jî ûsa kamil bin!
← Chapter 4
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 6 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28