bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Matthew 19
Matthew 19
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 18
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 20 →
1
Û wusa bû ku, gava Îsa ev axaftina qedand, ji Celîlê derket û hat sînorê Cihûstanê, ya ji Urdunê wêdetir e.
2
Û ajaweyeke mezin ya gel li pey wî çûn û Îsa wan li wê derê baş kir.
3
Û Fêrisî hatin cem wî, ew ceribandin û jê re gotin: Ma dibe ku, bi her sedemekê mêr jina xwe berde?
4
Îsa bersiv da û ji wan re got: Ma we nexwendiye ku di destpêkê de Afirkar, wan jin û mêr xuliqandiye?
5
Û got: Bona vê yekê, mêr dayik û bavê xwe berde û bi jina xwe ve bizeliqe û dê herdu jî bibin bedenek.
6
Ji ber vê yekê ew êdî ne dudu ne, lê belê bedenek in. Ango yên ku Xwedê wan kiriye yek, bila mirov wan ji hev neke!
7
Wan ji Îsa re gotin: Ma çima Mûsa emir da ku, mêr kaxeza jinberdanê bide jinê û wê berde?
8
Îsa ji wan re got: Mûsa bona dil hişkiya we emir da we ku, hûn jinên xwe berdin; lê belê di destpêkê de ne ûsa bû.
9
Û ez ji we re dibêjim: Kî ku xeynî sedema zinê jina xwe berde û bi yeka din re bizewice, zinê dike; yê ku bi ya hatiye berdan re dizewice jî zinê dike.
10
Şagirtan ji Îsa re gotin: Ger rewşa mêr bi jinê re ûsa be, zewac ne qenc e!
11
Lê belê Îsa ji wan re got: Hemû mirov nikarin wê gotina qebûl bikin; tenê yê ku jê re hatiye dayîn, dikare qebûl bike.
12
Ji ber, xesandiyê ku ji dayikê bûyînê ve hene û xesandiyê ji aliyê mirovan ve hatine xesandin hene û yên ku xwe di oxra Serweriya Ezmanan de dixesînin jî hene. Yê ku dikare vêya qebûl bike, bila qebûl bike!
13
Wê demê zarokên biçûk anîn cem Îsa ku, ew destê xwe deyne ser wan û dua bike. Lê belê şagirtan bi wan re xeyidîn.
14
Lê belê Îsa got: Zarokên biçûk berdin û pêşiya wan negirin ku, bila ew bêne cem min; ji ber ku Serweriya Ezmanan ji yên ûsa re ye!
15
Û Îsa destê xwe danî ser wan û ji wê derê çû.
16
Û a vay, zilamek nêzîkî Îsa bû û got: Ya Mamoste! Ez çi qenciyê bikim ku, jiyana abadîn bi dest bixim?
17
Û Îsa jê re got: Çima tu bona qenciyê ji min dipirsî? Xeynî yekî tu kes ne qenc e, ew jî Xwedê ye! Lê ger tu dixwazî, bikevî jiyanê, emiran bîne cîh!
18
Wî jî ji Îsa re got: Ma kîjanan? Îsa jê re got: Mekuje! Zinê meke! Diziyê meke! Şahdeyiya derewîn meke!
19
Ji bav û diya xwe re hurmetê bike û ji cînarê xwe mîna xwe hez bike!
20
Mirovê xort jê re got: Min vana hemûyan aniye cîh; êdî çi kêmasiya min heye?
21
Îsa ji wî re got: Ger tu dixwazî bêkêmasî bibî, here, çi tiştê te heye bifiroşe û bide xizanan û dê li ezmanan xizna te hebe û were, li pey min bimeşe!
22
Lê belê dema ku yê xort ev gotin bihîst, bi xemgînî çû, ji ber ku zehf hebûna wî hebû.
23
Û Îsa ji şagirtên xwe re got: Bi rastî ez ji we re dibêjim ku: Ji dewlemend re zehmet e ku, bikeve Serweriya Ezmanan!
24
Û dîsa ji we re dibêjim: Deve dê ji qula derziyê re bi rehetî derbas bibe, lê belê ji dewlemend re zehmete ku, bikeve Serweriya Xwedê!
25
Û gava ku şagirtan ev yek bihîst, ecêb man û gotin: Ma êdî kî dikare, xelas be?
26
Û Îsa li wan nihêrt û ji wan re got: Ev tişt li cem mirovan nemimkun e, lê belê li cem Xwedê her tişt mimkun e.
27
Wê gavê Pêtrûs bersiv da û ji Îsa re got: A vay, me hemû tişt hiştin û li pey te hatin, ma ji me re çi hebe?
28
Îsa jî ji wan re got: Bi rastî ez ji we re dibêjim: Gava Lawê Mirov di nûbûna her tiştî de li ser textê xwe yî bilind rûnî, hûn, yên ku li pey min tên, hûn ê jî li ser donzdeh textî rûnin û daraziya donzdeh eşîretên Îsraêlê bikin.
29
Û kî ku mala xwe, an birayên xwe, an xwuşkên xwe, an bavê xwe, an diya xwe, an jina xwe, an zarokên xwe, an erdê xwe ji bona navê min li cîh hiştine, ew ê sed qatî bistînin û dê jiyana abadîn bi mêrasî bistînin.
30
Lê belê, dê pirrên pêşîn bibin yê dawî û yên dawî jî bibin yê pêşîn.
← Chapter 18
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 20 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28