bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Matthew 13
Matthew 13
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 12
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 14 →
1
Wê rojê Îsa ji malê ve derket û li qeraxa golê rûnişt.
2
Û ajaweyek ewqas mezin li dora wî civiya bûn ku, ew bi xwe kete lotkê û rûnişt û hemûya ajaweyê li qeraxê sekinîbûn.
3
Û Îsa bi wekokan ji wan re gellek tişt axifî û got: A vay, cotkar rabû ku, tovê biçîne.
4
Û gava ku wî çand, hinek ji wan ketin devê rê û teyr hatin û ew xwarin
5
û hinekên din ketin ser cîhê kevirî, li wir ax zêde tunebû û zû hêşîn bûn, ji ber ku kûriya axê tunebû.
6
Lê belê gava roj derket, ew şewitîn; ji ber ku rehê wan tunebû hişk bûn.
7
Û hinekên din jî ketin nava stiriyan û stirî rabûn û ew xeniqandin.
8
Û hinekên din jî ketin nava erdê qenc û hinekan bi sed, hinekan bi şêst û hinekan jî sî qat ber dan.
9
Yê ku guhên wî hebe, bila bibihîze!
10
Û şagirt hatin û ji Îsa re gotin: Ma tu çima ji wan re bi wekokan dibêjî?
11
Û wî bersiv da û got: Zanîna rêzên di derheqê Serweriya Ezmanan de ji we re hatiye dayîn, lê belê ji wan re nehatiye dayîn.
12
Ji ber, yê kê ku hebe, ji wî re bête dayîn û zêde be û yê kê ku tunebe, çiqasî wî hebe jî, dê ji wî bête stendin.
13
Ez ji ber vê yekê bi wekokan ji wan re dibêjim ku, ew dibînin jî, lê nabînin û dibihîzin jî, lê nabihîzin û fêhm nakin.
14
Û li ser wan peyxambertiya Îşaya tê cîh ku dibêje: Hûn ê bi guhan bibihîzin û fêhm nekin û hûn ê bi çavan bibînin û tu car hilnebijêrin!
15
Ji ber ku dilê vî netewî stûr bûye û bi guhên xwe giran dibihîzin û çavên xwe jî digirin ku, nebe bi çavên xwe bibînin û bi guhên xwe bibihîzin û cardin jî vegerin ku ez wan baş bikim.
16
Lê belê xwezî li çavên we ku, dibînin û guhên we ku, dibihîzin!
17
Ji ber ku bi rastî ez ji we re dibêjim: Gellek peyxamber û mirovên salih dixwestin van tiştên ku hûn dibînin bibînin û nedîtin û tiştên ku hûn dibihîzin, xwestin ku bibihîzin û nebihîstin.
18
Ka hûn wekoka cotkar guhdarî bikin:
19
Her kesê ku gotina Serweriya Ezmanan dibihîze û fêhm nake, yê xerab tê û yê ku di dilê wî de hatiye çandin hildikişîne. Vêya tova ya ku di devê rê de hatiye çandin e.
20
Yê li cîhê kevirî hatiye çandin jî ew e ku, gava gotinê dibihîze, zû bi eşq wê qebûl dike;
21
lê belê reha wî tuneye, lê ji bo demekê ye û gava bona gotinê tengasiyê an jî zulmê dibîne, ew hema tilpekî dibe.
22
Û yê di nava stiriyan de hatiye çandin jî ew e ku, gotinê dibihîze û xemên vê dinyayê û dewlemendiya derew gotinê dixeniqînin û ew bê zad dimîne.
23
Yê ku di nav erdê qenc de hatiye çandin jî ew e ku, gotinê dibihîze, fêhm dike û dexlê dide, hinek sed, hinek şêst û hinek jî sî qatî.
24
Îsa wekokekî din da û ji wan re got: Serweriya Ezmanan mîna mirovekî ye ku, di nav zeviya xwe de tovê qenc çand.
25
Lê belê gava her kes di xew de çûn, dijminê wî hat û di nav genim de zîwan çand û çû.
26
Û gava genim gihîşt û ber da, zîwanê jî xuya kir.
27
Û xizmetkarên xwediyê malê hatin û ji wî re gotin: Efendî, ma te di nav zeviya xwe de tovê qenc neçandiye? Wê çaxê ev zîwan ji ku hat?
28
Û wî ji wan re got: Neyarekî vêya kiriye! Xizmetkaran jî ji wî re gotin: Wê çaxê, gelo tu dixwazî ku em herin wan berhev bikin?
29
Lê belê wî got: Na! Nebe ku gava hûn zîwanê rakin, genim jî pê re derxînin.
30
Bihêlîn ku, herdu jî bi hev re mezin bin, heta roja çinandinê û roja çinandinê ez ê ji daskêşan re bibêjim: Bila pêşiyê zîwanê biçinin, gurz û gurz girêdin ji bona şewatê, lê belê genim bikine embara min!
31
Îsa wekokekê din danî ber wan û got: Serweriya Ezmanan mîna hebekî xerdelê ye, ya ku zilamekî wê girt û di zeviya xwe de çand.
32
Ew heba ku ji hemû tovan ve biçûktir e, lê belê gava mezin dibe, ji sewzeyan mezintir e û ew dibe dar; ûsa ku, teyrên ezmanan tên û xwe li ser guliyên wê datînin.
33
Îsa wekokekê din ji wan re got: Serweriya Ezmanan mîna havêna hevîr e, pîrekekê vêya rahişt û di nav sê olçek ard de, heta ku hemû tirş bû wê veşart.
34
Îsa hemûyên van tiştan bi wekokan ji gel re got û wî bêyî wekok qet tiştekî ji wan re nedigot;
35
da ku, gotina ku bi navgîniya peyxamber ve hatiye gotin bête cîh: Ez ê devê xwe bi wekokan ve vekim, tiştên ku ji xuliqandina dinê vir ve veşartîne ez ê eşkere bikim.
36
Wê wextê Îsa gel berda û çû malê. Û şagirtên wî hatin cem wî û gotin: Wekoka genim û zîwanê ji me re şîrove bike!
37
Û Îsa bersiv da û ji wan re got: Yê ku tovê qenc çand, Lawê Mirov e;
38
zevî jî dinya ye û tovê qenc zarokên Serweriyê ne û zîwan zarokên yê xerab in;
39
neyarê ku zîwanê çandiye Îblîs e; dema çinandinê dawiya dinê ye û oraqvan jî milyaket in.
40
Û çawa ku zîwanê dicivînin û dişewitînin, dawiya vê dinê jî dê ûsa be.
41
Lawê Mirov dê milyaketên xwe bişîne û ew ê ji Serweriya wî hemûyên ku, mirovan ji rê derdixînin û xerabiyê dikin, hilbijêrin
42
û bavêjin agirê tifikê; li wir dê bibe girî û qirçîniya diranan.
43
Wê wextê mirovên rast dê di Serweriya Bavê xwe de mîna rojê şewle bidin. Yê ku guhê wî heye, bila bibihîze!
44
Dîsa Serweriya Ezmanan mîna xizna di nav zeviyekê de hatiye veşartinê ye. Mirovekî ew dît û dîsa veşart û bi şabûnê ve çû, hemû hebûna xwe firot û wê zewiya stend.
45
Dîsa Serweriya Ezmanan mîna tucarekî, li pey inciyekî qenc ve digere ye.
46
Û gava wî inciyek pirr biqîmet dît, ew çû hemû hebûna xwe firot û wê stend.
47
Dîsa Serweriya Ezmanan mîna tora bi nava behrê ve hatiye avêtin e ku, bi her celebî masî dikevinê.
48
Gava tor tijî bû, kaşî qeraxê kirin û rûniştin û masiyên qenc bijartin avêtin qaban, lê belê yên xerab avêtin derve.
49
Di dawiya dinê de dê ûsa be; milyaket werin, xeraban ji qencan hilbijêrin
50
û bavêjin agirê tifikê; li wê derê dê bibe girî û qirçîniya diranan.
51
Îsa ji wan re got: Ma we hemû van tiştan fêhm kirin? Wan ji wî re gotin: Erê, Xudan!
52
Wî jî ji wan re got: Bona vê yekê, her qanûnzanekî ku ji bo Serweriya Ezmanan hîn bûyî, mîna xwediyê malê ye ku, ew ji xizna xwe tiştên kevin û nû derdixe.
53
Û wusa bû ku, gava Îsa van wekokan qedand, ji wê derê çû.
54
Û gava ew hat welatê xwe, di kenişta wan de ji wan re da hîn kirin; wusa ku, ew ecêb man û gotin: Ma ev zanyariya vî zilamî û ev karên wî yê qudretê ji ku derê ne?
55
Ma ev ne lawê xerat e? Navê diya wî ne Meryem e? Aqûp û Ûsiv û Şîmûn û Cihûda ne birayên wî ne?
56
Ma hemû xwuşkên wî ne li cem me ne? Niha ev hemû tiştên vî mirovî ji ku derê ne?
57
Û ew ji wî tilpekî bûn. Lê belê Îsa ji wan re got: Peyxamberek ji bajarê xwe û ji mala xwe pê ve li tu cîhê din ne bêqedir e!
58
Û bona ku ew bêbawerî bûn, Îsa li wê derê zêde mûcîzetan çênekir.
← Chapter 12
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 14 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28