bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Matthew 8
Matthew 8
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 7
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 9 →
1
Dema ew ji çiya ve daket, ajaweyek mezin li pey wî çûn.
2
Û a vay, yekî bi cizam nêzîkî wî bû û bi gotina: Ya Xudan, ger tu bixwazî dikarî min pak bikî, jê re secde kir.
3
Îsa jî destê xwe dirêj kir û dest li wî da û got: Dixwazim, pak bibe! Di wê demê de ew ji cizama xwe pak bû.
4
Û Îsa ji wî re got: Tu carî ji kesekî re nebêje; lê here û xwe nîşanî kahîn bide û bona ku şahdeyê bikin, xelata ku Mûsa emir daye, pêşkêşî wan bike!
5
Gava Îsa kete Kefernahûmê, sitvanek hate cem wî, li ber geriya û got:
6
Ya Xudan! Xulamê minî kûd li malê radikeve, zehf êşê dikişîne!
7
Îsa ji wî re got: Ez ê werim û wî baş bikim!
8
Sitvan bersivê da û got: Ya Xudan! Ez ne hêja me ku, tu bê mala min; lê belê tenê gotinekê bêje û dê xulamê min baş bibe!
9
Ji ber ku ez jî mirovekî bin emr im û di bin destê min de jî leşker hene û ez ji yekî re dibêjim: Here! diçe, ji yê din re dibêjim: Were! tê û ji xulamê xwe re dibêjim: Vî tiştî bike! ew dike.
10
Û gava Îsa vêya bihîst, şaş ma û ji yên li paşî xwe ve dihatin re got: Bi rastî ez ji we re dibêjim: Min di Îsraêlê de jî baweriyeke ûsa mezin nedît!
11
Û ez ji we re dibêjim ku: Gellekan dê ji rojhilatê û ji rojavayê bên û di Serweriya Ezmanan de tevî Birahîm û Îshaq û Aqûp dê li sifrê rûnin;
12
lê belê dê zarokên Serweriyê bêne avêtinî tariya derve; li wir dê bibe girî û qirçîniya diranan.
13
Û Îsa ji sitvan re got: Here! Bila li gor baweriya te ji te re bibe. Û wê demê xizmetkarê wî baş bû.
14
Û gava Îsa hat mala Pêtrûs, xwesiya wî di nava tayê de raketî dît.
15
Îsa bi destê wê girt û tayê jê berda û ew jî rabû û ji wî re xizmet kir.
16
Gava êvar bû, gellek kesên cinoyî anîn cem wî; wî bi gotinekê ruhên xerab derxist û hemû nexweşan baş kir.
17
Vêya ûsa bû ku, ew gotina bi navgîniya Îşaya peyxamber ve hatiye gotin bête cîh: î nexweşiyên me girtin ser xwe û êşên me bi xwe kişand.
18
Dema ku Îsa ajaweyên mezin li dora xwe dît, emir da şagirtan ku herin wî aliyê dinî golê.
19
Wê wextê alimek zagonê nêzîkî wî bû û got: Mamoste, tu bi ku derê ve biçî, ez ê jî li pey te bêm!
20
Û Îsa ji wî re got: Qulên rêviyan hene û hêlînên teyrên ezmanê hene, lê belê cîhekî Lawê Mirov nîne ku ew serê xwe lê bisipêre.
21
Şagirtekî wî yê din jî ji wî re got: Xudan, destûrê bide min ku, ez berê herim û bavê xwe defîn bikim!
22
Îsa ji wî re got: Tu li pey min were û bihêle, bila mirî miriyên xwe defîn bikin!
23
Gava Îsa ket lotkekê, şagirtên wî jî tevî wî siwar bûn.
24
Û a vay, bahozek mezin di nav golê de rabû, wusa ku, lotke di nav pêlan de winda dibû; ew jî di xew de bû.
25
Û şagirt nêzîkî wî bûn, wî hişyar kirin û gotin: Ya Xudan, me xelas bike! Em helaq dibin!
26
Û Îsa ji wan re got: Çima hûn ditirsin, ya bawerîkêmno? Wê demê rabû, bi bahoz û golê ve pekiya û bêdengiyek mezin çêbû.
27
Û mirovan şaş man û gotin: Ev yekî çawa ye ku, ba û gol jî ji wî re îtaet dikin?
28
Û dema ku Îsa hate welatê Gerdarîniyan, ya ku li aliyê hember bû, du zilamên cinoyî yên ji nav goristanê derketine pêşwaziyê li wî kirin. Bona ku ew zehf har bûn, tu kes nikarîbû ji wê rêya ve derbas bibûna.
29
Û a vay, wan kirin qêrîn û gotin: Ya Lawê Xwedê! Ma te çi ji me ye, tu ji berî wextê hatî vir ku, lêdanê li me bikî?
30
Keriyekî berazan ya mezin, a ku ji wan dûrtir diçêriya hebû.
31
Cinan li ber wî geriyan û gotin: Ger tuyê me derxînî, bihêle em herin, bikevin nava keriyê berazan!
32
Û wî ji wan re got: Herin! Ew derketin û çûn nav berazan û a vay, hemûya keriyê berazan ji kendalê, bi golê ve hatin avêtin û di avê de xeniqîn.
33
Lê belê şivan reviyan û çûn bajêr û her tiştî û çi ku hatibû serê cindaran, gotin.
34
Û a vay, hemû mirovên bajêr derketin pêşiya Îsa û gava ew dîtin, ji wî rica kirin ku, bila ji sînorên wan ve vekişe.
← Chapter 7
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 9 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28