bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Matthew 26
Matthew 26
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 25
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 27 →
1
Û wusa bû ku, gava Îsa hemûyên van gotinan qedand, ji şagirtên xwe re got:
2
Hûn dizanin ku piştî du rojê Cejna Fisihê ye û Lawê Mirov bona bê xaçkirin dê bi dest ve bête dayîn.
3
Wê wextê serokên kahînan û kalepîrên gel di hewşa Serokkahîn de ku, navê wî Qayafa bû civiyan.
4
Û bi hev re şêwirîn ku Îsa bi hîle bigirin û bikujin.
5
Lê belê wan digotin: Bila ev kar di vê cejnê de nebe ku, di nav gel de tevlihevî nebe!
6
Û gava Îsa li Beytanyayê di mala Şîmûnê bicizam de bû,
7
pîrekek di qabekî mermerê sipî de, bi rûnê zehf bêhnxweş ve hat cem wî û gava ew li sifrê rûniştîbû, pîrekê rûn bi ser serê wî ve rijand.
8
Lê belê gava şagirtan ev yek dîtin, hêrs bûn û gotin: Ma ji bona çi ev destbelavî kirin?
9
Ji ber hewce bû ku, ev rûn bi qîmetekî giranbuha bihata firotin û wê bidana xizanan!
10
Lê belê Îsa bi vê dizanîbû û ji wan re got: Ma çima hûn pîrekê diêşînin? Ji ber ku wê karekî qenc ji min re kir!
11
Ji ber ku dê xizan her tim li cem we bin, lê belê ez ê her tim ne li cem we bim.
12
Ji ber ku pîrekê ev rûnê bêhnxweş bi ser bedena min ve rijand ku, min ji bo binaxkirinê amade bike.
13
Bi rastî ez ji we re dibêjim: Ev Mizgînî di dinê de, li ku derê bê danasîn kirin, dê kirina vê pîreka jî ji bona bîranîna wê bête gotin!
14
Wê wextê yek ji Donzdehan ku, ji wî re digotin Cihûdayê Îsxeryotî, çû cem serokên kahînan
15
û got: Ger ez wî bidim destê we, hûn ê çi bidin min? Wan jî sî zîv jê re soz dan ku, bidin wî.
16
Bona ku Îsa bide dest, ew ji wê wextê ve li fersendê digeriya.
17
Di roja yekemîn ya Cejna Nanê Bêhavên de, şagirt hatin cem Îsa û jê re gotin: Tu li ku derê dixwazî, xwarina Fisihê bixwî ku, em ji te re amade bikin?
18
Wî jî got: Herin bajêr, li cem filan mirovî û ji wî re bêjin: Mamoste dibêje, wexta min nêzîk e; ez ê tevî şagirtên xwe di mala te de Fisihê pîroz bikim!
19
Û şagirtan çawa ku Îsa ji wan re emir dabû, ûsa kirin û xwarina Fisihê amade kirin.
20
Gava ku êvar bû, ew tevî her donzdeh şagirtên xwe li sifrê rûnişt.
21
Gava ku wan hîn xwarinê dixwarin, Îsa got: Bi rastî ez ji we re dibêjim: Yekî ji we dê min bide dest!
22
Û ew jî gellekî xemgîn bûn û her yekî ji wan ji wî re got: Ya Xudan, ma ez im?
23
Wî bersiv da wan û got: Yê ku pariyê xwe tevî min, di feraxa xwarinê de dakir, ew e yê ku dê min bide dest.
24
Jixwe Lawê Mirov, li gor ku bona wî hatiye nivîsîn diçe, lê belê wey li serê wî mirovî ku, dê Lawê Mirov bi navgîniya wî, bi dest ve tête dayîn! Ger ew mirov nebûba, dê jê re qenctir biba.
25
Cihûdayê ku ew da dest, bersiv da û got: Ya Mamoste! Ma ez im? Îsa jî ji wî re got: Mîna gotina te ye!
26
Gava wan nan dixwarin, Îsa nan rahişt, dua şikiriyê kir, ew şikand, da şagirtan û got: Bigirin, bixwin! Ev bedena min e.
27
Û kaseyek rahişt, şikir kir û da wan û ji wan re got: Hûn hemû ji vê vexwin!
28
Ji ber ku ev xwîna min ya Peymanê ye ku, ji bo bexşandina gunehên gellekan dê bête rijandin.
29
Lê belê ez ji we re dibêjim: Êdî ez tu carî ji bera mêwa rez venaxwim; heta wê roja ku ez ê tevî we, di Serweriya Bavê xwe de ya nû vexwim!
30
Û wan qesîdekê gotin, derketin Çiyayê Zeytûnê.
31
Wê wextê Îsa ji wan re got: Îşev hûn ê hemû ji min tilpekî bibin; ji ber ku hatiye nivîsîn: Ez ê li şivan xînim û dê mîhên keriyê belav bibin.
32
Lê belê piştî ku ez ji mirinê rabim, ez ê berî we herim Celîlê.
33
Lê belê Pêtrûs bersiv da û ji wî re got: Ger hemû di te de tilpekî bibin jî, ez qet tilpekî nabim!
34
Îsa ji wî re got: Bi rastî ez ji te re dibêjim: Îşev hîn berî bang kirina dîk, tuyê sê carî min înkar bikî!
35
Pêtrûs ji wî re got: Ger hewce bike, ez ê tevî te bimirim jî, dîsa ez te qet înkar nakim! Hemûya şagirtan jî ûsa gotin.
36
Wê wextê Îsa tevî wan çû cîhekî ku, navê wê Gêtşêmanî bû û ji şagirtên xwe re got: Li vir rûnin, heta ku ez herim û li wê derê dua bikim!
37
Û Pêtrûs û herdu lawên Zebedî bi xwe re girt û dest pê kir, xemgîn û zehf teng bû.
38
Wê wextê ji wan re got: Canê min di dereca mirinê de zehf xemgîn e; hûn li vir bisekinin û li tev min hişyar bimînin!
39
Hinekî pêş ve çû û ket ser rûyê xwe, dua kir û got: Bavê min! Ger mimkun be, bila ev kase ji min derbas bibe; lê belê ne mîna xwestina min, bila mîna xwestina te bibe!
40
Û ew hate cem şagirtan û wan di xew de dît û ji Pêtrûs re got: Ma qene we nikaribûn bi min re saetekê hişyar bimana?
41
Hişyar bimînin û dua bikin ku, hûn neyên ceribandin! Her wekî ruh dilxwaz e, lê belê beden bêquwet e.
42
Îsa cara duwemîn çû, dua kir û got: Bavê min! Ger heta ku ez wê kasê venexwim, derbasbûna wê mimkun nabe, bila xwestina te bibe!
43
Û dema ew hat, dîsa wan di xew de dît; ji ber ku çavên wan giran bûbûn.
44
Wan di cîh de hişt, dîsa dûr ket, cara sêwemîn dua kir û dîsa wan gotinan got.
45
Wê wextê Îsa hate cem şagirtan û ji wan re got: Êdî di xew de biçin û rehet bikin; a vay, saet nêzîk bû û Lawê Mirov bi destê gunehkaran ve tête dayîn.
46
Rabin, em herin! A vay, yê ku min dide dest, nêzîk bû.
47
Îsa hîn diaxifî, a vay, Cihûdayê ku yek ji Donzdehan bû hat, tevî wî komekî mezin ya mirovan bi dar û şûran ve ku, ji aliyê serokên kahînan û kalepîrên gel ve hatibûn şandin, hebû.
48
Û yê ku ew da dest, nîşanek dabû wan û gotibû: Ez kîjanî ramûsînim, ew e, bi wî bigrin!
49
Ew hema nêzîkî Îsa bû û got: Silav ji te re Mamoste! û wî ramûsand.
50
Îsa jî ji wî re got: Heval, ma tu bona çi hatî? Li ser vêya ew nêzîk bûn, dest dan ser Îsa û pê girtin.
51
A vay, yek ji ewên ku tevî Îsa bûn, dest avêt şûrê xwe kişand û li xulamê Serokkahîn xist û guhê wî jêkir.
52
Wê wextê Îsa ji wî re got: Şûrê xwe dîsa bike cîhê wê! Ji ber ku hemûyên ku şûr dikişînin, dê bi şûr ve bimirin!
53
An jî tu dibêjî, ma qey ez nikarim ji Bavê xwe lava bikim û ew jî aniha ji donzdeh lejyonan zêdetir milyaket nagihîne min?
54
Lê belê nivîsên ku dibêjin, divê hemû ûsa bibin, dê çawa bêne cîh?
55
Wê saetê Îsa ji ajaweyê re got: Mîna rabûna li hember rêbirekî bi şûran û daran, ma hûn ji bona girtina min hatine? Ez her roj di Perestgehê de rûdiniştim û min we hîn dikir, we bi min nedigirtin.
56
Lê belê hemûyên vana bûn ku, nivîsên peyxamberan bêne cîh. Wê wextê hemû şagirtan wî di cîh de hiştin û reviyan.
57
Yên ku bi Îsa girtibûn, wî birin cem Serokkahîn Qayafa; alimên zagonê û kalepîran li wir civiyabûn.
58
Pêtrûs ji dûr ve heta hewşa Serokkahîn li pey wî çû û kete hundir tevî nobedaran rûnişt, bona ku dawiyê bibîne.
59
Serokên kahînan û hemûya Civata Netewî, ji bona ku Îsa bikujin, li dijî wî li şahdeyên derewîn digeriyan.
60
Û her wekî gellek şahdeyên derewîn hatin jî, lê dîsa jî ya ku lê digeriyan nedîtin.
61
Lê belê di dawiyê de du şahdeyên derewîn hatin û gotin: Vî mirovî got: Ez dikarim, Perestgeha Xwedê xera bikim û di nav sê rojan de dîsa wê çêbikim!
62
Û Serokkahîn rabû û ji Îsa re got: Ma tu qet bersivê nadî? Ev çi şahdeyiye ku vana li dijî te dikin?
63
Lê belê Îsa bêdeng ma. Û Serokkahîn ji wî re got: Ez te li cem Xwedayê zindî didim sondê, ger Lawê Xwedê, Mesîh tu yî, ji me re bêje!
64
Îsa jî ji wî re got: Mîna ku te gotiye yî! Lê belê ez ji we re dibêjim: Ji niha pê ve hûn ê bibînin ku, Lawê Mirov, li aliyê rast, yê Qudretê rûniştiye û li ser ewrên ezmanan ve tê!
65
Wê wextê Serokkahîn kincên xwe çirand û got: Wî kufr kir! Êdî çi hewcedariya me ji şahidan re heye? A vay, we niha kufriyên wî bihîstin.
66
Ma hûn çi dibêjin? Wan bersiv dan û gotin: Wî mirinê li xwe heq kir!
67
Wê gavê tifî rûyê wî kirin û bi kulmikan li wî xistin; hinekan jî şîrmaq lê didan
68
û digotin: Ya Mesîh, ma yê ku li te dixe kî ye? Peyxambertiyê ji me re bike!
69
Pêtrûs li derve, di hewşê de rûniştî bû. Û keçika xizmetkar hat cem wî û got: Tu jî tevî Îsayê Celîlî bû!
70
Lê wî li ber hemûyan înkar kir û got: Ez nizanim ku tu çi dibêjî.
71
Dema ku ew derket ber derî, keçikek din ya xizmetkar wî dît û ji yên ku li wê derê ne re got: Ev mirov jî bi Îsayê Nisretî re bû!
72
Û wî dîsa bi sondê înkar kir û got: Ez wî mirovî nas nakim!
73
Û hineke pişt re yên ku li wir bûn, çûn cem Pêtrûs û gotin: Bi rastî tu jî ji wan î; ji ber ku axaftina te, te eşkere dike!
74
Wê wextê wî lanet li xwe kir, sond xwar û got: Ez wî mirovî nas nakim! Û hema dîk uriya.
75
Pêtrûs ew gotina Îsa anî bîra xwe ku, ji wî re gotibû: Berî ku dîk biure, tuyê sê caran min înkar bikî. Û ew derket derve û bi êş û jan giriya.
← Chapter 25
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 27 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28