bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Matthew 28
Matthew 28
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 27
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
1
Û piştî Sebtê, ber ve roja yekem ya hefteyê de, di dema dest pê kirina berbangê de, Meryema Mejdelanî û Meryema din hatin ku li gorê binihêrin.
2
Û a vay, erdhejîneke mezin bû; ji ber ku milyaketekî Xudan ji ezmanan hate xwarê û hat kevir gindirand û li ser rûnişt.
3
Xuyabûna wî mîna birûskê bû û kincên wî mîna berfa sipî bûn.
4
Nobedar ji tirsa wî lerizîn û bûn mîna miriyan.
5
Û milyaket bersiv da û ji jinan re got: Hûn metirsin! Ji ber ez dizanim ku hûn li Îsayê ku hatibû xaçkirin digerin.
6
Ew ne li vir e; ji ber ku ew rabûye, mîna ku wî gotîbû. Werin, ew cîhê ku Xudan razayîbû, bibînin!
7
Û zû herin, ji şagirtên wî re bêjin: Ew ji nav miriyan rabûye û a vay, ew berî we diçe Celîlê û li wir hûn ê wî bibînin. A vay, min ji we re got!
8
Jin bi tirs û şabûneke mezin hema ji gorê çûn, reviyan ku ji şagirtan re bêjin.
9
Û a vay, di wê demê de Îsa rastî wan hat û got: Silav ji we re! Ew jî nêzîkî wî bûn, xwe avêtin lingên Îsa û ji wî re secde kirin.
10
Wê wextê Îsa ji wan re got: Metirsin; herin û ji birayên min re bêjin ku, bila ew biçin Celîlê û ew ê li wir min bibînin!
11
Wexta ku ew diçûn, a vay, hinek ji leşkerên nobedar hatin bajêr û hemû tiştên bûyî ji serokên kahînan re gotin.
12
Û piştî ku ew tevî kalepîran civiyan û şêwirîn, zehf pere dan leşkeran û gotin:
13
Bêjin, şagirtên wî şev hatin û gava ku em di xew de bûn, ew dizîn.
14
Û ger ev xeber bigihêje guhê walî, em ê wî bixapînin û em nahêlin tu zirar bê we.
15
Wan jî pere girtin û çawa ku ji wan re hatibû hînkirin, kirin. Û ev gotin di nav Cihûdan de heta îroj belav bûye.
16
Lê belê yanzdeh şagirt çûn Celîlê, çiyayê ku Îsa ji wan re gotibû.
17
Û gava ku wan Îsa dîtin, jê re secde kirin; lê belê hinekan şik kirin.
18
Îsa hat cem wan û bi wan re axifî û got: Hemû rayedariya ezman û erdê ji min re hatiye dayîn.
19
Niha hûn herin, hemû neteweyan bikin şagirt û wan bi navê Bav û Law û Ruhê Pîroz ve vaftîz bikin
20
û bi girtina hemû tiştên ku min ji we re emir kirine hînî wan bikin. Û a vay, ez hemûya rojan, heta dawiya dinê bi we re me! Amîn.
← Chapter 27
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28