bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Matthew 2
Matthew 2
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 3 →
1
Niha, gava Îsa li Beytlehema Cihûstanê, di rojên qiraletiya Hêrodês de welidî; a vay, stêrknas ji rojhilatê hatin Orşelîmê
2
û bi gotina: Ka Qiralê Cihûdan yê ku bûyiye, li ku derê ye? Ji ber ku me li rojhilatê stêrka wî dît û bona ku em peristinê ji wî re bikin, hatin!
3
Gava ku qiral Hêrodês vêya bihîst, ew lerizî û hemû Orşelîm jî pê re.
4
Wî hemû serokên kahînan û alimên zagonê yên gel civand û ji wan pirsî: Ka divê Mesîh li ku derê biwelide?
5
Wan ji wî re got: Li Beytlehema Cihûstanê, ji ber ku bi navgîniya peyxamber ûsa hatiye nivîsîn:
6
Û tu, ya Beytlehema li warê Cihûstanê! Tu di nav serokên Cihûstanê de, tu carî ne yê ku herî biçûk î; ji ber ku serokê gelê min yê ku Îsraêlê bajo dê ji te ve derkeve.
7
Wê demê Hêrodês bi dizîka bangî stêrknasan kir û wextê xuyabûna stêrkê ji wan tam hîn bû
8
û wî wan şand Beytlehemê û ji wan re got: Herin, bi balkêşî lêkolînê li her tiştên ku di derheqê zarok de ne bikin; dema ku hûn wî bibînin, bighînin min ku, ez jî bêm û ji wî re secde bikim!
9
Gava vana ev tişt ji qiral ve bihîstin, çûn û a vay, ew stêrka ku li rojhilatê dîtibûn, di pêşiya wan de diçû; heta ser wî cîhê ku zarok lê bûyiye û sekinî.
10
Gava ku wan jî ew stêrk dîtin, bi dilşayiyeke zehf mezin dilgeş bûn.
11
Û çûn hundir, zarok tevî diya wî Meryemê dîtin. Li ber wî ketin ser rûyê xwe û ji wî re secde kirin; xizneyên xwe vekirin, zêr, bixûr û rûnê bêhnxweş bi diyarî dan wî.
12
Û ji ber ku di xewna xwe de bona venegerin cem Hêrodês hatin îkaz kirin, ji rêyek din ve vegeriyan welatê xwe.
13
Gava ku stêrknas ji wir çûn, milyaketê Xudan di xewnê de ji Ûsiv re xuya bû û got: Rabe, zarok û diya wî bigire û bireve Misirê û li wir bimîne, heta ku ez ji te re bêjim, ji ber ku Hêrodês li zarok digere ku, wî bikuje!
14
Ûsiv jî rabû, zarok û dayika wî girt û bi şev çû Misirê.
15
Û heta mirina Hêrodês ew li wir ma. Vêya ûsa bû ku, ew gotina Xudan bi navgîniya peyxamber hatibû gotin, bête cîh: Min ji Misirê bangî Lawê xwe kir.
16
Gava Hêrodês dît ku ji aliyê stêrknasan ve hatiye xapandin, zehf hêrs bû û li Beytlehemê û di hundirê hemû sînorên wê de, li gor dema ku qenc ji stêrknasan ve hîn bûye, hemû zarokên law, yên du salî û jê biçûktir in da kuştin.
17
Bi vî awayî ev gotina ku bi navgîniya Yêremya peyxamber ve hatibû gotin, hate cîh:
18
Ji Ramayê ve dengek hat bihîstin girî û şîna giran, Rahêl ji bona zarokên xwe digirî û naxwaze bê xemrevînî kirin, ji ber ku êdî ew tune ne!
19
Gava Hêrodês mir, milyaketê Xudan li Misirê di xewnê de ji Ûsiv re xuya bû û got:
20
Rabe, zarok û diya wî bigire û here welatê Îsraêlê; ji ber, yên ku li kuştina zarok digeriyan, mirin!
21
Ûsiv rabû, lawik û diya wî girt û vegeriya welatê Îsraêlê.
22
Lê belê gava wî bihîst ku, Arxêlayo li şuna bavê xwe Hêrodês li ser Cihûstanê bûye qiral; tirsiya ku vegere wir. Û di xewnê de hate îkaz kirin, ew vekişiya herêma Celîlê.
23
Û ew çûn bajarekî ku, ji wê re dibêjin Nisret. Ev ûsa bû ku, ew gotina bi navgîniya peyxamberan hatiye gotin, bête cîh; ya ku dibêje: Dê ji wî re yê Nisretî bibêjin.
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 3 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28