bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Matthew 24
Matthew 24
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 23
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 25 →
1
Û gava Îsa ji Perestgehê derket û çû, şagirtên wî hatin cem wî ku xaniyên Perestgehê nîşanî wî bidin.
2
Îsa jî bersiv da wan û ji wan re got: Ma hûn van hemûyan nabînin? Bi rastî ez ji we re dibêjim: Li vir kevir li ser kevir namîne ku, neyê hilweşandin!
3
Wexta ku Îsa li ser Çiyayê Zeytûnê rûniştîbû, şagirtên wî bi tenê hatin cem wî û ji wî pirsiyan: Ji me re bêje, ma ew tiştana dê kengê bibin? Nîşana hatina te û dawiya vê dinê dê çi be?
4
Îsa bersiv da û ji wan re got: Hay ji xwe hebin, nebe ku kes we ji rê derxîne!
5
Ji ber ku gellek dê bi navê min bên û bêjin: Mesîh ez im û dê gellekan ji rê derxînin!
6
Hûn ê dengê şeran û gotinên şer bibihîzin, hay ji xwe hebin ku, hûn netirsin; ji ber hewceye ku ev tişt bibin; lê belê hîn dawî nîne.
7
Ji ber ku gel li hember gelan û qiraletî li hember qiraletiyan rabin, cîh cîhan dê birçîtî, weba û erdhejînan bibin.
8
Lê hemûya van tiştan, destpêka jana ne.
9
Wê wextê dê tengasiyê bidin we, we bikujin û bona navê min hemûya gelan ji we bikerihin.
10
Û wê gavê gellek tilpekî bibin, hev û din didin dest û ji hev û din bikerihin.
11
Û dê gellek peyxamberên sexte derkevin û gellekan ji rê derxînin.
12
Û ji bo zêdebûna xerabiyê, dê hezkirina gellekan sar bibe.
13
Lê belê kî ku heta dawiyê ber xwe bide, ew ê xelas bibe.
14
Û ev Mizgîniya Serweriyê, bona ku ji hemûya netewan re şahdeyiyê bike, dê li hemûya dinê ve bête waz dayîn û dawî dê wê demê were.
15
Niha, gava tiştê têkçûnê tîne û mekruh ya ku bi navgîniya Danîêl peyxamber ve hatiye gotin, hûn li cîhê pîroz çikandî bibînin – bila xwendevan fêhm bike –,
16
wê wextê yên ku li Cîhûstanê ne, bila birevin çiyan;
17
yê li ser xanî ye, bila ji wir neyê xwarê ku, ji mala xwe tiştekî bigire
18
û yê ku li nav zeviyê ye jî, bila bona girtina eba xwe venegere.
19
Lê belê wey li ducanî û berdergûşa, di wan rojan de!
20
Dua bikin ku, bila reva we li zivistanê, an jî di roja Sebtê de nebe.
21
Ji ber ku wê wextê tengasiyekî ûsa mezin dê bibe ku, ji destpêka dinê ve heta niha mîna wê nebûye û tu car dê nebe jî.
22
Ger ew rojana nehatana kurt kirin, tu kes xelas nedibû; lê belê ji bona xatirê bijartiyan dê ew rojana bên kurt kirin.
23
Wê wextê, ger yek ji we re bêje: A vay, Mesîh li vir e! an jî: Ew li wir e! bawer nekin.
24
Ji ber ku Mesîhên sexte û peyxamberên sexte dê derkevin, elamet û nuwazeyên mezin bikin ku, ger mimkun be bijartiyan jî ji rê ve derxînin.
25
A vay, min ji berê ve ji we re got.
26
Ger ew ji we re bêjin: A vay, ew li çolê ye! dernekevin, an bêjin: A vay, ew di oda hindur de ye! bawer nekin.
27
Ji ber ku çawa birûsk ji rojhilatê derdikeve û heta rojavayê xuya dike, dê hatina Lawê Mirov jî ûsa be.
28
Ji ber ku li ku derê berate hebe, qertel jî li wir bicivin.
29
Lê belê hema li pey tengasiya wan rojan, dê roj tarî bibe û heyv ronahiya xwe nade; dê sterk ji ezmên bikevin û dê qudretên ezmanan bihejin.
30
Wê gavê nîşana Lawê Mirov dê li ezmanan xuya bibe û wê gavê hemûya neteweyên dinê li xwe bixin û dê hatina Lawê Mirov li ser ewrên ezmanan bi quwet û bi bilindahiya mezin ve bibînin.
31
Û ew ê milyaketên xwe bi boriya dengbilind ve bişîne û milyaket dê bijartiyên wî ji aliyekê ezmên heta aliyê wê yî din, ji her çar bayî ve bicivînin.
32
Lê belê ji dara hêjîrê ve dersê bigirin: Wexta ku guliyên wê nerm dibin û pelikên wê şîn dibin, hûn zanin ku havîn nêzîk e.
33
Ûsa wexta ku hûn jî van hemû tiştan bibînin, bizanibin ku ev tişt nêzîk e; li ber deriya ye.
34
Bi rastî ez ji we re dibêjim: Heta ku ev hemû tişt çênebin, va nifşeya derbas nabe.
35
Dê erd û ezman derbas bibin, lê belê gotinên min derbas nabin.
36
Lê belê di derheqê wê rojê û saetê de, ne milyaketên ezmanan, ne jî Law; lê xeynî Bav kesek tiştekî nizane.
37
Çawa ku di rojên Nûh de bûn, di hatina Lawê Mirov de jî dê ûsa bibe.
38
Ji ber çawa ku wan rojên berî tofanê mirovan dixwarin û vedixwarin, dizewicîn û mêr dikirin, heta wê roja ku Nûh kete keştiyê
39
û mirov pê nehisiyan, heta ku tofan rabû û hemû xeniqîn; dê hatina Lawê Mirov jî ûsa be.
40
Wê wextê du mirov dê li nav zeviyê bin, dê yek bê girtin û yek bê hiştin.
41
Du pîrekê li aşê genim dihêrin hebin û dê yek bê girtin û yek bê hiştin.
42
Ji ber vê yekê, hişyar bimînin; ji ber hûn nizanin ku, Xudanê we dê kîjan rojê bê!
43
Lê belê vêya bizanibin ku, ger xwediyê malê zanîbûya ku diz kîjan saetê bihata, dê hişyar bimaya û nedihişt ku mala wî qul bikirina.
44
Bona vê yekê hûn jî amade bin; ji ber ku Lawê Mirov di saetekê de bê ku, hûn ne li bendê ne.
45
Bi wî awayî, ma kî ye ew xulamê dilsoz û baqil ku, efendiyê wî ew danî ser xulamên xwe, bona di wextê de xwarina wan bide wan?
46
Xwezî bi wî xulamî ku, wextê efendiyê wî bê, wî di xizmetekî ûsa de bibîne!
47
Bi rastî ez ji we re dibêjim: Dê efendî wî dayne ser hemû malên xwe.
48
Lê belê ger ew xulamê xerab di dilê xwe de bêje: Dê efendiyê min dereng bê
49
û dest pê bike, li hevalên xwe yên xulam bixe û tevî yên serxweş bixwe û vexwe,
50
dê efendiyê wî xulamî di rojek ûsa de bê ku, ew ne li benda wî ye û di saetek ûsa de ku, ew pê nizane.
51
Û dê wî bike du parî û para wî dê tevî durûyan bide; li wir dê girî û qirçîniya diranan bibe.
← Chapter 23
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 25 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28