bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Matthew 9
Matthew 9
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 8
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 10 →
1
Û Îsa li lotkekê siwar bû, derbasî aliyê din bû û hate bajarê xwe.
2
Û a vay, yekî kûd di nava livînan de raketî anîn cem wî. Û dema Îsa baweriya wan dît, ji yê kûd re got: Lawo, dilawêr be; gunehên te hatin bexşandin!
3
Û a vay, hinek alimên zagonê di nav xwe de gotin: Ev mirov kufrê dike!
4
Û Îsa bi zanîna ramanên wan got: Ma hûn çima di dilê xwe de tiştê xerab difikirin?
5
Ma gotina kîjanê hêsantir e? Gunehên te hatin bexşandin, an: Rabe û bimeşe?
6
Lê belê bona ku hûn bizanibin Lawê Mirov rayedar e ku, li rûyê erdê gunehan bibexşîne; ji yê kûd re got: Rabe, livînên xwe hilde û here mala xwe!
7
Û ew jî rabû û çû mala xwe.
8
Û gava ku gel vêya dît, tirsiyan û ji Xwedê re sipasî kirin ku, rayedariya ûsa daye mirovan.
9
Dema Îsa ji rê ve derbas dibû, yekî ku navê xwe Meta bû, li cîhê bacê rûniştî dît û ji wî re got: Li pey min were! Û ew rabû û li pey wî çû.
10
Û wusa bû ku, dema ew li malê, li sifrê rûniştibû, a vay, gellek karmendên bacê û gunehkar hatin, tevî Îsa û şagirtên wî rûniştin.
11
Û dema ku Fêrisiyan ev yek dîtin, ji şagirtên wî re gotin: Çima mamosteyê we, tevî memûrên bacê û gunehkaran dixwe û vedixwe?
12
Lê belê gava Îsa ev tişt bihîst, ji wan re got: Hewcedariya tenduristan ji hekîm re nîne, lê nexweş hewce ne.
13
Lê belê hûn herin û bi mana gotina ku: Ez dilovaniyê dixwazim, ne qurbanê; hîn bibin. Ji ber ez ne hatime ku, bangî yên rast bikim, lê hatime ku bangî gunehkaran bikim.
14
Wê çaxê şagirtên Yehya hatin cem wî û gotin: Em û Fêrisî rojiyê digirin, ma şagirtên te çima rojî nagirin?
15
Û Îsa ji wan re got: Qet dibe, wekî vexwendiyê dawetê şînê bikin, heta ku zava tevî wan e? Lê belê rojê bên, zavayê ji wan veqete û wê çaxê dê rojiyê bigirin.
16
Qet kesek bi cawê nû, kincê kevin pîne nake; ji ber ku cawê kincê kevin ve dirûtî dê biqete û dirîn hîn xerabtir bibe.
17
Ne jî xemra nû dikin meşkên kevin; ya na, dê meşk biqelişe, dê xemr birije û meşk helaq bibin; lê xemra nû dikin meşkên nû û bi vî awayî herdu jî têne parastin.
18
Gava wî van tiştan ji wan re digot, a vay, serokek hat û jê re secde kir û got: Qîza min ha niha mir; lê belê tu were û destê xwe deyne ser wê, dê ew ê bijî!
19
Û Îsa rabû û tevî şagirtên xwe li pey wî çû.
20
Û di vê navberê de jinikek nexweş ku ji donzdeh salan ve xwîn jê diçû, ji paşê ve hat û xwe li dawa kincê Îsa ve xist.
21
Ji ber ku wê di dilê xwe de digot: Ger ez tenê destê xwe di kincê wî de bidim, ez ê xelas bim!
22
Îsa jî vegeriya, ew dît û got: Dilawêr be, keça min! Baweriya te, te baş kir! Û jinik ji wê saetê ve baş bû.
23
Gava Îsa hate mala serok, koma mirovan ya bideng û bilûrvanên ku, li ser miriyê bilûrê dixistin, dît
24
û ji wan re got: Derkevin! Ji ber ku qîzik nemiriye, lê radikeve. Û ew zehf pê keniyan.
25
Lê belê gava gel bi derve hatin derxistin, ew çû hundir û bi destê wê girt û qîzik rabû ser xwe.
26
Û agahiya vê bûyerê li hemûyên wî welatî belav bû.
27
Û gava Îsa ji wir derket çû, du mirovên kor dan pey wî, kirin qêrîn û gotin: Lawê Dawid, ji me re dilovaniyê bike!
28
Gava ku Îsa hate mal, kor hatin cem wî û Îsa ji wan pirs kir: Ma Hûn bawer dikin ku ez dikarim vêya bikim? Koran jê re gotin: Erê, ya Xudan!
29
Wê çaxê Îsa, bi gotina: Bila ji we re, li gor baweriya we bibe! destê xwe di çavên wan de da.
30
Wê demê çavên wan vebûn. Û Îsa temiyê li wan kir û got: Hay ji xwe hebin, bila tu kes bi vê yekê nizanibin!
31
Lê belê ew derketin û li hemûya welêt vêya belav kirin.
32
Dema ku ew derketin çûn, a vay, cindarekî lal anîn cem Îsa.
33
Gava ku cin hat derxistin, zilamê lal axifî, gel ecêb ma û gotin: Li Îsraêlê tiştekî ûsa qet nehatiye dîtin!
34
Lê belê Fêrisiyan digotin: Ew bi serokê cinan, cinan derdixe!
35
Û Îsa li hemû gund û bajaran geriya û di keniştên wan de hîn dikir û Mizgîniya Serweriyê waz dida û di nav gel de hemû cûre nexweşiyan baş dikir.
36
Lê belê gava Îsa ajaweyan dît, dilê wî bi wan şewitî, ji ber ku ew mîna mîhên bê şivan, bi xem û belavbûyî bûn.
37
Wê çaxê Îsa ji şagirtên xwe re got: Zad zêde ye, lê belê xebatkar kêm in.
38
Ji ber vê yekê lavan ji Xudanê zadê bikin ku, bila bona zada xwe xebatkaran bişîne!
← Chapter 8
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 10 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28