bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Matthew 10
Matthew 10
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 9
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 11 →
1
Îsa her donzdeh şagirtên xwe bangî cem xwe kir û rayedarî da wan ku, ruhên xerab derxin, hemû êş û nexweşiyan jî baş bikin.
2
Navê her donzdeh Şandiyan vana ne: Yê pêşîn Şîmûn ku, ji wî re Pêtrûs gotin û birayê wî Andrêyas, Aqûpê Zebedî û birayê wî Yûhena,
3
Fîlîpûs û Bartolomeyo, Tûmas û memûrê bacê Meta, Aqûpê lawê Alfay û Tadeyos,
4
Şîmûnê Welatparêz û Cihûdayê Îsxeryotî, ew ê ku bêbextî ji Îsa re kir.
5
Îsa ev her Donzdehan şand, emir da wan û got: Neçin rêyên neteweyan û nekevin tu bajarên Samîriyan;
6
lê belê hîn jî zêde herin nav mîhên mala Îsraêlê yên winda bûyîne.
7
Gava hûn herin, waz bidin û bêjin: Serweriya Ezmanan nêzîk bûye!
8
Nexweşan baş bikin, miriyan bivejînin, cizamiyan paqij bikin û cinan derxînin! We bêberdêl girtin û bêberdêl bidin!
9
Ne zêr, ne zîv, ne jî sifir di nava pişta xwe de veşêrin;
10
ne tûrik ji bona rê, ne du qat kinc, ne çarix, ne jî ço bigirin; ji ber ku xebatkar liyaqî xwarina xwe ye.
11
Dema hûn têkevin bajarekî an jî gundekî, malekî liyaq bibînin û li wir bimînin, heta ku hûn ji wir diçin.
12
Gava hûn têkevin malê, silavê lê bikin.
13
Û ger ew mal liyaq be, bila aştiya we were ser wê, lê belê ger ne liyaq be, bila aştiya we, li we vegere.
14
Û kî ku we qebûl neke û guhdariya gotinên we neke, gava ku hûn ji wê malê, an jî ji wî bajarî derkevin, toza lingê xwe dawişînin!
15
Bi rastî ez ji we re dibêjim: Di roja daraziyê de dê rewşa welatê Sodom û Gomorayê ji ya wî bajarî çêtir bibe!
16
A vay, ez we mîna mîhan dişînim nav guran; mîna maran baqil bin û mîna kevokan pak bin!
17
Lê belê xwe ji mirovan ve biparêzin! Ji ber ku dê ew we bidin destê sazûmanan û di keniştên xwe de dê we bidin ber qamçiyan.
18
Û ji bona min dê we bibin ber waliyan û qiralan ku, ji wan û netewan re hûn şahdeyiyê bikin.
19
Lê belê gava wan hûn dan dest, bona ku ka em ê çi, an jî çawa bibêjin, xemê nekişînin; ji ber ku di wê demê de, ka hûn çi biaxifin dê ji we re bête dayîn.
20
Ji ber, yê ku diaxife ne hûn in; lê belê yê ku di we de diaxife, Ruhê Bavê we ye.
21
Û dê bira birayê xwe û bav dê zarokê xwe bidin destê kuştinê û dê zarok li dijî dayik û bavên xwe rabin û wan bikujin.
22
Û bona navê min her kes dê ji we bikerihin. Lê belê kî ku heta dawiyê sebir bike, dê ew xelas bibe.
23
Lê belê dema li vî bajarî tahdê li we bikin, birevin yê din. Ji ber ku bi rastî ez ji we re dibêjim: Heta Lawê Mirov were, hûn ê gera bajarên Îsraêlê neqedînin.
24
Şagirt ji mamosteyê xwe ve ne mezintir e û ne jî kole ji efendiyê xwe.
25
Hewce dike ku şagirt mîna mamosteyê xwe be û kole jî mîna efendiyê xwe be. Ger wan navê Beelzebûl ji xwediyê malê kiribin, dê çiqas bi zêdeyî ji gelê mala wî re bêjin!
26
Ji ber vê yekê tu carî ji wan netirsin, ji ber qet tiştekî sergirtî tune ku neyê vekirin û ne jî tiştekî veşartî heye ku neyê zanîn.
27
Çi tiştên ku ez di tariyê de ji we re dibêjim, wan di nav ronahiyê de bibêjin û yên ku di guhên we de hatine gotin, li ser xaniyan ve gazî bikin!
28
Û ji yên ku dikarin bedenê bikujin, lê belê nikarin can bikujin metirsin; lê ji yê ku dikare can jî bedenê jî di dojehê de tune bike bitirsin!
29
Du civîk bi perekî têne firotin, ne ûsa ye? Lê belê yek jî ji wan bêyî destûr dana Bavê we nakeve erdê.
30
Û heta hemûyên porên serê we jî hatine jimartin.
31
Ji ber vê yekê netirsin! Ji ber ku hûn ji gellek civîkan hîn jî birûmettir in.
32
Niha, di vê rewşê de her kî ku min li ber mirovan qebûl bike, ez ê jî wî li ber Bavê xwe yî ezmanan ve qebûl bikim.
33
Lê belê her kî ku li ber mirovan min înkar bike, ez ê jî wî li ber Bavê xwe yî ezmanan înkar bikim.
34
Nebêjin ku qey ez bona aşitî anînê hatibim dinê. Ez ne bona anîna aşitiyê, lê belê bona şûr bînim hatime!
35
Ji ber ku ez hatim, law ji bavê û qîzê ji dayikê û bûkê jî ji xwesiyê veqetînim.
36
Û dê neyarên mirovan ji nav maliyên wî bi xwe bin.
37
Kî ku bav û diya xwe ji min zahftir hez bike, ne hêjayî min e û kî ku ji lawê xwe an jî qîza xwe ji min zahftir hez bike, ne hêjayî min e.
38
Û kî ku xaça xwe hilnede û li pey min neyê, ew ne hêjayî min e.
39
Kî ku canê xwe bibîne, dê wê winda bike û kî ku canê xwe di oxra min de winda bike, dê wê bibîne!
40
Yê ku we qebûl dike, min qebûl dike û yê ku min qebûl dike, yê ku min şandiye, qebûl dike.
41
Yê ku peyxamberekî ji ber ku peyxamber e qebûl bike, dê xelata peyxamberî bistîne û yê ku mirovekî salih ji ber ku salih e qebûl bike, dê xelata salihtiyê bistîne.
42
Û her kî, ji yekî ji wan biçûkan re, ji ber ku şagirt e, tenê tasekî ava sar bide vexwarin, bi rastî ez ji we re dibêjim ku, tu car ew kes xelata xwe winda nake!
← Chapter 9
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 11 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28