bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Matthew 27
Matthew 27
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 26
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 28 →
1
Gava bû sibe, hemûyên serokên kahînan û kalepîrên netewê bona ku Îsa bikujin, li dijî wî bi hev re şêwirîn.
2
Û Îsa girêdan, birin û dan destê walî, Pontiyûs Pîlato.
3
Wê wextê Cihûdayê ku wî da dest, bi dîtina mehkûm kirina wî, poşman bû, wî sî zîvî ji serokên kahînan û kalepîran re şunda vegerand û got:
4
Min bi dest dayîna xwîna bêsûc guneh kir! Lê belê wan got: Çi têkiliya vêya bi me re heye? Here, tu li çareseriya xwe binihêre!
5
Û Cihûda zîv avêtin nav Perestgehê, derket û çû û xwe daliqand.
6
Serokên kahînan zîv girtin û gotin: Ne rast e ku, em wan têxin nava xezîna Perestgehê, ji ber ku ew buha xwînê ye!
7
Û ew bi hev re şêwirîn û ji bo gorên xerîban bi wan zeviya Kûzikvan stendin.
8
Ji ber vê yekê ji wê zeviyê re, heta îro: Zeviya xwînê tê gotin.
9
Wê wextê ew gotina ku, bi navgîniya Yêremya peyxamber ve hatiye gotin, hate cîh: Wan sî zîv qîmet stendin, çawa ku ji lawên Îsraêlê hin kesên ji bo wî qayîl bûn
10
û ew ji bo stendina zeviya Kûzikvanê dan, çawa ku Xudan ji min re emir kiribû.
11
Û Îsa li ber walî sekinî, walî ji wî pirsiya û got: Ma tu qiralê Cihûdan î? Îsa ji wî re got: Mîna gotina te ye!
12
Lê belê gava ku serokên kahînan û kalepîran ew sûcdar kirin, wî qet bersiv neda.
13
Wê wextê Pîlato ji wî re got: Ma tu nabihîzî ku, bi çiqas tiştî li dijî te şahdeyiyê dikin?
14
Îsa bi gotinekî jî bersiv neda wî; ûsa ku walî zehf ecêb ma.
15
Û adeta walî bû ku, di cejnê de mehkûmekî ku gel dixweze berde.
16
Wê wextê mehkûmekî wanî navdar bi navê Barabas hebû.
17
Gava ku ew civiyan, Pîlato ji wan re got: Hûn kîjanî dixwazin ku, ez ji we re berdim, Barabas, an Îsa, yê ku jê re Mesîh tête gotin?
18
Ji ber wî zanîbû ku, ji hesûdiyan re Îsa dane dest.
19
Û gava ku Pîlato li ser kursiya dadrês rûniştî bû, jina wî xeber şand û got: Tu tiştekî bi wî mirovê rast ve meke, ji ber ku min îro ji bona wî, di xewnê de gellek tengasî kişand!
20
Lê belê serokên kahînan û kalepîran gel xapandin ku, berdana Barabas û kuştina Îsa bixwazin.
21
Û walî bersiv da û ji wan re got: Hûn ji van herduyan kîjanî dixwazin ku, ez ji we re berdim? Wan jî gotin: Barabas!
22
Pîlato ji wan re got: Ma ez Îsayê ku jê re Mesîh dibêjin, çi bikim? Wan hemûyan gotin: Bila bê xaçkirin!
23
Û Pîlato ji wan re got: Ma wî çi xerabî kiriye? Lê belê wan hîn zêde kirin qêrîn û gotin: Bila bê xaçkirin!
24
Gava Pîlato dît ku, ew nikare qet tiştekî bike, lê belê hîn jî zêde dest bi tevliheviyê dikin, avê rahişt, li ber gel destê xwe şuşt û got: Ez ji xwîna vî mirovê salih bêsûc im; hûn vêya bifikirin!
25
Hemûya gel bersiv dan û gotin: Bila xwîna wî li ser me û li ser zarokên me be!
26
Wê wextê Pîlato Barabas ji wan re serbest berda; lê belê piştî ku Îsa da ber qamçiyan, da wan ku bê xaçkirin.
27
Wê gavê leşkerên walî Îsa girtin hundirê qesrê û hemûya civakê li ser wî civandin.
28
Wî tazî kirin û xeftanekî sor lê kirin.
29
Û tacek ji stiriyan vegirtin, dan serê wî û qamîşek jî dan destê wî yê rastê; li ber wî çok dan, qerfên xwe pê kirin û gotin: Silav, ya qiralê Cihûdan!
30
Tûyî ser wî kirin, qamîş girtin û li serê wî xistin.
31
Û piştî ku qerfên xwe bi wî kirin, xeftan ji wî kirin û kincên wî lêkirin û bona ku xaç bikin, wî birin.
32
Û gava derketin derve, wan zilamekî Kûrêneyî, bi navê Şîmûn ve dîtin; bona ku xaça Îsa bikişîne, wî kirin suxrekar.
33
Gava ew hatin wê derê ku, jê re digotin Golgota; ku tê mana: Hestiyê serî;
34
bona ku vexwe xemr û ziravika tevlihevkirî danê û gava Îsa ew tam kir, nexwest ku vexwe.
35
Piştî ku wan wî xaç kirin, li ser kincên wî vijang avêtin û wan di nava hev de par kirin.
36
Û li wê derê rûniştin û nobedarî li wî kirin.
37
Û nivîsa sûcê wî, danîn ser serê wî: EV QIRALÊ CIHÛDAN ÎSA YE.
38
Wê wextê du rêbir jî bi wî re, hatin xaçkirin; yek li aliyê wî yê rastê û yek jî li aliyê wî yê çepê.
39
Û yên ku ji wê derê ve derbas dibûn, kufrê li wî dikirin, serê xwe ji wî re kil dikirin
40
û digotin: Kanê te Perestgehê xera dikir û di sê rojan de çêdikir! De xwe xelas bike, ger tu Lawê Xwedê yî, ji xaçê ve dakeve jêr!
41
Bi vî awayî serokên kahînan jî, tevî alimên zagonê û kalepîran qerfên xwe bi wî dikirin û digotin:
42
Kesên din xelas kir, nikare xwe xelas bike! Ew Qiralê Îsraêlê ye! Bila niha ji xaçê ve peya be û em ê baweriyê bi wî bînin!
43
Baweriya xwe bi Xwedê anîbû; ger Xwedê ji wî hez dike, bila niha wî xelas bike; ji ber ku wî digot: Ez Lawê Xwedê me!
44
Rêbirên ku tevî wî hatibûn xaçkirin jî ûsa wî biçûk didîtin.
45
Û ji saeta şeşan heta saeta nehan tariyek ket ser hemûya erdê.
46
Û nêzîkî saeta nehan, Îsa bi dengekî bilind kir qêrîn û got: Êlî, Êlî, lama sabaxtanî? Yanê: Xwedayê min, Xwedayê min, ma te çima min berda?
47
Gava hinekên ji yên ku li wir sekinîbûn vêya bihîstin, gotin: Ew bangî Êlyas dike!
48
Û yek ji wan hema bazda, sîngerek anî di sîrkê de dakir, li ser qamîşekê ve kir û da wî ku, vexwe.
49
Lê belê hinekên din gotin: Bihêle, em bibînin, ka dê Êlyas bê û wî xelas bike?
50
Û Îsa, dîsa bi dengekî bilind qêriya û ruh da.
51
Û a vay, perda Perestgehê ji sêrî heta binî çiriya, bû du parî û erd hejiya û zinar qelişîn,
52
gor vebûn û gellek cesedê miriyên pîroz rabûn.
53
Ew ji goran derketin û li pey vejîna Îsa çûn Bajarê Pîroz û ji gellekan re xuya bûn.
54
Gava sersed û yên ku tevî wî nobedariya Îsa dikirin, erdhejînê û ew hemû tiştên qewimî dîtin, gellekî tirsiyan û gotin: Bi rastî ev Lawê Xwedê bû!
55
Û li wê derê gellek jin hebûn ku, ji dûr ve temaşe dikirin; ew ji Celîlê li pey Îsa hatibûn, xizmet ji wî re kiribûn;
56
Meryema Mejdelanî, Meryema diya Aqûp û Yoses û diya lawên Zebedî di nav wan de bûn.
57
Gava bû êvar, mirovekî dewlemend ji Erîmetiyê hat ku, navê wî Ûsiv bû; ew jî ji şagirtên Îsa bû.
58
Ev zilam çû cem Pîlato û cesedê Îsa ji wî xwest. Wê gavê Pîlato destûr da ku, cesed bê dayîn.
59
Ûsiv cesed girt, wê bi cawekî paqij yê ketenî ve pêça
60
û ew danî nava gora xwe, ya ku wî nû di zinarê de kola bû û wî kevirekî mezin gindirand ber derê gorê û çû.
61
Meryema Mejdelanî û Meryema din li wê derê, li hemberî gorê rûniştîbûn.
62
Û roja din ku piştî roja Amadekirinê bû, serokên kahînan û Fêrisiyan li cem Pîlato civiyan
63
û gotin: Efendî, tê bîra me ku, wexta ew xapînok hîn zindî bû, digot: Ez ê piştî sê rojî bivejim.
64
Niha emir bide ku, bila heta roja sisiyan nobedariyê li gorê bikin, nebe ku şagirtên wî bên, wî bidizin û ji gel re bêjin: Ew ji nav miriyan rabûye! Û rêşaşiya paşiyê, ji ya pêşiyê xerabtir be.
65
Pîlato ji wan re got: Leşkerên parêzker yên we hene; herin û mîna ku hûn dizanin, ewledar bikin!
66
Û ew bi leşkerên parezker ve çûn kevir mor kirin û gorê ewledar kirin.
← Chapter 26
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 28 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28