bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Matthew 7
Matthew 7
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 6
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 8 →
1
Daraz mekin ku, hûn neyên daraz kirin!
2
Ji ber ku hûn bi kîjan daraziyê daraz bikin, hûn ê bi wê bên daraz kirin û hûn bi kîjan pîvanê bipîvin, dê bi wê pîvanê ji we re jî bê pîvandin.
3
Tu çima qirşikê di çavê birayê xwe de dibînî, lê mirdiyaqê di çavê xwe de seh nakî?
4
An jî dema mirdiyaq di çavên te de disekine, tu çawa ji birayê xwe re dibêjî: Bisekine, ez qirşika di çavê te de yî derxînim?
5
Ya kesê bi durûyî! Pêşiyê mirdiyaqê di çavê te de ye derxîne, wê demê bona tu qirşika di çavên birayê xwe de derxînî, tuyê hîn jî qenctir bibînî!
6
Tiştê ku pîroz e nedin kûçikan û inciyên xwe nevêjin ber berazan ku, ew wan di bin lingên xwe de neeciqînin û venegerin û we perçe nekin.
7
Bixwazin, dê ji we re bê dayîn; bigerin, hûn ê bibînin; li derî bixin, dê ji we re bête vekirin!
8
Ji ber ku her kesê bixwaze, dê bigire, yê bigere, dê bibîne û yê li derî bixe, dê derî ji wî re bête vekirin.
9
Di nava we de kî, dema lawê wî ji wî nan bixwaze, kevir dide wî?
10
An jî dema masî bixwaze, mar dide wî?
11
Niha çawa ku hûn xerab in jî, dizanin diyariyên qenc bidin zarokên xwe, Bavê we yî li ezmanan, çiqas zêde tiştên qenc bide yên ku ji wî dixwazin!
12
Niha hûn her çi dixwazin ku mirov ji we re bikin, hûn jî ji wan re ûsa bikin! Ji ber ku zagon ew e û peyxamberan jî.
13
Ji deriyê teng ve bikevinê; ji ber ku deriyê dibe têkçûnê fireh û rê jî hêsan e û yên ku dikevin wê, gellek in.
14
Lê belê deriyê ku dibe jiyanê teng û rê jî dijwar e û yên ku wê dibînin kêm in.
15
Ji peyxamberên derewîn xwe biparêzin; ew di nava postê mîhan de nêzîkî we dibin, lê belê di hundir de gurên xwînxwar in!
16
Hûn ê wan ji fêkiyên wan ve binasin. Ma mirov ji keleman ve tirî, ji diriyan ve hêjîran didin hev?
17
Bi vî awayî her darê qenc, fêkiyê qenc dide, lê belê darê riziyayî fêkiyê xerab dide.
18
Darê qenc nikare fêkiyê xerab bide û darê riziyayî jî nikare fêkiyê qenc bide.
19
Her dara ku fêkiyê qenc nade, tête jêkirin û avêtinî nav êgir.
20
Bi vî awayî hûn ê wan ji fêkiyên wan ve binasin.
21
Her kesê ku ji min re dibêje: Ya Xudan, ya Xudan! Ne yê ketina Serweriya Ezmanan e! Lê yê ku viyana Bavê minî ezmanî bike, dê bikevê.
22
Wê rojê, dê gellekan ji min re bibêjin: Ya Xudan, ya Xudan! Ma me bi navê te peyxamberî nekirin? Ma me bi navê te cinan neqewirandin? Ma me bi navê te gellek karên biqudret nekirin?
23
Û wê demê, ez ê bi eşkeretî ji wan re bêjim: Min we qet nas nekir; ji min dûr herin, kesên bêzagon!
24
Wê demê, her kesê ku van gotinên min dibihîze û tîne cîh, mîna zilameke baqil e ku xaniyê xwe li ser zinarê ava kiriye.
25
Baran bariya û lehî rabûn û bahoz hat û êrîşî wî xaniyî kirin; lê belê xanî xera nebû; ji ber ku bingeha wê li ser zinarê ve hatibû avêtin.
26
Û her kesê ku van gotinên min dibihîze û nayne cîh, mîna zilameke bêaqil e ku xaniyê xwe li ser qûmê ava kiriye.
27
Baran bariya û lehî rabûn û bahoz hatin û êrîşî wî xaniyî kirin; xanî xera bû û him jî xerabûna wê bi tirsehêz bû.
28
Û wusa bû ku, dema Îsa van gotinan qedand; gel bi hînkirinên wî ve gellekî ecêb man.
29
Ji ber ku wî mîna kesekî rayedar ji wan re dida hînkirinê û ne mîna alimên wanî zagonê.
← Chapter 6
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 8 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28