bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Matthew 18
Matthew 18
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 17
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 19 →
1
Wê wextê şagirt hatin cem Îsa û jê re gotin: Di Serweriya Ezmanan de yê herî mezintir kî ye?
2
Îsa jî zarokek biçûk bangî cem xwe kir, wî di nav wan de da sekinandin
3
û got: Bi rastî ez ji we re dibêjim: Ger hûn mîna zarokan venegerin, hûn tu car nakevin Serweriya Ezmanan!
4
Ji ber vê yekê kî ku xwe mîna vî zarokê biçûk nizim bike, di nav Serweriya Ezmanan de yê herî mezintir ew e.
5
Û kî ku zarokekî ûsa biçûk bi navê min qebûl bike, min qebûl dike.
6
Lê belê her kî ku bibe sedemê tilpekîbûna yekî ji van biçûkên ku bawerî bi min anîne, jê re çêtir e ku kevirekî êş bi histuyê wî ve bête daliqandin û bê avêtinê binê behrê.
7
Wey li serê dinê, ji ber sedemê tilpekîbûnê! Ji ber ku divê tilpekî bên; lê belê wey li wî kesî ku, tilpekî bi navgîniya wî ve tê!
8
Ger destê te an lingê te, dibe sedemê tilpekîbûnê, wî jêke û ji xwe bavêje! Ji te re çêtir e ku, tu destkûd an seqet bikevî jiyînê, ne ku du dest an du lingên te hebin û tuyê bi nava agirê abadîn ve bête avêtin.
9
Ger çavê te, bibe sedemê tilpekîbûna te, wê derxîne û ji xwe bavêje! Ji te re çêtir e ku, tu bi çavekî bikevî jiyînê, ne ku bi du çavan bikevî nava agirê dojehê.
10
Bala xwe bidin ku hûn yekî ji wan biçûkan, kêmtir nebînin! Ji ber ez ji we re dibêjim ku: Milyaketên wan li ezmanan her tim rûyê Bavê minî ezmanan dibînin.
11
Ji ber ku Lawê Mirov bona ku yê windabûyî xelas bike hat.
12
Gelo hûn çi difikirin? Ger sed mîhê mirovekî hebin û yek ji wan rêya xwe şaş bike, ma ew nod û nehan nahêle, naçe çiyan û li ya ku rêya xwe şaş kiriye nagere?
13
Ger wê bibîne, bi rastî ez ji we re dibêjim: Ew ê ji wan nod û nehên ku rêya xwe şaş nekirine zêdetir bi wê şa bibe.
14
Ûsa jî Bavê we yî ezmanan naxwaze ku, ji van biçûkan yek winda bibe.
15
Ger birayê te li dijî te guneh bike, here, tenê di nava wî û te de, sûcê wî nîşanî wî bide; ger guh bide gotinên te, te birayê xwe qezenc kir.
16
Lê belê gava ew li te guhdarî neke, yekî an jî du kesî bigire cem xwe; ûsa ku, bila bi devê du an jî sê şahdeyî her gotin bên tesbît kirin.
17
Û ger ew nexwaze wan jî guhdarî bike, ji Dêrê re bêje. Û ger ew nexweze Dêrê jî guhdarî bike, bila ew ji bo te bibe mîna pûtperest û karmendê bacê.
18
Bi rastî ez ji we re dibêjim: Her çi ku hûn li ser rûyê erdê girêdin, ew ê li ezman bête girêdan û her çi ku hûn li ser rûyê erdê vekin, ew ê li ezman bête vekirin.
19
Dîsa ez ji we re dibêjim: Ger dudu ji we li ser erdê ji bo her tiştî ku hûn dixwazin, bibin yek, ji aliyê Bavê minî ezmanan ve dê ji wan re çêbibe.
20
Ji ber, li ku derê du an sê mirov bi navê min bicivin, ez li wir di nava wan de me.
21
Li ser vêya Pêtrûs hat û ji Îsa re got: Ya Xudan! Gava birayê min li dijî min guneh bike, divê ez wî çend carî efû bikim? Heta heft carî?
22
Îsa ji wî re got: Ez ji te re nabêjim, heta heft carî, lê belê heta heftê carî heft dibêjim!
23
Ji ber vê yekê Serweriya Ezmanan mîna qiralekî ku xwest bi xulamên xwe re hesabê bibîne ye.
24
Û gava wî dest bi hesêb kir, yek anîn cem wî ku, deh hezar talentî deyndarê wî bû.
25
Lê belê bona ku wî nikaribû deynê xwe bide, efendiyê wî emir kir ku ew û jina wî û zarokên wî û hemû hebûna wî bêne firotin ku, deynê wî bê dayîn.
26
Wê demê xulam xwe avête erdê, jê rica kir û got: Efendî, ji min re sebir bike; ez ê hemû bidim te!
27
Û dilê efendiyê wî xulamî bi wî şewitî, ew berda û deynê wî jê re bexşand.
28
Lê belê gava ew xulam derket, rastî hevalekî xwe yê xulam hat ku, bi sed dînarî deyndarê wî bû. Û wî bi qirika wî girt, şidand û got: Deynê xwe bide!
29
Hevalê wî yê xulam xwe avête ber lingên wî û jê rica kir û got: Ji min re sebir bike! Ez ê deynê xwe bidim te.
30
Û wî nexwest; lê çû wî avêt girtîgehê, heta ku ew deynê xwe bide.
31
Gava ku hevalên xulam yên din ev yek dîtin, zehf li ber xwe ketin û çûn û ji efendiyê xwe re hemû tiştên ku qewimî bûn, gotin.
32
Wê wextê efendiyê wî, wî bangî cem xwe kir û jê re got: Xulamê xerab! Min hemû deynê te ji te re bexşand, ji ber ku te ji min rica kir.
33
Ma ji te re jî ne lazim bû ku, te jî ji hevalê xwe re dilovanî bikira, mîna ku min ji te re dilovanî kir?
34
Û efendiyê wî hêrs bû, ew da îşkencekeran, heta ku hemû deynê xwe bide.
35
Ger her yek ji we ji dil birayê xwe nebexşîne, dê Bavê minî ezmanan jî wusa li we bike.
← Chapter 17
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 19 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28