bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Matthew 22
Matthew 22
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 21
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 23 →
1
Û Îsa dîsa bi wekokan ji wan re axifî û got:
2
Serweriya Ezmanan mîna qiralê daweta lawê xwe dike ye ku,
3
bona bangî vexwendiyên dawetê bikin, xizmetkarên xwe şandin; lê belê wan nexwestin ku werin.
4
Qiral dîsa xizmetkarên din şand û got: Ji vexwendiyan re bêjin: A vay, min ziyafeta xwe amade kiriye, cange û dewarên xwe yî qelew şerjêkiriye û her tişt amade ye; werin dawetê!
5
Lê belê wan guh nedan, yek çû zeviya xwe û yê din jî çû danûstendina xwe.
6
Û yên mayîn jî xizmetkarên wî girtin, heqaretê lê kirin û kuştin.
7
Lê belê qiral qariya û artêşa xwe şand, ew mêrkujana qir kir û bajarên wan şewitand.
8
Pişt re ji xizmetkarên xwe re got: Dawet amade ye, lê belê vexwendî ne hêja bûn.
9
Ka herin serê duriyanan û kê ku hûn bibînin, bangî dawetê bikin!
10
Xizmetkar jî derketin rêyan, qenc û xerab her kî dîtibin, hemû dan hev û mala dawetê bi mêvanan ve tijî bû.
11
Lê belê gava qiral hat hundir ku mêvanan bibîne, mirovek li wê derê dît ku, kincê dawetê lê tunebû.
12
Û ji wî re got: Heval! Ma tu çawa bê kincê dawetê ketî vir? Û zimanê wî hate girtin.
13
Wê wextê qiral ji xizmetkarên xwe re got: Dest û lingên wî girê bidin û bigirin û wî bavêjin tariya derve! Li wê derê dê bibe girîn û qirçîniya diranan.
14
Ji ber yên ku hatine bangkirin zehf in, lê belê bijartî hindik in!
15
Li ser vêya Fêrisî çûn û bona ku ew Îsa bi gotina wî çawa bixin dafîkê, bi hev re şêwirîn.
16
Û wan şagirtên xwe tevî piştgirtiyên Hêrodês şandin cem Îsa û gotin: Mamoste, em dizanin ku, tu rast î û rêya Xwedê bi rastî didî nasîn; ji kesî re cihêtiyê nakî; ji ber ku tu li şexsê mirovan nanihêre.
17
Niha ji me re bêje, ka fikrê te çi ye: Rast e ku, em bacê bidin Qeyser an na?
18
Lê belê Îsa bi nêta wan ya xerab zanîbû û got: Ya durûno, ma hûn çima min diceribînin?
19
Ka pereyê bac dayînê nîşanî min bidin! Û wan dînarek ji Îsa re anîn.
20
Îsa jî ji wan re got: Ev sûret û nivîsa yên kî ne?
21
Wan got: Yên Qeyser in. Li ser vê Îsa ji wan re got: Balê, tiştên Qeyser bidin Qeyser û yên Xwedê jî bidin Xwedê!
22
Û gava wan vêya bihîstin, ecêb man, dev ji wî berdan û çûn.
23
Wê rojê Sadûqiyan ku digotin vejîna miriyan tune, hatin cem Îsa, jê pirsiyan û gotin:
24
Ya Mamoste! Mûsa got: Ger mirovek ku zarokên wî nebin bimire, bila birayê wî jina wî bistîne û ji birayê xwe re nîjadê rake.
25
Bi vî awayî heft bira li cem me hebûn. Yê mezin zewicî û mir. Ji ber ku zarokên wî tune bûn, jina xwe ji birayê xwe re hişt.
26
Ûsa hate serê yê duduyan û yê sisiyan jî, heta yê heftan ûsa mirin.
27
Li pey hemûyan pîrek jî mir.
28
Niha, roja qiyametê ew jin dê bibe jina kîjanî ji wan her heftan? Ji ber ku hemûyan ew stendibûn.
29
Lê belê Îsa bersiv da û ji wan re got: Hûn ketine xeletiyê, ji ber ku hûn ne Nivîsên Pîroz zanin û ne jî hêza Xwedê.
30
Ji ber ku roja qiyametê ne ew ê bizewicin, ne jî mêr bikin, ji ber ku dê mîna milyaketên ezmanan bin.
31
Ma we ew gotina ku, Xwedê ji bona vejîna miriyan ji we re gotiye, nexwendiye? ya ku dibêje:
32
Ez Xwedayê Birahîm û Xwedayê Îshaq û Xwedayê Aqûp im. Xwedê ne Xwedayê miriyan, lê Xwedayê zindiyan e.
33
Û gava gel vêya bihîstin, li ser hînkirina wî zehf ecêb man.
34
Û gava Fêrisiyan bihîstin ku, Îsa Sadûqiyan hiş kiriye, li hev civiyan
35
û ji wan alimekî olê, Îsa ceriband û ji wî pirs kir:
36
Ya Mamoste, di zagonê de emrê herî mezin kîjan e?
37
Îsa ji wî re got: Xudan, Xwedayê xwe bi hemûya dilê xwe û bi hemûya canê xwe û bi hemûya aqilê xwe hez bike!
38
Emrê pêşîn û mezin ev e.
39
Û ya duduyan a ku, mîna vêya ye, ev e: Ji cîranê xwe mîna xwe hez bike!
40
Hemû zagon û peyxamberan bi van her du emiran ve girêdayî ne.
41
Gava Fêrisî civiyan, Îsa ji wan pirs kir
42
û got: Ma hûn ji bona Mesîh çi difikirin? Ew Lawê kê ye? Wan jî ji Îsa re gotin: Lawê Dawid e.
43
Îsa ji wan re got: Wê gavê, çawa dibe ku, Dawid di Ruh de bi gotina Xudan bangî wî dike û dibêje:
44
Xudan ji Xudanê min re got: Heta ku ez neyarên te ji lingên te re pêlik deynim, li rastê min rûnê?
45
Ger Dawid ji wî re dibêje Xudan, çawa ew dibe lawê wî?
46
Û qet kesekî bi gotinekê bersivê neda wî. Û paşî wê rojê êdî kesekî newêribû ku, jê pirs jî bikira.
← Chapter 21
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 23 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28