bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Matthew 3
Matthew 3
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 4 →
1
Di wan rojan de Yehyayê vaftîzkar di çola Cihûstanê de derket holê û dest bi wazdana gotinê kir
2
û got: Tobe bikin; ji ber ku Serweriya Ezmanan nêzîk bûye!
3
Ev e, yê ku Îşaya peyxamber qala wî kiribû; ji bona wî got: Dengekî ji çolê ve bilind dibe: Rêya Xudan amade bikin, cîhê ku derbas bibe serrast bikin!
4
Û kincê ji pirça devê û di piştê de qayîşekî çermî yên Yehya hebûn û xwarina wî kulî û hingivê bejî bû.
5
Wê demê gel ji Orşelîmê û hemûya Cihûstanê û ji hemû aliyên Urdunê ve dihatin cem wî
6
û li gunehên xwe mukir dihatin û di Çemê Urdunê de, ji aliyê Yehya ve dihatin vaftîz kirin.
7
Gava wî dît ku, ji Fêrisî û Sadûqiyan jî gellek hatine, bona ku vaftîz bin, wî ji wan re got: Ya nîjada maran! Ma kî ji we re got ku, hûn ê ji xezaba tê, birevin?
8
Niha, zadê ku liyaqê tobekirinê ye, bînin!
9
Û ûsa di dilê xwe de nefikirin û nebêjin: Birahîm bapîrê me ye. Ji ber ku ez ji we re dibêjim ku: Xwedê dikare ji van keviran zarokan ji Birahîm re biafirîne.
10
A vay, bivir ji niha ve li ser rehê daran e! Her dara ku mêweyê qenc nede, dê bê birîn û bê avêtinî nava agir.
11
Her wekî ez we ji bo tobê bi avê ve vaftîz dikim, lê belê ew ê ku li pey min ve tê, ji min xurttir e; ez ne hêjame ku, çarixên wî rahêjim; ew ê we bi Ruhê Pîroz û bi agir ve vaftîz bike.
12
Melêva wî, di destê wî de ye û ew ê bêndera xwe paqij bike û genimê xwe berhev bike û bavêje embarê; lê belê kayê bi agirkî qet natefe ve bişewitîne.
13
Wê çaxê Îsa ji Celîlê hat Çemê Urdunê cem Yehya ku, ji aliyê wî ve bê vaftîz kirin.
14
Lê belê Yehya, bi gotina: Ez motajim ku, ji aliyê te ve bême vaftîz kirin, ma tu tê cem min? dixwest ku bikeve pêşiya wî.
15
Lê belê Îsa bersiv da û ji wî re got: Niha bihêle, ji ber ku divê em hemûya rastiyê bi vî awayî bînin cîh! Wê demê Yehya wî berda.
16
Û Îsa vaftîz bû, hema ji avê derket û a vay, ezman vebûn û wî dît ku Ruhê Xwedê mîna kevokekê daket û hate ser wî.
17
Û a vay, dengekî ji ezmanan ve got: Lawê minî xoşewîst ev e, ez ji wî dilxweş im!
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 4 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28