bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Matthew 15
Matthew 15
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 14
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 16 →
1
Wê wextê Fêrisî û alimên zagonê ji Orşelîmê hatin cem Îsa û gotin:
2
Çima şagirtên te li hember kevneşopa bav û kalan derdikevin? Ji ber ku gava ew nan dixwin, destê xwe naşon.
3
Îsa bersiv da û ji wan re got: Lê hûn çima bona adeta xwe, li hember emrê Xwedê derdikevin?
4
Ji ber ku Xwedê got: Ji dayik û bavê xwe re hurmet bike! û: Ew ê ku xerabî bi dayik û bavê xwe bike, bila muheqeq bête kuştin!
5
Lê belê hûn dibêjin: Kî ku ji dayik û bavê xwe re bibêje: Tiştên ku min dikaribû bida we, min ew tişt da xêra Xwedê! Êdî ne hewce ye ku ew ji dayik û bavê xwe re hurmetê bike.
6
Û we ji bona adeta xwe emrê Xwedê betal kirin.
7
Ya durûno! Îşaya peyxamberiyek qenc li ser we kir û got:
8
Ev gel bi lêvê xwe rûmetê dide min, lê belê dilê wan ji min dûr e.
9
Peristina vala ji min re dikin, ji ber ku ew tenê bi emirên mirovan didin hîn kirinê.
10
Û Îsa gel bangî cem xwe kir û ji wan re got: Guhdar bin û fêhm bikin!
11
Ne ku tiştê dikeve dev, mirovan diherimîne; lê belê tiştê ku ji dev derdikeve, ew mirovan diherimîne.
12
Wê wextê şagirtên wî hatin û jê re gotin: Ma tu zanî, gava Fêrisiyan ev gotin bihîstin, xeyidîn?
13
Lê belê Îsa bersiv da û ji wan re got: Her darê ku Bavê minî ezmanan nedaniye, dê ji binî ve bê rakirin.
14
Wan berdin; ew kor in û rêberê koran in! Ger kor ji koran re rêberiyê bike, herdu jî dê bikevin qoncalê.
15
Û Pêtrûs lê vegerand û got: Şîrova vê wekokê ji me re bike!
16
Û Îsa got: Ma hûn hîn jî fêhm nakin?
17
Ma hûn fêhm nakin ku, her tiştê ku dikeve dev, derbasî zik dibe û derdikeve derve?
18
Lê belê tiştên ku ji dev derdikevin, ew ji dil derdikevin û ev mirov diherimînin.
19
Ji ber ku fikrên ne qenc, kuştin, zîna, fuhûş, dizîtî, şehadetiya derew, kufr hemû ji dil derdikevin.
20
Tiştên ku mirov diherimînin ev in! Lê belê bi destê neşûştî nan xwarin, mirov naherimîne.
21
Û Îsa rabû, ji wê derê çû herêma Sûr û Saydayê.
22
Û a vay, pîrekek Kenanî ji wê herêmê hat, kir qêrîn û got: Ya Xudan, Lawê Dawid; ji min re dilovaniyê bike! Qîza min di rewşek xerab de bi cinan ve ketiye.
23
Lê belê Îsa gotinek bersivê neda wê. Û şagirtên wî hatin, jê rica kirin û gotin: Wê ji me dûr bixîne, ji ber ku li pey me ketiye û dike qêrîn!
24
Lê belê Îsa bersiv da û got: Ez tenê ji bo mîhên mala Îsraêlê yê winda bûyî hatime şandin.
25
Lê belê ew pîreka hat, li ber wî ket ser rûyê xwe û got: Ya Xudan! Alîkarî ji min re bike!
26
Û Îsa bersiv da û got: Ne baş e ku, mirov nanê ber zarokan bigire û bavêje ber kûçikan.
27
Lê belê pîrekê jî got: Erê, ya Xudan; lê kûçik jî ji wan hûrikên ku ji sifra efendiyê xwe dikeve, dixwin!
28
Wê wextê Îsa bersiv da û ji pîrekê re got: Ya pîrekê, baweriya te çiqas mezin e! Bila li gor xwestina te ji te re bibe! Û di wê demê de qîza wê baş bû.
29
Û Îsa ji wê derê çû û hat ber gola Celîlê û pişt re derket serê çiyê û li wê derê rûnişt.
30
Û ajaweyên mezin hatin cem wî ku, bi xwe re gellek seqet, kor, lal, destkûd û hîn pirr nexweşên din jî anîbûn û avêtin ber lingên Îsa û wî wan baş kir;
31
ûsa ku, gava gel dît, lal diaxifin, destkûd baş bûn, seqet geriyan û çavên koran vebûn, ecêb man û spasdarî ji Xwedayê Îsraêlê re kirin.
32
Û Îsa şagirtên xwe bangî cem xwe kir û got: Ez li ber gel dikevim; ji ber ku niha sê roj e ew li cem min in û tiştekî wanî xwarinê nîne û ez naxwazim, wan birçî bi rê bikim ku ew di rê de ji xwe neçin û nekevin.
33
Û şagirtan ji wî re gotin: Ma li vî cîhê tenha em ê ji ku derê evqas nan bînin ku, vê ajaweyê têr bikin?
34
Îsa jî ji wan re got: Çend nanên we hene? Û wan gotin: Heft nan û hinek masiyên biçûk hene.
35
Îsa emir da gel ku, ew li ser erdê rûnin.
36
Û wî her heft nan û masî girt, şikir kir û parî kir û da şagirtan, şagirtan jî dan gel.
37
Hemûyan jî xwarin û têr bûn û heft qufe tijî hûrikên bermayî dan hev.
38
Yên ku xwarin jî, xeynî jin û zarokan, çar hezar mêr bûn.
39
Û paşê Îsa gel bi rê kir, li keştiyê siwar bû û hate herêma Magadanê.
← Chapter 14
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 16 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28
Recommended Reading
Commentary
Matthew Commentaries
→
Devotional
Matthew Devotional Guide
→
Get This Bible
PNU Study Bible
→