bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Matthew 21
Matthew 21
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 20
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 22 →
1
Û gava ku ew nêzîkî Orşelîmê bûn û hatin Bêytfacê, li cem Çiyayê Zeytûnê, Îsa du şagirtên xwe şand û ji wan re got:
2
Herin wî gundê li hember û hûn ê kerekî girêdayî û li cem jî dehşika wê bibînin û wan vekin û bînin cem min!
3
Ger kesek ji we re tiştekî bibêje, hûn bibêjin: Ew ji Xudan re lazim in û ew ê hema wan bişîne.
4
Ev ûsa bû ku, ew gotina bi navgîniya peyxamber ve hatiye gotin bête cîh:
5
Ji qîza Siyonê re bibêjin: A vay, Qiralê te, tê cem te, bi xûnermî û li kerekî, heta li dehşika kerekî siwarbûyî.
6
Şagirt çûn, mîna ku Îsa emir dabû wan kirin.
7
Ker û dehşik anîn, kincê xwe avêtin ser wan û Îsa lê siwar bû.
8
Û pirraniya gel kincê xwe li ser rê raxistin û hinekên din guliyê daran jê dikirin û wan li ser rê radixistin.
9
Û ajaweyên ku di pêş û paşê Îsa de dimeşiyan, diqêriyan û wusa digotin: Hosanna ji Lawê Dawid re! Yê ku bi navê Xudan tê Pîroz e! Hosanna ji herî jorîn ve!
10
Gava Îsa kete Orşelîmê, hemûya bajêr hejiya û gotin: Ev kî ye?
11
Û ajaweyê got: Ji bajarê Nisreta Celîlê, Îsa Peyxamber ev e!
12
Û Îsa ket Perestgeha Xwedê û hemû kesên ku di Perestgehê de danûstendinê dikirin avêt derve û dezgên kesên ku pere hûr dikin û kursiyên kevokfiroşan gêr kir.
13
Û wî ji wan re got: Hatiye nivîsin: Ji mala min re dê mala duayê bête gotin, lê belê we wê kirine şkefta rêbiran!
14
Û di Perestgehê de kor û seqet hatin cem wî û wî wan baş kir.
15
Lê belê gava serokên kahînan û alimên zagonê ew kerametên ku, Îsa kir û ew zarokên ku, di Perestgehê de dikirin qêrîn û digotin: Hosanna ji Lawê Dawid re! dîtin, bi hêrs ketin
16
û ji wî re gotin: Ma tu dibihîzî, vana çi dibêjin? Îsa jî ji wan re got: Belê! Ma qey we gotina ku dibêje: Te bi devê zarokên biçûk û yên li ber şîr, pesn ava kir; qet nexwendiye?
17
Û wî wan li cîh hişt, ji bajêr derket û çû Beytanyayê û şevê li wê derê derbas kir.
18
Û sibehê zû, dema ku Îsa vedigeriya bajêr, birçî bû.
19
Û dema li kêleka rê dareke hêjîrê dît, çû cem wê; lê belê xeynî pelan tiştekî din pê ve nedît û wî ji wê re got: Bila êdî ji te abadîn mêw dernekeve! Û dara hêjîrê hema hişk bû.
20
Gava ku şagirtan ev yek dîtin, ecêb man û gotin: Çawa dara hêjîrê hema hişk bû?
21
Îsa bersiv da û ji wan re got: Bi rastî ez ji we re dibêjim: Ger baweriya we hebe û hûn şibhe nekin, hûn ê ne tenê çi hate serê vê dara hêjîrê bikin, lê belê hûn ê ji vî çiyayî re bêjîn: Rabe û bikeve behrê! dê bibe.
22
Û di duê de bi bawerî kirinê, hûn her çi bixwazin, hûn ê bistînin.
23
Û gava ku Îsa hate Perestgehê û ders dida, serokên kahînan û kalepîrên gel hatin cem wî û gotin: Ma tu bi çi rayedariyê van tiştan dikî û kê ev rayedariya daye te?
24
Û Îsa bersiva wan da û got: Ez jî ji we pirsekî bipirsim, ger hûn ji min re bêjin, ez ê jî ji we re bêjim ku, bi çi rayedariyê ez van tiştan dikim.
25
Vaftîza Yehya ji ku ve bû? Ji ezmanan bû, an ji mirovan bû? Ew di nav xwe de fikirîn û gotin: Ger em bêjin: Ji ezmanan, ew ê ji me re bêje: Ma we çima bawerî pê neanîn?
26
Lê belê gava em bêjin: Ji mirovan, em ji gel ditirsin; ji ber ku hemû Yehya peyxamber qebûl dikin.
27
Û wan bersiv dan Îsa û gotin: Em nizanin! Li ser vê Îsa ji wan re got: Ez jî ji we re nabêjim ku, ez bi çi rayedariyê van tiştan dikim.
28
Ma hûn çi difikirin? Du lawê mirovekî hebûn û wî ji lawê xwe yî yekemîn re got: Lawo, îro here nav rezê min, bişuxule!
29
Wî jî bersiv da û got: Ez naxwazim! Lê belê paşê poşman bû û çû.
30
Mirov çû cem yê din û dîsa ûsa got. Wî bersiv da û got: Erê, ez ê herim, efendiyê min! û neçû.
31
Ji van herduyan kîjanî xwestina bavê xwe kir? Wan jî got: Yê pêşî. Îsa ji wan re got: Bi rastî ez ji we re dibêjim ku: Dê karmendên bacê û pîrekên fahş berî we bikevin Serweriya Xwedê!
32
Ji ber ku Yehya di rêya rastiyê de ji we re hat, we bawerî pê neanîn; lê belê karmendên bacê û pîrekên fahş bawerî pê anîn û piştî ku we ew dît, dîsa jî bona baweriyê bi wî bînin hûn poşman nebûn.
33
Guh bidin wekokeke din: Mirovekî xwediyê malê hebû, rez danî û dora wê çeper kir û çalek tê de kola û qûleyek çêkir û wî rez bi kirê da rezvanan û çû welatekî din.
34
Gava wextê tirî dayînê nêzîk bû, wî xizmetkarên xwe şand cem rezvanan ku, tiriyê jê re bînin.
35
Lê belê rezvanan xizmetkarên wî girtin, li yekî xistin, yê din kuştin û yekî din jî dan ber keviran.
36
Wî dîsa ji cara pêşîn zêdetir xizmetkar şand û rezvanan bi wan jî dîsa ûsa kirin.
37
Lê belê di dawiyê de lawê xwe şand cem wan û got: Dê ew ê hurmetê ji lawê min re bikin!
38
Lê belê gava ku rezvanan law dîtin, ji hev û din re gotin: Mêrasxwer ev e! Werin, em wî bikujin û bibin xwediyê mêrasa wî!
39
Û rezvanan ew girtin, ji nav rez avêtin derve û kuştin.
40
Ger wexta ku xwediyê rez bê, ma ew ê çi bi wan rezvanan bike?
41
Wan ji Îsa re got: Dê wan zilamên xerab, bi awayekî xerab bikuje û rez jî bide rezvanên din, yên ku dê di wextê de tiriyê rezê wî bidinê.
42
Îsa ji wan re got: Ma we di Nivîsên Pîroz de qet nexwendiye? Ew kevirê ku hostan red kirin, bû kevirê serê quncikê. Ev, ji aliyê Xudan ve bû û ev li ber çavên me karekî nuwaze ye!
43
Ji ber vê yekê ez ji we re dibêjim: Serweriya Xwedê dê ji we bête stendin û ji neteweyekî ûsa re bête dayîn ku, mêwa wî bigihîne.
44
Û yê ku di ser vî kevirî de bikeve, dê perçe bibe û ew bikeve ser kê, dê wî bipelixîne.
45
Û gava ku serokên kahînan û Fêrisiyan wekokên wî bihîstin, fêhm kirin ku, ew ji bona wan dibêje.
46
Û her çiqas xwestin ku bi wî bigirin jî, ji gel tirsiyan; ji ber ku wan wî peyxamberek dihesibandin.
← Chapter 20
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 22 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28