bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Matthew 20
Matthew 20
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 19
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 21 →
1
Ji ber ku Serweriya Ezmanan mîna mirovekî xwediyê malê ye ku, sibê zû, ji bo ji rezê xwe re li xebatkaran bigere, derket.
2
Û ew bi xebatkaran re, roja wan bi dînarekî li hev hat û wan şand rezê xwe.
3
Û nêzîkî saeta sisiyan derket, hinekên din yên bêkar û betal li qada sûkê disekinin dît
4
û ji wan re got: Ka hûn jî herin rez û heqê we çi be, ez ê bidim we!
5
Û ew jî çûn. Dîsa ew di navbera saetên şeşan û nehan de derket û eynî tişt kirin.
6
Û gava ku ew nêzîkî saeta yanzdehan derket, hinekên din ên ku li wir sekinîne dît û ji wan re got: Ma hûn çima temamiya rojê li vir betal sekinî ne?
7
Wan jê re gotin: Ji ber ku tu kesî xebat neda me! Wî ji wan re got: Hûn jî herin nav rez û heq çibe, hûn ê wê bistînin!
8
Û gava ku bû êvar, xwediyê rez ji serkarê xwe re got: Bangî xebatkaran bike, heqê wan bide, ji yên paşîn dest pê bike heta yên pêşîn.
9
Û gava ku ew xebatkarên di saet yanzdeh de dest pê kiribûn hatin û her yekî dînarek stendin.
10
Û gava yên pêşîn hatin, wan gotin qey dê ew zêde bistînin; lê belê wan jî her yekî dînarek stendin.
11
Û gava wan heqê xwe stendin, li hember xwediyê malê gotegot kirin û gotin:
12
Ev, yên ku paşiyê ne, saetekî xebitîn û te ew bi yên ku giraniya rojê û germa wê kişandine, bi me re yek girt!
13
Lê belê wî bersiv da û ji wan yekî re got: Heval, ez neheqiyê li te nakim! Ma tu bi min re bi dînarekî re qayîl nebûyî?
14
Heqê xwe bistîne û here! Ez dixwazim, çawa ku min da te, ûsa jî bidime ewên paşîn.
15
Ma heqê min tune ku, ez her çi bixwazim, bi malê xwe bikim? An tu comerdiya min bi çawên xerab dibînî?
16
Bi vî awayî dê yên dawîn bibin yên yekemîn û yên yekemîn bibin yên dawîn. Ji ber ku vexwendî pirr in, lê belê bijartî hindik in.
17
Û gava ku Îsa derket Orşelîmê, her donzdeh şagirtên xwe wekî din rahişt û di rê de ji wan re got:
18
A vay, em diçin Orşelîmê û Lawê Mirov dê bidine destê serokên kahînan û alimên zagonê û ew ê wî bi ceza mirinê daraz bikin
19
û dê wî bidin destê neteweyan, bona ku qerfên xwe bi wî bikin, bidin ber qamçiyan û wî xaç bikin û ew ê roja sisiyan ji mirinê rabe.
20
Li ser vêya dayika lawên Zebedî tevî lawên xwe hate cem wî, jê re secde kir û xwestinekê ji wî xwest.
21
Û Îsa ji wê re got: Tu çi dixwazî? Wê jî ji wî re got: Destûr bide ku, ev herdu lawên min di Serweriya te de, yek li aliyê te yî rastê û yê din jî li aliyê te yî çepê rûnên!
22
Lê belê Îsa li wan vegerand û got: Hûn nizanin ku, hûn çi dixwazin! Ma hûn dikarin, ji kaseya ku ez vedixwim vexwin? Wan ji Îsa re gotin: Em dikarin!
23
Îsa ji wan re got: Bi rastî hûn ê kaseya min vexwin, lê belê rûniştandina aliyê minî rastê û çepê ne di destê min de ye; lê belê ew der bona yên ku ji aliyê Bavê min ve hatiye amadekirin e.\n
24
Û dema deh şagirt vêya bihîstin, ji herdu birayan re xeyidîn.
25
Lê belê Îsa wan bangî cem xwe kir û got: Hûn dizanin ku, serokên neteweyan serweriyê li wan dikin û mezinên wan serweriyê li ser wan dajon.
26
Di nav we de ne ûsa be; lê belê di nav we de her kî ku dixwaze bibe yê mezin, bila bibe xizmetkarê we
27
û her kî ku dixwaze, di nav we de bibe yê yekem, bila bibe koleyê we.
28
Çawa ku Lawê Mirov nehatiye ku jê re xizmetê bikin, lê hatiye ku xizmetê bike û bona gellekan canê xwe bi fîdyetî bide.
29
Û gava ku ew ji Erîhayê derketin, ajaweyeke mezin li pey Îsa çû.
30
Û a vay, du korên ku li qeraxa rê rûniştîbûn, gava wan bihîstin ku Îsa derbas dibe, kirin qêrîn û gotin: Ya Xudan, Lawê Dawid, ji me re dilovaniyê bike!
31
Lê belê ajawe, bona ku dengê xwe bibirin, wan azirandin. Lê belê wan hîn zêde kirin qêrîn û gotin: Ya Xudan, Lawê Dawid, ji me re dilovaniyê bike!
32
Û Îsa sekinî û bangî wan kir û got: Ma hûn çi dixwazin ku, ez ji bo we bikim?
33
Wan jî jê re gotin: Ya Xudan, bila çavên me vebin!
34
Û dilê Îsa bi wan şewitî û dest danî ser çavên wan û wê demê çawên wan dîtin û li pey wî çûn.
← Chapter 19
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 21 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28