bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Matthew 4
Matthew 4
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 5 →
1
Wê gavê Ruh berê Îsa da çolê ku, ji aliyê Îblîs ve bê ceribandin.
2
Û piştî ku wî çel roj û çel şevî rojî girt, birçî bû.
3
Wê gavê yê ku diceribîne nêzîkî wî bû û jê re got: Ger tu Lawê Xwedê be, bêje, bila van keviran bibin nan!
4
Îsa jî lê vegerand û got: Hatiye nivîsandin ku: Mirov tenê bi nan najî, lê belê bi her gotina ku ji devê Xwedê derdikeve dijî!
5
Pişt re Îblîs wî bir bajarê pîroz, derxist ser qûleya Perestgehê
6
û ji wî re got: Ger tu Lawê Xwedê be, de xwe ji wir bavêje xwar; ji ber ku hatiye nivîsandin: Dê ew ê ji bo te emir bide milyaketên xwe û dê ew ê te li ser destê xwe hilgirin ku, tu lingê xwe li kevirekî nexe.
7
Îsa ji wî re got: Ev jî hatiye nivîsandin: Tuyê Xudan Xwedayê xwe neceribîne!
8
Dîsa Îblîs ew derxist ser çiyayekî zehf bilind û hemû qiraletiyên dinê û bedewiya wan nîşanî wî da
9
û ji wî re got: Ger tu bikevî ser rûyê xwe û ji min re peristinê bike, ez ê vana hemûyan bidim te!
10
Wê gavê Îsa ji wî re got: Vekişe, Îblîs! Ji ber ku hatiye nivîsandin: Ji Xudan, Xwedayê xwe re peristinê bike û tenê ji wî re qûlitiyê bike!
11
Wê çaxê Îblîs dev ji wî berda û a vay, milyaket hatin û ji wî re xizmet kirin.
12
Gava Îsa bihîst ku Yehya hatiye girtin, çû aliyê Celîlê.
13
Û wî Nisretê berda, hat Kefernahumê, ber behrê, li nav sînorê Zebûlûnê û Naftaliyê sekinî;
14
da ku, ew gotina bi navgîniya Îşaya peyxamber ve hatiye gotin bila bête cîh:
15
Welatê Zebûlûnê û welatê Naftaliyê, li ser rêya ber bi behrê, wî aliyê Urdunê, Celîla neteweyan!
16
Ew gelê ku di nav tariyê de rûdine, wan ronahiyek mezin dît û yên ku li welat, di siya mirinê de rûdinin, ronahiyek ji wan re derket.
17
Wê çaxê Îsa dest bi wazdanê kir û got: Tobe bikin, ji ber ku Serweriya Ezmanan nêzîk bûye!
18
Û gava ku Îsa li ber qeraxa behra Celîlê digeriya, wî du bira dîtin; Şîmûnê ku ji wî re digotin Pêtrûs û Andrêyasê birayê wî; wan tor diavêtin behrê, ji ber ku ew masîgir bûn.
19
Û Îsa ji wan re got: Li pey min werin; ez ê we bikim nêçîrvanê mirovan!
20
Wan jî hema torên xwe di cîh de hiştin û li pey wî çûn.
21
Gava ew ji wê derê hinekî pêş ve çû, rastî du birayên din jî hat; Aqûpê Zebedî û Yûhenayê birayê wî; wan tevî bavên xwe Zebedî, di lotkê de torên xwe pîne dikirin û wî bangî wan kir.
22
Wan jî hema lotkê û bavê xwe di cîh de hiştin û li pey wî çûn.
23
Îsa li hemûya Celîlê digeriya, di keniştên wan de hîn dikir û Mizgîniya Serweriya Ezmanan waz dida; çi jan û nexweşiyên di nava gel de hebûn baş dikir.
24
Û navê wî li her derê Sûriyê belav bû û wan her cûre mirovên nexweş dianîn cem wî, yên ku cûr bi cûr di êş û janê de bûn; yên li cinan ketî û fêdar û kûd û wî wan baş kir.
25
Û ajaweyên mezin yên ku ji Celîlê û ji Dêkapolîsê û ji Orşelîmê û ji Cihûstanê û ji wî aliyê Urdunê ve dihatin, li pey wî çûn.
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 5 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28