bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Matthew 11
Matthew 11
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 10
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 12 →
1
Û wusa bû ku, gava Îsa emir dayîna donzdeh şagirtên xwe qedand, bona di bajarên wan de bide hînkirinê û waz bide ji wir çû.
2
Lê belê gava ku Yehya di hepsê de ji şuxulên Mesîh bihîst, şagirtên xwe şand cem wî
3
û bi navgîniya wan ji wî pirsî: Ma tu yî, ew ê ku divê bihata, ya na em li hêviya yekî din bin?
4
Û Îsa bersiv da û ji wan re got: Herin, çi ku hûn dibînin û dibihîzin, ji Yehya re bibêjin:
5
Kor dibînin, kûd digerin, cizamî paqij dibin û kerr dibihîzin, mirî divejin û ji belengazan re Mizgînî tête waz dan.
6
Û xwezî li wî kesî ku, di min de tilpekî nabe!
7
Û wexta ku ew çûn, Îsa dest pêkir, di derheqê Yehya de ji gel re got: Ma hûn derketin çolê ku, çi bibînin? Qamîşekî ku ji bayê dihejiya?
8
Ma hûn derketin ku, çi bibînin? Mirovekî ku kincê nerm li xwe kirî? A vay, yên ku kincê nerm li xwe dikin, di qesrên qiralan de ne!
9
Lê belê hûn derketin ku, çi bibînin? Peyxamberekî? Belê, ez ji we re dibêjim, ji peyxamberekî jî seretatir e!
10
Ji ber ku ev ew e, yê ku bo wî ûsa hatiye nivîsîn: A vay, ez şandiyê xwe li pêşiya te bişînim, dê ew ê rêya te di pêşiya te de amade bike.
11
Bi rastî ez ji we re dibêjim: Ji nav yên ku ji pîrekan welidîne, yekî ji Yehyayê vaftîzkar seretatir derneketiye; lê belê di nava Serweriya Ezmanan de yê herî biçûk jî ji wî seretatir e.
12
Ji rojên Yehyayê vaftîzkar heta niha tahde li Serweriya Ezmanan tê kirin û kesên ku dijwar in, wê bi dest ve dixin.
13
Ji ber ku hemû peyxamberan û zagonê heta dema Yehya peyxambertiyê kirin.
14
Û ger hûn bixwazin wî qebûl bikin, Êlyasê ku dê bê ew e.
15
Guhên kê hene, bila bibihîze!
16
Lê belê ez vê nifşeyê mîna çi bikim? Ew mîna zarokan e ku, di qadên sûkê de rûdinin, bangî hevalên xwe dikin
17
û dibêjin: Me ji we re bîlûr kutan, lê belê hûn nelîstin; me lorîn kirin û hûn li ber xwe neketin!
18
Ji ber ku Yehya hat, ne dixwar, ne vedixwar û ew dibêjin: Cin di wî de hene!
19
Lawê Mirov hat, dixwe û vedixwe, îcar dibêjin: A vay, ew pirrxwar û araqvexwur, hevalê karmendên bacê û gunehkaran e! Û zaniyarî bi karên xwe ve hate tesdîq kirin.
20
Wê gavê Îsa dest pê kir bi bajarên gellek karên xwe yî xwurt di wan de çêkirîbû re xeyîdî; ji ber ku wan tobe nekiribûn.
21
Wey li te, ya Xorazîn! Wey li te, ya Beytsayda! Ji ber ku ger ev kerametên ku li nav we çêbûn, di Sûr û Saydayê de çêbibûna, wanê ji zû ve cilikan li xwe bikirana û di nava xweliyê de tobe bikirana.
22
Lê belê ez ji we re dibêjim: Dê di roja daraziyê de ji we zêdetir, ji Sûr û Saydayê re hêsanî bibe!
23
Û tu, ya Kefernahûm! Ma tuyê hetanî ezmanan bête bilind kirin? Na, tuyê hetanî dojehê biçe xwarê! Ji ber, ger ew kerametên ku di nav te de çêbûn, di Sodomê de çêbibûna, ew ê heta roja îroj bimaya.
24
Lê belê ez ji we re dibêjim: Dê di roja daraziyê de ji te zêdetir, ji warê Sodomê re hêsanî bibe!
25
Wê çaxê Îsa dest pê kir û got: Bila şikirî ji te re bibe, ya Bav, Xudanê erd û ezman. Ji ber ku te vana ji yên zana û baqil veşart û ji zarokên biçûk re eşkere kir!
26
Belê, Bavo; ji ber ku ji xwestina te re ya xweşik ev bû!
27
Her tişt ji aliyê Bavê min ve ji min re hatine dayîn û xeynî Bav tu kes bi Law nizane û xeynî Law û yên ku Law bixwaze Bav jê re bide nasîn tu kes jî bi Bav nizane.
28
Ya hemû kesên westiyayî û bargiran, werin cem min û ez ê rehetiyê bidim we!
29
Nîrê min hilgirin ser xwe û ji min hîn bibin, ji ber ku ez xûnerm û ji dil nefsbiçûk im û hûn ê ji canên xwe re rehetiyê bibînin!
30
Ji ber ku nîrê min hêsan û barê min sivik e.
← Chapter 10
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 12 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28