bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Matthew 6
Matthew 6
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 5
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 7 →
1
Bala xwe bidin ku, hûn xebatên xwe yên qenc li ber çavên mirovan, ji bo nîşan danê mekin; ger hûn ûsa bikin, wê çaxê dê li cem Bavê we yî ezmanan xelata we tune be.
2
Niha, dema ku tu xêratê bidî, li pêşiya xwe boriyê nede lêxistinê; mîna mirovên durûyî, bona ku ji aliyê mirovan ve pesnahiyên wan bên dayîn, di kenişt û sûkan de dikin. Bi rastî ez ji we re dibêjim: Wan berdêlên xwe stendine.
3
Lê belê gava tu xêrê dikî, bila destê te yî çepê nizanibe ku destê te yî rastê çi kiriye.
4
Xêra xwe bi dizîka bike; bavê te yî di dizîkayiyê de dibîne jî, dê bide te.
5
Gava hûn dua dikin, mîna durûyan nebin! Ji ber ew hez dikin, bona ku mirov wan bibînin, di kenişt û qadan de disekinin û dua dikin. Bi rastî ez ji we re dibêjim: Êdî wan heqê xwe stendine.
6
Lê belê dema tu dua dikî, bikeve oda xwe, deriyê xwe bigre û li ber Bavê xwe yî ku nayê dîtinê, dua xwe bike. Û Bavê te ku nayê dîtinê, di veşartinê de dibîne, dê eşkere bide te.
7
Gava ku hûn dua dikin, mîna pûtperestan qinikên vala nekin! Ji ber ew difikirin ku, bi zêde axaftina wan, duayê wan bên bihîstin.
8
Ji ber vê yekê, hûn mîna wan nebin! Ji ber, berî ku hûn jê bixwazin, Bavê we dizane, çi ji we re hewce dike.
9
Ji ber vê yekê hûn ûsa dua bikin: Ya Bavê me yî ezmanan! Bila navê te bê pîroz kirin.
10
Serweriya te bê, mîna li ezmanan, bila li erdê jî viyana te bibe.
11
Nanê me yî rojane, îroj bide me.
12
Û deynên me ji me re bibexşîne, çawa ku em jî ji deyndarên xwe dibexşînin.
13
Û me nexe ceribandinê, lê belê me ji yê xerab xelas bike. Ji ber ku serwerî, qudret û bilindahî heta abadînan yên te ne! Amîn.
14
Ji ber ku ger hûn sûcên mirovan bibexşînin, dê Bavê we yî ezmanan jî we bibexşîne.
15
Lê belê ger hûn sûcên mirovan nebexşînin, dê Bavê we jî sûcên we nebexşîne.
16
Gava ku hûn rojî digirin, mîna durûyan rûyê xwe daneliqînin; ji ber, ew rûyê xwe dadiliqînin ku, mirov bizanibin, ew bi rojî ne. Bi rastî ez ji we re dibêjim ku, wan berdêlên xwe stendine.
17
Lê belê dema tu rojî digirî, rûn li serê xwe bide û serçavê xwe bişo;
18
da ku, tu ne ji mirovan re, lê ji Bavê xwe yî ku nayê dîtin re bi rojî bête xuya kirin û Bavê te yî ku di veşartinê de dibîne, dê eşkere bide te.
19
Li rûyê erdê, ji xwe re xezîneyan necivînin; li vir çirçirk û zingar tune dike, diz jî qul dikin û didizin.
20
Dêvla vêya, li ezmanan ji xwe re xezîneyan bicivînin ku, li wir ne çirçirk dikare tune bike, ne jî zingar, diz jî nikarin qul bikin û bidizin!
21
Ji ber ku xezîneya te li ku be, dê dilê te jî li wir be.
22
Ronahiya bedenê çav e; ger çavê te qenc be, hemûya bedena te ronahî dibe.
23
Lê belê ger çavê te xerab be, dê hemûya bedena te di tariyê de be. Ger ronahiya di te de tarî be, ew tarî çi mezin e!
24
Tu kes nikare ji du efendiyan re xulamtiyê bike; ji ber ku dê an ji yekî bikerihe û ji yê din hez bike, an jî bi yekî re dilsoz bimîne û yê din biçûk bibîne. Hûn nikarin him ji Xwedê re û him jî ji Mammon re xulamtiyê bikin!
25
Ji bo vê yekê ez ji we re dibêjim: Bona jiyana xwe bi gotina, em ê çi bixwin, an çi vexwin û bona bedena xwe, em ê çi li xwe kin nebêjin û nekevin xemê! Ma can ji xwarinê, beden jî ji kincan ne bilindtir e?
26
Li civîkên ezmanan binihêrin! Ew ne diçînin, ne didûrin, ne jî di embaran de dicivînin û dîsa jî Bavê we yî li ezmanan wan têr dike. Ma hûn ji wan hîn jî ne biqîmetir in?
27
Di nava we de, kî dikare bi xemgîniyê pîvanekê bi ser qama xwe ve bixe?
28
Bona kincan çima hûn dikevin xemê? Sosinên qirê bînin ber çavên xwe; çi xweşik belav dibin û mezin dibin! Ne dişuxulin, ne jî dirêsin.
29
Lê belê ez ji we re dibêjim: Silêman jî di nava hemû rewnaqiya xwe de mîna vana li xwe nekiribû û xwe nepêça bû.
30
Lê belê ger Xwedê gîhayê çolê, ya ku îroj heye û sibê dê bi firnê ve bête avêtin, ûsa lê dike, ma qey dê hîn jî zêde kincan li we neke, ya bawerî kêmno?
31
Ji ber vê yekê bi gotina: Em ê çi bixwin? an jî: Em ê çi vexwin? An jî: Em ê çi li xwe bikin? nekevin xemê!
32
Kesên pûtperest, hemû li van tiştan digerin. Ji ber, Bavê we yî ezmanî dizane ku hewcedariya we ji van tiştan hemûyan re heye.
33
Lê belê hûn pêşiyê li serwerî û rastiya Xwedê ve bigerin û dê van tiştan hemûyan ji we re bên dayîn!
34
Ji ber vê yekê, bona sibê nekevin xemê; ji ber ku, roja sibê dê ji bo xwe xeman bikişînî. Derdê rojê besî wê ye.
← Chapter 5
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 7 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28